Jeo-polîtîka kurdan
Bi taybetî Twitter bûye cihekî wisa ku, her kes fikra xwe ya herî girîng û dirêj bi 140 tîpan bîne ziman. Ev jî dibe sedema her kes bigihîje agahiyên kin û kurt. Wekî elmasekî biçûk ê pir bi nirx.
Îcar dema ku hevalên mirov kesên bijarte bin, hingê hebûna mirov a li Twitterê jî dibe xwedî wateyeke girîng. Yek ji van hevalên min ên Twitterê Ceng Sagniç e, ku li Zanîngeha Tel Avîvê ye. Der barê jeo-polîtîka kurdan de fikra xwe kin û kurt wiha anî ziman:
"Êdî Hewlêr dê ji riya Bexda rizgar bibe û xwe di riyeke kintir re bigihîne Behra Spî."
Ya rast ev gotin di cih de ye. Lê heke îro rêxistina herî mezin a kurdan ne Apoîst bûya, ev ne mimkûn bû. Çima?
1- Apoîst sînoran naxwazin. Li dijî sînoran e. Ev jî dibe sedem ku di navbera Qamişlo û Hewlêrê de dê sînor tunebin. Her wisa jî dê di navbera Qamişlo û Şamê de jî sînor tunebin. Nexwe di navbera Hewlêr û Şamê de, an jî di navbera Hewlêr û Behra Spî de jî sînor namînin. Li şûna kurd şer bikin û bajarekî din bistînin û xwe bigihînin Behra Spî, ev rê hîn çêtir e. Zehmet e, lê dibe.
2- Apoîst dibêjin "kurd dê herêma xwe bi rê ve bibin". Ev tê wateya ku kurd li ser axa xwe û bi biryarê xwe dê serbixwe bin.
Wekî hûn dizanin Apoîst ne cudaxwaz in, lê kurdên cudaxwaz hene. Kurdên ku dixwazin ji ereb, tirk û farisan cihê bibin û her wekî wan sînoran çêbikin hene. Lê Apoîst "di hundir de serxwebûn, bi derve re bêsînoriyê" dixwazin. Heke mirov li gor cudaxwazn lê binihêre, ji bo kurd xwe bigihînin Behra Spî, an divê şerekî mezin û mezin bikin, an jî divê dest jê berdin.
Balkêş e, hemû cudaxwazên kurd jî bê çek in, ango ne çekdar in. Nexwe şerê mezin dê kî bike?
Li gor vê yekê, Apoîst dê li hêviya Şamê bimînin heta ku ew zelal bibe. Dû re ez texmîn dikim, dê bi Şamê re têkevin riya avakirina Qanûna Bingehîn. Heke Şam qebûl bike ku kurd di herêma xwe de sebixwe ye, lê parçeyek Sûriyê ye dê li hev bikin. Heke ereb vê qebûl nekin, dê Sûrî parçe bibe û dê riya kurdan a Behra Spî jî were birrîn. Ez bawer dikim rêxistinên Apoîst dê di vê riyê de israr bikin.
Wekî tê zanîn, niha Hewlêr ji bo riya behrê, riya Kendavê (korfez) bi kar tîne. Ew rê ne ewle ye. Heke ne ji tirsa têkiliyên navnetewî bûya rêxistinên ereb nedihiştin kurd xwe bigihînin kendavê. Hem jî riya Hewlêr û kendavê pir dirêj e. Lê dema kurd ji xwe re ji Hewlêrê ta Behra Reş riyeke fireh û modern çêkin dê transferek ji transferên herî ewle yên Rojhilata Navîn derkeve holê. Ev yek dê îtibara kurdan derxe qata bilind.
Şerê Culemêrgê pêlîstineke Jeo-polîtîk e
Şerê Culemêrgê piştî Rojava Başûr gava duyem a jeo-polîtîk e. Ew herêm sînorên navbera Îran, Iraq û Sûriyeyê bêwate dike û destê kurdan di vê tevliheviya Rojhilata Navîn de xurt dike. Ev jî dide nîşan bê rêxistinên Apoîst vî çendî çi difikirin û rewş ber bi ku ve diçe.
Ceng Sagniç di peyameke xwe ya Twitterê de dibêje:
"An piştî şerê Sûrî, an jî piştî yê Îranê dê Cîhana Rojava mecbûr bi PKK'ê re rûne, ji ber ku herêma herî ewle dê di destê PKK'ê de be."
Ê mayî bila Şam, Bexda, Tehran û Ankara bifikirin.