Ji bo kurdên bi kurdî naaxivin!..
"Kurdino, malxerabino, yan nebêjin em kurd in, yan fêrî zimanê xwe bibin." Mîr Celadet Alî Bedirxan
Li ser her alî û reha ol, wêje, dîrok, zanist û perwerdeyê, her wiha li ser her alî û rehên civakê, jiyana civakî, teşegirtina giyana ferdî û civakî, mora ziman heye. Bandora mezin a ziman xwe di hemû aliyên hebûna çandî de jî diyar dike. Hemû rêyên çi veşarî, çi aşkere, çi dîtî û çi nedîtî, çi serkeftî û çi ne serkeftî, di ziman re derbas dibin. Ziman, bingeha herî grîng a hebûna mirovan e. Ziman civak, gel û netewe bi xwe ye. Bi pêşketina ziman û wêjeyê re, civak û gel bi pêş dikevin. Ji lewre ye ku destên dirêjî zimanê mirovan dibin, di rastiya xwe de, dirêjî hebûn û hemû nirxên mirovî pîroz dibin. Ji ber van rastiyan jî, dema mirov zimanê xwe wenda dike, mirov pê re jî hebûna xwe wenda dike. Dîsa ji ber heman rastiyan e ku dijminên gelê kurd di her demî de, beriya her tiştî û bi hemû hêz û lîstikên xwe ve, ji bo tunekirina zimanê kurdî têkoşiyane. Lewra zanibûne ku dema ziman bikujin ango tune bikin, dê pêre jî vî gelî tune bikin. Îroj jî ev rastiya hewldanên dijminan di bingeha xwe de neguheriye, tenê dikare hinek reng guherandibe. Loma jî divê em tu carî pê nexapin ku dijminê gelê kurd, dê bi xêra xwe û bavê xwe ji bo kurdan û zimanê kurdî gaveke erênî bavêje.
Neteweyek, gelek, dema di zimanê xwe de bi paş ve bikeve, nikare çanda xwe , dîroka xwe û tu nirx û rûmetên xwe yên di nav hezarê salan de afirîne jî biparêze. Dema ev nikarine bêne parastin, wê demê nikare bahsa hebûna wê neteweyê, wî gelî jî bê kirin. Belê dikare li ser axa xwe be jî, lê dê li ser wî axî bêax û bê hebûn bijî.
Hemû civaknasên cîhanê hemfikirin in ku di nav hêmanên madî û manewî yên neteweyekê diafirînin de, hêmana herî grîng ziman e. Civakên ku di nav xwe de yekîtiyeke ziman neafirandine, nikaribûne bibine netewe. Di her dem û serdemên dîrokê de diyar bûye ku gel û neteweyên nekarîne zimanê xwe biparêzin pir hêsantir dikarîbûne parçe bibin, di nav demê de ji kesayetî û xwebûn û nasnameya xwe bibin. Gelek ku li zimanê xwe xwedî derketiye, eger dîl jî hatibe girtin, zilm û zordariyeke bêhempa jî lê hatibe kirin, nasnameya xwe ya neteweyî karibûye biparêze û di nav demê de, ji nû ve mîna neteweyekê ciyê xwe di nav dîrokê de stendiye.
Neteweyek ku li ser bingeheke xurt rahên zimanê xwe berî nav civaka xwe nedabe, deriyan ji dejenerasyonê re heya dawî vekirî dihêle û ew netewe, ew gel ji xwebûnê derdikevin û nikarin bibine tiştekî din jî, çelexwarî dibin û wenda dibin. Neteweyek ku bixwaze xwe biparêze, beriya her tiştî divê zimanê xwe biparêze.
Neteweyek, gelek ku bi zimanekî din lorîkan ji zarokên xwe re gotiye û bi zimanekî din axiviye, ew netewe, ew gel di naverasta siyasetê de jî bi ser neketiye, di nav çanda biyanî de elçiqiye û ji holê rabûye. Ji lewre ye ku divê em her tim minêkarên çi wêjevan, çi helbestvan, çi nivîskar, çi dengbêj, çi stranbêj, hemû xizmetkarên zimanê gelê xwe bin. Tenê bi vî rengî em dikarin hebin û li ser lingan û xurt bin.
Tu xizmetek, bi qasî ku mirov vî zimanî hînê zarokên vî gelî bike pêştir û pîroztir nîne!.. Beriya her tiştî divê ev ziman li gel hemû bedewiyên wê dewrî nifşên nû bibe, da ew nifş ji tunebûnê rizgar bibe û serbilind bijî. Divê zarokên me bi grîngî, bedewî û pîroziya zimanê xwe bizanin û bi wan mezin bibin. Zarokên me divê bi vî zimanî biramin, xewnan bibînin, xiyalan deynin, bixwînin, biaxivin, binivîsin. Tu tiştek nikare bibe sedem ji bo pêkanîna vî karê pîroz û divê nebe jî, an na dê bibe xizmet ji lîstikên tunekirina vî ziman û gelî re.
Li ser grîngiya ziman, ji aliyê gelek mirovên zanist û fîlozofan ve gelek tiştên hêja jî hatine gotin. Ez dixwazim ji wan çend mînakan bidim, lê beriya wê helbesteke Hozanê Sîcîlyayî Îgnazîo Buttita ya li ser ziman binivîsim.
Gelek hatibe qeyd û lelekirin, Hatibe dorpêçkirin û bêdengkirin, Hîn jî azad e ew gel.
Her tiştên wî ji destê wî bigire, Maseya lê xwarin dixwe, Livînên li nav radizê, Hîn heye ew gel.
Gelek him jar û him dîl e, Dema zimanê wî bê dizîn, Û êdî ew gel winda ye.
Hozanê Sîcîlyayî Îgnazîo Buttita
”Sînorên zimanê min, sînorên cîhana min e. - Ludwig Wittgenstein” ”Zimanek bêhempa bide min, ez ji wî zimanî, ji we re neteweyek mezin biafirînim. - Leibniz” ”Kesê ku bi zimanê xwe baş nizanibe, dê nikaribe zimanekî din jî bizane. - Bernard Show” ”Milet, civakeka xwedî wêje ye. - Balzac” ”Ziman, parçeyek ji karaktera mirovan e. - Bacon” ”Ez bi tenê, dema mirov bi zimanê dayika xwe nizanibin alîgirê lêdana wan im. - Churchill” ”Ziman, neynika neteweyekî ye. Dema em li wê neynikê dinihêrin, em li wir ekisa xwe ya herî rast dibînin. - Schiller” ”Civakên ku ramanên xwe û hêviyên xwe yên pêşerojê li ser zimanê neteweyê saz nekin, dê nikaribin afirîner û şareza bin. - Ramanwerê fransî Rochefoucauld”
Bi hêviya ku tu kurdek li ser ruyê erdê nebe kujerê zarokên xwe û bi destê xwe zarokên xwe nede xelkên din, lewra hînkirina zimanekî din kuştina wî zarokî ye û zarok bi kîjan zimanî biaxivin, dibine zarokên wî gelî. Tu sedem nikare vê kirêtê û malmîratiyê mafdar nîşan bide.
Mahabad Felat Arda 2012-07-05 / Stockholm [email protected]