Ji bo bîranîna Mamostê Xiyalan
Bav û kalan bar kirin ji hêla Serhedê, ji ber zilma Osmaniyan. Agirê Zerdeştî bûbû bar û piştî li ser milên wan, bûbû sedema fermana bav û kalan. Lê wan dev ji arê xwe bernedan û rahiştin wî barî, li gel kul û keser û zahmetiyên giran û xewn, xiyal û hêviyan. Ev tev li nav parçeyek ji dilên xwe bar kirin û berê xwe dane Ermenistanê, parçê din li welat hiştin. Pişta xwe dane axa bav û kalan, bi hêstirên çavan, bi kul û keserên giran.
Piştî konên xwe vekirin li welatek biyan, ketin nav tevgera avêtina kul û keseran, lê hêvî û xiyal nedihatine avêtin. Ewan çandin!.. Û bi hêstirên çavan avdan, bi kumreşiyeke mezin paraztin ji ba û tofana koçberiyê. Zarokên xwe mezin kirin, bi fêkiyên darên hêvî û xiyalan. Xwîn û goşt girtin, hestiyan gir kirin bi wan fêkiyan zarokên koçberan. Hêvî û xiyal di hemû hucreyên wan de ciyên xwe çêkirin, êdî nema derketina der. Fêkiya serpêhatiyan, fêkiya kilam û sitranan, fêkiya ziman, fêkiya cand û hunerê, fêkiya tore û hemû kevnesopiyên ku ji welatê bav û kalan bi xwe re anîbûn û hwd.
Mamostê mezin Arsen Poladov jî, yek ji wan kesan bû ku bi van fêkiyan mezin bûbû û ji bo van xiyalan bi hunerê bixemilîne û bi cîhanê bide zanîn, ket nav tevgereke giranbiha.
Mamoste, di sala 1942 yan de, li paytexta Ermenistanê, Êrîwanê hatê dinê. Li St Petersburgê çû zanîngehê beşa felsefê, lê piştî sê salan dev jê berda. Dû re cû li Moskovayê beşa rejîsoriyê teva kir. Ji wir berê xwe da Parîsê û ji mamostê bi nav û deng Marseille Marso du salan dersên pandomîmê girt û vegeriya Êrîwanê. Li wir bi desteka Sovyetê dibistanek pandomîmê bi navê xwe "Dibistana Pandomîmê ya Arsen Poladov" ava kir.
Di navbera salên 1975 û 95 an de zêdetirî 20 salan di Şanoya Dewletê ya Moskovayê de mîna rêvebir û derhêner kar kir û bi sedan kes perwerde kirin. Ne tenê li Moskovayê, lê li Sorbonê û gelek deverên din ên cîhanê şagirtan dersên şanoyê ji Poladov girtin. Zanîngehên Berlîn, Parîs û Pragê gelek caran ji bo ders û semîneran ew vexwendin.
Poladov ji sala 1995 an heta roja ku dilê wî ew careke din xapand û ji me dûr kir, li Beşa Dîroka Pandomîmê ya Zanîngeha Dewletê ya li Yaroslavlê mamostetî dikir.
Yek ji xiyala Mamostê Xiyalan jî ew bû ku, bikaribe ji bakûrê Kurdistanê çend xwendekar bibe li Moskovayê, li ser şanoyê bide perwerdekirin, an jî çendekî dirêj bikaribe li Bakûr an li Stembolê bimîne, da bikaribe çend xortên Kurd perwerde bike, lê him ji ber xemsariyan û him jî ji ber temenê mamoste mixabin ku têr nekir, ev xiyala mamoste di xweşiya wî de bi ser neket, lê bandoreke pir xweş hişt li dû xwe, ku ciwanên kurdan hene dê bi vê bandorê xiyalên mamostê hêja bidomînin.
Mamoste Poladov di sala 1993 yan de tevlî 3 emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê bûbû Cara yekem bû diçû Amedê û mixabin dil fersend nedayê ku careke din biçe Amedê bibîne, lewre pir dixwest careke din biçe û li Amedê demek dirêjtir bimîne. Li ser Amedê dema ew Egîdê Cimo û Feyzoyê Rizo li çayxaneyek rûnistine sohbetê dikin, Mamoste Poladov weha dibêje: "Egîd, ser Dîyarbekirê çi bêjim? Min got, ez dîsa jî dibêjim; Dîyarbekirê da sê tiştên pir dîrokî hene, yek çemê Dîclê ye, yek sûra Dîyarbekirê ye, yek jî toz a Dîyarbekirê ye. Ev her sê jî pir bi min xweş hatine."
Xiyalin, yên mirovan digihênin, kamil dikin, xiyalin yên jiyanê dirêsin. Grîng e ku mirov xwedî xiyalên mezin û paqij be û li dû wan bimeşe, bi wan re bimeşe, bi wan bijî. Wê demê di jîyanê de cîyek ji mirov re çê dibe, şopek li dû meriv dimîne. Eger mirov şopek li dû xwe nehiştibe, sedema wê xiyaneta bi xiyalan re ye.
Dema mirov ji welatê xwe, ji rahên xwe bê dûrxistin, gelo çi dimîne di dest de ji xiyalan pê ve? Mamoste li dû xiyalên xwe meşiya, bêy ku wana biêşîne, bixeyîdîne, xwe êşand di ber xiyalan de û xêzek li jîyanê xist, şopek hişt.
Yekê Nîsana 2004 an bû, me bihîst ku Mamostê Xiyalan Arsen Poladov careke din konê xwe bar kiriye, lê vê carê bi rûyeke li ken û pişta xwe daye vê jîyanê, .
Me got qey henek dike, me got qey li ser dikê ye û ji xiyalan re, bi xiyalan re dilîze weke cara!.. Lê vê carê dil bû ku lê lîstikan dikir, bi xebera wî nekir ew dil tu car û ne ev car jî, ji me dûr kir Arsen, Mamostê Xiyalan.
2005-04-01