Ji komeleya nivîskaran îstifa!
Di her lîstikê de riya fen û fûtan heye.
Lîstikvanên zexel, nezan û yên li ber têkçûnê, timî çavên xwe li riyên wiha digerînin. Her tim yên jîr û jêhatî qezenc nakin, carinan jî, ji ber wî hawê wan ê ku tenê pal didin zanabûn û jêhatîbûna xwe, li ber konetiyên lîstikvanên zexel diçin.
Wekî ehlaq, di hemû nihêrînên îdeolojîk û olî de, lîstikên ku her du alî destê hev nebînin, hatine qedexekirin. Lê lîstikên wekî kişik (setrenc) ku her du alî gavên hev du dibînin, bûne sembola jîrî û zanebûnê.
Yanî fen û fût ne nîşaneyên kesên baş in. Bi wan re lîstin jî zewqeke baş li paş xwe nahêle. Li dora kê hebin, mirov divê xwe ji wir bi dûr bixe. Dûrketina demî çêtir e ji her karê derengmayî.
Wekî tê zanîn, li Amedê komeleyek me Nivîskarên Kurd hebû. Di vê komeleyê de, ji sala avakirinê û heta niha, ew qas tiştên hatin serê me, ku kenê nizanim çi jî bi me hat. Di nav nivîskaran de jî her cure mirov hene, yên wekî helbestekê diherikin, yên wekî çîrokekê tehma wan dimîne, yên wekî romanekê her derê jiyanê digirin, yên wekî gotareke rojevê der û dora mirov ronî dikin hene.
Lê nivîskarî qadeke wisa ye, ku timî pirsgirêkan dijî.
Yên ji bo têkevin vê qadê rê û rêçikên cuda diceribînin, ên pîvanan binpê dikin û yên her kesî wekî xwe dibînin, asta vê qadê her tim berjêr ve dikişînin.
Mînak, li her welatî çendek weşanxane hene. Yên me kurdan jî çend weşanxaneyên me hene. Aram, Avesta, Belkî, Lîs, Ronahî, War û hin wekî din. Weşanxane ji bo bilindkirina asta berheman hene. Tê pirtûka xwe bibî weşanxaneyê, ew dê bide lijneya beşê (helbest, çîrok, roman û hwd.) û dema biryara weşandinê hat standin, dê derkeve ber xwendevên.
Pirtûka ku weşanxaneyekê ew ne weşandibe, berhemeke nenirxandî ye. Nirxandina wê maye ji xwendevanan re. Êdî xwendevan dê biryarê bide.
Lê xwendevan jî sist e, hema mirov dikare bêje ne xwendevan e. Gelo xwendevanên kurdî hene? Yanî girseyek wisa heye gelo?
Li gor lîsteya li ber destê me, hejmara kesên nivîskar li Kurdistana Bakur di ser 500 kesî re ye. Balkêş e, ku hejmara pirtûkên tên firotin jî ev e. Heke xwendevanê kurdî ev be, nexwe ew ji xwe re dinivîsin û ji xwe re dixwînin. Ev karesat e. Lê heke, ew 500 pirtûkên ku tên firotin jî ji aliyê vê girseyê ve nayê standin, yanî heke girseya xwendevanan cuda be, ev karesateke din e, nexwe ev 500 kes bêyî ku bixwînin, hew dinivîsin. Yanî ji wan re ji hewa ve tê, ew jî dinivîsin.
Xwendevanê min ê jîr dê bêje: “Girseya xwendevanê kurd hinek ji wan, hinek jî ji yên ku qet nanivîsin e”. Belkî jî wisa be.
Em bên ser nirxandina mînaka jorîn. Ku nivîskarekî pirtûka xwe nedabe weşanxaneyekê û korsan, an jî bi destê saziyekê dabe çapkirin û belavkirin û ku xwendevanên kurd jî rewşa wan ev be, yanî ku firotina zêde û çapa yekem, duyem, sêyem jî tune be, em ê çawa Helîm Yûsiv û romanûsekî nû daynin kêleka hev? Em ê çawa helbestvanekî nû û Ehmed Huseynî daynin ber hev?
Ji bo kalîteyek di berhemên edebî de hebe, divê destê weşanxaneyekê di vî karî de hebe. Xwendevanên ji kalîteya berheman fam dikin, berî ku pirtûkekê bistînin li navê nivîskar û navê weşanxaneyê dinihêrin. Weşanxaneyek ku berhemên xwe çawalêhato weşandibe, redaksiyon û edîtorî bi hêlekê ve çûne belav kiribe, ji çavê xwendevên jî dikevin. Xwendevan? Yanî ew 500 kesê ku her kes bi serê wan sûnd dixwe.
Îcar hîn ku em nirxandinên wiha tevlihev li ser kalîteyê dikin, em dibînin ku kesên di jiyana xwe de gotarek jî li derekê nedane weşandin, bûne endamê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê.
Ev jî ne bes e, nivîskarên me, li şûna bi nîqaşên bîra rewşê hewlî ser mijarekê bibin, bi hevdîtinên siyasî, bêyî ku hevalên xwe beşdarî nîqaşan bikin, bê agahdarî biryaran distînin û dixin meriyetê.
Kesên gotarek jî nenivîsandibin dikin nivîskar, kesên şaredar dixin nav mekanîzmayên nîqaş û biryaran, kesên siyasetmedar tînin hemberî mirov, çavên nivîskaran ditirsînin û hwd.
Kin û kurt, heke mirov teferûatan binivîse, li holê komele namîne.
Tişta xerab çi ye, hûn dizanin? Mirov hem îdeolojîk, hem siyasî nêzî hev be, lê dîsa jî ji bo mirov nebe halet û beşdarê fen û fûtên kesan, mirov ji aliyê hinan ve wekî dijber û mûxalîf were lansekirin.
Ast. Dema ku ast dadikeve, wekî goga mirov ji jor ve berde, bêserî dadikeve.
A baş, mirov xwe ji ber bide alî.
Heke na, mirov dê xwe pê re li asta herî jêr bibîne.
Ji ber vê yekê, ez jî wekî nivîksarên ku îstifa kirine, îstifaya xwe didim Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê.
Li cihê ku bêdeng pir bin, hemû bê sewt têk diçin, yek bi yek. Tik namîne..!