Jar û Hunguv,Jar,û,Hunguv

Jar û Hunguv

A+ A-

{mosimage}


Aşiq er carek ji bala lê bidit berga mecaz

Dê li nik sahibdilan heta ebed bit serfiraz

(Melayê Cizîrî)

1.

Jar û hungiv li pêşberê mirov bin mirov dê çawa ji hev veqetine ku kijan jar e kijan hungiv!.. Divê bi zimanê xwe mirov binihêre ne wisa! Ji bo ku mirov bi xwe fêm bike dive rasterast bi zimane xwe tam bike. Carina hunguv li mirov dibe jar û carina jî jar ji mirov re dibe derman. Lê ji bo ku ev jî pêk bê zanatî û wêrekiyekê jidandî divê û her tim jî divê ku hebe aramiya ciwanevînî... Dema mirov gelek birçî mabe û hunguv bê ber mirov dive mirov xwe pê têr meke, mirov bike neke çavê mirov têr nabe. Piştî xwarina hunguv dilê mirov herî zêde dibije avê. Divê mirov xwesteka avê bitepisine di dile xwe de. Ji bo vê viyan divê... Avbiserhunguvêşîrîndevexwarin di vî mercî de jara mirinê ye. Ji hergavî betir arami divê. Dema mar bi mirov ve bide ya jî mirov nexweşê kula jara giran be wêrekî divê. Ji bo ku mirov bikaribe jara derman bê tirs vexwe...


2.

Divê ku jar û hunguv ji hev bêne nas kirin, pewist e bi ziman bêne tamkirin. Zimanê mirov tamgir be divê. Neha li peşberê me tiştek heye, jê re dibêjin evîn em. Belê, divê em bi zimanê xwe evîna xwe tam bikin ka jar e ya jî hunguv e jibo me. Ev karê wêrekmendiyê ye. Tamkirina wê car jar e car jî hunguv... Dibe hinek ji me bibe’icin ji ber jar-rengîna evînê; dibe hinek ji me dîn û har bibin ji ber nefêmbûna evînê; dibe hinek ji me dilşa bibin, dilgeş û şanaz bibin ji ber tamkirinabirastîhunguvînbûna evîne. Lê çi dibe bila bibe em bi zimanê xwe evîna xwe divê tam bikin. Tamkirina herî xweş û baş bi helbest û stranan dibe. Helbest afirîneriya evîndariyê nişan dide, stran jî xweşiya evînê... Stran evînê li ser pişta newayê siwar dike û pêl bi pêl di deryaya dilê evîndaran de her gav ji nû ve vedijîne. Tiştê ku ez li hemberê şaş dimînim; çima em helbestên evîniyê bi zimane xwe helnabestînin. Ya jî dema em helbestên xwe heldibestînin çima evîn ji wan diwerive, rijî dimînin û ji viyana evînê dikevîn? Çima em strana evîniyê bi newaya xwe nastrînin. Ya jî dema em distrin çima evîn ji ser pişta newaya me vedireşe erdê. Hestê me û dengê me çima nikarin bibin bargire evînê? Ya jî çima evîn xwe li hestên me û dengê me nagire? Ji bo ku mirov beguman ji xwe re bibêje evîndar divê hemêza mirov hindiktirîn bi qasî dinyayê berfireh, hindiktirîn bi qasî hêlîna çivîkek germ be. Û ji biyantiye dûr be. Çawa destê biyan û hemêza xerib sûdekê nade mirov ku dilê mirov û evîna mirov bi hev şa bibe; wuha reng e; tiştên ku mirov li ser evînê bibêje ne bi zimanê mirov be tu tamekê nade mirov. Em tiyê evînê ne; em birçiyê heskirinê ne; lê em bi destê xelkê li av û xwarinê digerin; bi hestên biyanî li evînê digerin... Peşiyên me beredayî ne gotine: “Çavê li destan belengazê ber diwaran.” Ji ber wî awayî jî ne gulên me geş in û ne jî baxên me şîrîn; ne gulistana me xweşik e, ne ji bilbilên baxçeyên me dengzelal in.

Zimanê zuwa û tî naqelibe, nikare helbibestîne; dilê birçî û çavê li deriyan ne şad e, nikare bistrîne; gul evîn e bilbil evîndar, gul çilmisandî ye, bilbil lal; gulîstana me, bax û bostanê me xeritiye. Ji ber wî awayî evîna me jan lê ketiye, jarî tê geriya ye, bêhna wê tal e, li ber mirinê ye, em çawa ji dilê sax bibêjin em evîndar in!...


3.

Hinek kes evînê difroşin, bi domdari dixwazin bifroşin. Ka evîn tê frotan!... Çawa evîn nayê frotan wusa nayê standin jî. Hinek belengaz û reben hene -ku evîna wan miriye haya wan jê tune- li evînê digerin ji bo standinê. Di bax û bostan û gulistanên biyan de, best û reşbelekên evînê ne tênê standin ne jî tênê dizîn. Tu bêjeyekê ku li ser evînê bê gotin, li afirînerê xwe bêbextiyê nake, ew bê dizîn, bê frotin û here bikeve qulika diranê mar ê jariyê jî dîsa ew ê bêje “ez va me li vir!” Lê di sazûmana sermayedarî de evê rastiyê tê jibirvekirin, tê veşartin. Ji lewre çi nehatiye frotin, çi ji tamê der neketiye ku evîn jî neyê frotin û ji tamê der ne keve!... Bêhesî, baleyû û bêdengî, xêtîtî ew e ku mirov hêviyê ji evîna evînfroşan bike.


4.

Kurdê nefêmdêrê vê rastiyê belengaz e! Xwe bi xwe dikuje. Bi destê xwe xwe diavêje nava êgir. Duh dapîr û bapîrên me hatin kuştin. Îro jî dixwazin me di kuştina evînê de bikujin. Li ser mirinê jî laşên dapîr û bapîran dixwazin gora kurdê nûjen çê bikin. Evîndarê evîna bêhempa, serkêşê tamdariya evîne berxwedêrê radestiyê ye. Le yên ku ne dîtine hene; çavgirtî, ji xewa hezarsalan yên ku şiyar nebûne hene. Kurdên mirî, kurdên bê war jî ne hindik in. Xwe bi şaxa xeyalên derewîn ve daliqandine, xwe di nava ava serxweşiyê de dişon. Xwe bi xwarina bê tam û rijî dixwazin têr bikin. -Mirov pê têr nabe- Xwe bi evîna ji evînketiyê, evîndarê evînwendakirine dixwazînin. Xwe bi tama tal a mirinê, a xwewendakirinê diwestînin. Ji rayeka bingehîn dûr li evîna temenkin digerin.


5.

Di vî warî de evîn û mirin li ba hev in. Weke hunguv û jarê. Evîn û mirin cêwî ne li welatê kurdan. Hunguv û jar li ba hev in li Kurdistana Kurdan. Ji bo wî jî zanatî, wêrekî, camêrî û serwerî pewist e. Divê mirov zana be ji bo boriya êşdar fêm bike, dahatûya dûr û nêz bibîne. Divê mirov wêrek be, ji bo bedêla evîn û azadiyê mirov karibe bi vexwarina jarê û peşwaziya mirinê bike. Divê mirov afirînêr be, ji bo ku mirov karibe bi xweşî û hêsanî, dayin û standina nirxên pêşketinên mirovaniye bilind bike û li welatê xwe ji nû ve vejîne û biafirîne. Divê mirov serwer be, ji bo ku barê tawan û tawanbariyê karibe ji ser xwe biavêje, û ku her tim mirov rûgeş û serbilind be. Dema vana kêm bin, mirin, koletî û digel dîlî ew ê li mirov heta dawiyê bar bin.


6.

Azadî û koledarî jî cêwî ne li welatê Kurdan. Hebûn û tunebûn bi hev re ne li Kurdistana Kurdan. Nûjenî û xweserbûna rastîn û mîsoger, di nakokiya hunguv û jarê de, di dubendiya evîn û mirinê de, di pefçûna azadî û koledariyê de domdariya fêmkirin û pêkanînê ye. Şerê heyîn û neyîne di hêzgirtin, viyandêrî û herî zoriyê de xweş e û geş. Şoreş û şoreşvanî jî di vir de veşartiye ya jî li ber çava ye. Evîna tal jî evîna hunguvîn jî di vir de ye.


Gotinên miftehî :