JI BO RASTNIVÎSÊ ÇEND NÎŞE
http://twitter.com/rukensarili
Tîpên Kelijandinê:
1) Li gorî rêbazên rastnivîsê; Beriya tîpa ‘y’ tîpên ‘î-ê’ nayên bikaranîn, li tîpa ‘i’ yê vediguherin.
Mînak: Şaş >> Ev dîyarî ji bo te ye. Mînak: Şaş >> Ev, dêya hevala min e.
Mînak: Rast >> Ev diyarî ji bo te ye. Mînak: Rast >> Ev, diya hevala min e.
2) Li gorî rêbazên rastnivîsê; Beriya tîpa ‘h’ (ji xeynî peyva cîhan) tîpên ‘î-o’ nayên bikaranîn. Tîpa ‘î’ li tîpa ‘i’yê, tîpa ‘o’ li tîpa ‘u’ yê vediguhere.
Mînak: Şaş >> Em ji cîhê xwe dûr ketin. Mînak: Şaş >> Divê em li hev gohdarî bikin.
Mînak: Rast >> Em ji cihê xwe dûr ketin. Mînak: Rast >> Divê em li hev guhdarî bikin.
3) Li gorî rêbazên rastnivîsê; Beriya tîpa ‘w’ tîpên ‘u-û’ nayên bikaranîn, li tîpa ‘i’ yê vediguherin.
Mînak: Şaş >> Navê xwesûwa wê, Berfo ye.
Mînak: Rast >> Navê xwesiwa wê, Berfo ye.
Di raweyên deman de bikaranîna lêkerên gerguhêz;
Dema ku lêker gerguhêz bin; Divê di demên borî de kirde her tim tewandî, bireser her tim xwerû be. Ji ber ku bireser xwerû ye, yekjimarî û pirjimariya bireserê bi lêkerê tê diyarkirin.
Mînak: Şaş >> Min wan dît.
Mînak: Rast >> Min ew dîtin.
Di raweyên deman de bikaranîna lêkerên negerguhêz;
Dema ku lêker negerguhêz bin; Divê di hemû deman de kirde xwerû be.
Mînak: Şaş >> Min çû, wê li dibistanê dît.
Mînak: Rast >> Ez çûm, min ew li dibistanê dît.
Qertafên ku lêkerên pêkhatî çêdikin, her tim li pêşiya lêkera xwe tên nivîsandin. Qertafên demê û hwd. nakevin navbera lêker û qertafa pêkanînê.
Mînak: Şaş >> Ez avê divexwim.
Mînak: Rast >> Ez avê vedixwim.
Lêker
Lêkerên hevedudanî; Dema ku navdêr bin, bi hev ve tên nivîsandin.
Mînak: Şaş >> Perwerde kirina zarokan, karekî girîng e.
Mînak: Rast >> Perwerdekirina zarokan, karekî girîng e.
Lêkerên hevedudanî di rewşa tebatî de bi hev ve û bi awayê raderî (mastar) tên nivîsandin.
Mînak: Şaş >> Xwendekar hatin hişyar kirin.
Mînak: Rast >> Xwendekar hatin hişyarkirin.
Lêkerên hevedudanî di avaniya dançêker de bi hev ve û bi awayê raderî (mastar) tên nivîsandin.
Mînak: Şaş >> Ew, dixwazin mala xwe bidin paqij kirin.
Mînak: Rast >> Ew, dixwazin mala xwe bidin paqijkirin.
Koka lêkeran di dema niha, dema bê yan jî di raweya fermanî de tê bidestxistin.
Dema Niha: Xwendin: Di + xwîn + im.
Dema Bê: Xwarin: Di + xw + im.
Raweya Fermaniyê: Avêtin: Bi + avêj + e/in!
Koka dema borî, di dema boriya têdeyî de tê bidestxistin. Bi gotineke din, hemû lêkerên bê rader di rewşa koka dema borî de ne.
Li Gorî Lêkerên Gerguhêz:
Mînak: Min rojname xwend. Te heval dît. Wî li şanoyê temaşe kir.
Wê diyarî da. Me name şand. We xwarin xwar. Wan nivîs nivîsî.
Li Gorî Lêkerên Negerguhêz:
Mînak: Ez ketim. Tu hatî. Ew çû. Em bûn. Hûn fikirîn. Ew firîn.
Cînavk
Cînavkên “xwe” û “hev û din” hem di cihê hêmanên xwerû, hem di cihê hêmanên tewandî de
tên bikaranîn.
Mînak: Tu li xwe dinihêrî. Mînak: Em li hev û din dinihêrin
Mînak: Te li xwe nihêrt. Mînak: Me li hev û din nihêrt.
Cînavka “kî” û “kê” ne li gorî zayendê, li gorî deman peywirê digirin. Cînavka “kî” xwerû, ya
“kê” tewandî ye.
Mînak: Kî dipirse? Dîlan dipirse. / Baran dipirse.
Mînak: Kê pirsî? Dîlanê pirsî. / Baranî pirsî.
Qertaf:
Qertafên veqetandekê (zayendê) her tim bi navdêran ve tên nivîsandin. Dema ku ev qertaf bikevin cihê navdêran ango di rewşa cînavkên xwedîtiyê de bin, cuda tên nivîsandin û li gorî rewşa dengdarî yan jî dengdêriyê, tîpa kelijandinê (y) digirin.
Mînak: (wekî qertaf) Ev, pirtûka min e.
Mînak: (wekî cînavk) Ev pirtûk, a min e.
Qertafên tewangê ji cînavkên kesane yên tewandî; “wî, wê, wan” pêk tên.
Î/nêr/yekjimar Ê/mê/yekjimar An/pirjimar
Ji ber tewang û ravekê, koka peyv û navdêran nayê wendakirin:
Çewt Rast
Tirkiyê Tirkiyeyê
Komelê Komeleyê
Rojnamê Ronameyê
Dîclê Dîcleyê
Licê Liceyê
Cixarekê Cixareyekê
Netewê Neteweyê
Nexweşxanê Nexweşxaneyê