1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. Ji `û` yê wêdetir..
Ji `û` yê wêdetir..,Ji,`û`,yê,wêdetir..

Ji `û` yê wêdetir..

A+ A-

Û…Wê hingê; sal û dem li me bûbû 1995.Heta wê hingê, li bakurê welêt, gelek nivîskar û xwînerên dilsoz ên Kurdî li dor rojnameyên Kurdî û nîv Kurdî û kovara Rewşenê li hev civiyabûn; her roja ku diçû, xwendevanên Kurdî; yên ku di ruhê xwe de hest bi peyv û dengên Kurdî dikirin, zêde dibûn.Bi taybetî li Amedê kurdên xwenda kom bûbûn û pêşdeçûneke dilxweşker pêk dihat di warê wêje û xwendewariya Kurdî de. Nivîskarên ku wê hingê ne xwedî berhem bûn, ku zêdetirê wan ji Nifşê Rewşenê ne, xwe amade dikirin ku bibin hêza xurt a meşa xwendewariya Kurdî. Û…Wê hingê, bes wan, xwînerên Kurdî, wan navê nivîskarên li Swêdê û navê berhemên wan dizanî û her çendî li gorî wê demê kêm be jî, roman û berhemên wan ên bi Kurdî ji aliyê wan xwîndevanên Kurdî ve dihatin xwendin.Û…


Wê hingê, hin kesan û pergala heyî ev yek dît û vê rewşê hin kes û derûdor aciz kirin; û li dûrî me, projeyeke ji xeynî me hat çêkirin; û di destpêka sala 1996’an de ev proje li dar ket; wekî yekem pêkanîna vê projeyê romanên Mehmed Uzun li Tirkî hat wergerandin; û benda ewil a li ber pêşdeçûna xwendevanî û xwendewariya Kurdî hat danîn. (û divê ez ji serî de bêjim; bi ya min wergerandina pirtûkên Kurdî li zimanên din karekî zimanî ye, wêjeyî ye, hewce ye û divê bê kirin jî, lê bi şertê ku bi riyeke normal û adetî bê kirin)
Her çi qas projeya bendliberdanîn û lifeksêxistina xwendevaniya Kurdî - ku stûna esasî ya vê projeyê li Swêdê û li Stenbolê hatibû danîn- pir zêde bi ser neket jî, vê projeyê firfirîn û jevqetînek jî bi xwe re anî; xetek ji nivîskarên Kurdî yên li bakur û li binxet û li welêt, xeteke din jî ji hin nivîskarên ku bi taybetî li Swêdê dijîn, çêbû.
Di vê der heqê de ez wisan difkirim ku; haya Mehmed Uzun wek destpêk ji xetereya vê projeyê çêbû; loma jî wî helwesta xwe qayîm danî; û tevî ku xwe ji aliyê projeya wergeranê nekir jî, têkiliya xwe ya ruhî û dilînî û ramanî ya bi aliyê Kurdî re jî tu car qut nekir; û gavên xwe di qada dijberiya pûç de nebir û neanî.  
Lê, ecêb e; piştî salên 1980’yî wêjeya Kurdî bi taybetî li Swêdê geş bûbû û piştî pazdeh bîst salan li welêt, pirtûkên wan nivîskarên Kurdî li ser zimanê Tirkî dihatin nasîn û nasandin; û wan kesan nav û navdariya xwe bi zimanekî ‘ne yê wan û ne yê berhemên wan’, digirt û pê navdariya xwe xurttir û qewîtir û mayînde dikir.
Û…
Ev proje niha jî didome.
Bi ling û qad û rêbaz û şêweyekî dîtir;
Di qada dîtbariyê de, efendiyên hinekan proje xurttir kir; ji bo hinekan qadeke dî vekir û televizyoneke (TRT altı) ku bi peyvên li dor tenûrê germ dibe ava kir ji wan re.
Û ew bi çend programên cihê cihê çend rojan carekê li dor tenûrê li hev kom dibin û peyvan didin dû peyvê; û dema ku germayiya tenûrê cî li wan xweş dike, îcar radibin peyv û gotinan diavêjin nivîskarên li welêt û li nivîskarên ku li Ewrûpayê ne û neşiqitîne –ên wekî E. Huseynî.-
Li vir, tiştê ku ez dixwazim jê fam bikim ev e: Gelo psîkolojiyeke çawan rê dide vê yekê; sîstema heyî ku, kiriye ku tu bi salan penaber bimînî, hema ji nişkê ve radibe qadekê ava dike; tu jî hemû tiştên ku li te qewimîne bi carekê re datînî aliyekî û wekî lîstikvanekî/e sereke dadikevî qadê; û di gastîna ku ne ya gundê te ye de, dest bi lotikdanê dikî û pir bi hêsanî dev diavêjî kesên ku hûn ji heman hêlînê ne? (Bi her hal, ji bo bersivandin û veçirîna vê psîkolojiyê rê û metodeke dîtir a psîkanalîtîkê hewce ye. Îcar heyran, ka em ê ji ku Jung û Freud û Lacan’ek peyde bikin ji me Kurdan re..?)
Û…
Helbet, di qada nivîskî jî de jî sepînerê vê projeyê A. Parıltı ye û di paşgoya rojnameya bi Tirkî Radîkal de bi roleke ‘bekoyî’ radibe; û Xwedê heye, camêr karê xwe jî baş dike!..
Camêr, bi Tirkiya xwe ya xurt û fireh(!), ji bo ku hin pirtûkên Kurdî, ku bi giştî pirtûkên nivîskarên ku li Swêdê dijîn in û li Tirkî hatine wergerandin, li Tirkan xweş bike, bi metoda ‘gilîkirinê’ bala ‘efendiyên’ xwe dibe ser xurtbûna zimanê nivîskarê destpêka projeyê Mehmed Uzun û bi taybetî yê Firat Cewerî; û qala xurtbûn, zelalbûn, fesîhbûn, firehbûn û sadebûn û geşbûn û kakilîbûn û nizanim çikbûna zimanê wan dike; û pê jî namîne îcar bi pêdeçûneke ecêb û bi kempirandineke bîrawerane(!), qala sivikbûn, têrnekirin, newêjeyîbûn, alozkîbûn û qelsbûna zimanê nivîskarên li welêt dike.
Belê ez ê nekevim ber xefika berawirdkirina A.Parıltı û ez ê bibêjim: Her nivîskarekî/ê zimanekî xwe heye û pê dinivîse. Û helbet Kurdiya Mehmed Uzun û Firat Cewerî û H. Metê û yên din jî xurt e û têra xwe heye.
Lê ez ê bêjim, Abidin Parıltıyê zimanzan û wêjezan û hunerzan û nivîszan û yek ji lingê xurt ê vê pêvajo û projeya lifeksêxistina xwendewariya Kurdî; ji kerema xwe re nivîsên xwe yên bi vî rengî hê xurttir binivîse; giliyên me hê bêtir li efendiyan bike; hê zêde qala qelsbûn û newêjeyîbûn û sivikbûna zimanê nivîskarên wekî Î.Amîda, H.Yûsiv, Y.Tilermenî, O.Dilsoz, Lal Laleş, B.Bereh, D.Zeraq, A.Arî, R.Jiyan, Ç.Mazî, K.Nemir, Ş.Özmen û F.Bîlge, bike; da ku efendî madalyonên ji zêr û almastan bi sînga te ve bikin; û…
Ji ‘û…’ yê wêdetir dîrokê nivîsandiye; te bivê here bixwîne!

Dilawer Zeraq


Gotinên miftehî :