Ji qirkirina jinê tol tê hildan
Me roja têkoşîna beramberî zora li ser jinê li Rojavaya azad li peyî xwe hişt. Di encama têkoşîna jinan a hezarê salan, bi dayîna bedelên giranbuha mîna her sê xwîşkên Mîrabel, Rosa Luksemburg, Clara Zetkîn, Besê, Leyla Qasim, Zerîfeyan ve têkoşîna azadiya jinê gihîşt van rojan. Ev jinên qehreman bi êşa bedena xwe encax dikarîn rojekê bidin pejirandin ku bibe roja têkoşîna li dijî zora li ser jinê.
Pergala desthilatiya mêr a 5 hezar salî bi hişmendiya zayendperestiya civakî di modernîteya kapîtalîst de gihîştiye lûtkeyê. Bi pirtûka CAI bi ser navê pêşî jinan bikujin peyama bîrdoziya kapîtalîst ku jinê milk û meta dibîne dabû, bi vê peyamê heya mêjiyê nava hestiyên civakê xwe bi cih kiriye. Bûye çanda destavêtinê, bi vê çandê di bin banê vê hişmendiyê de bi awayekî sîstematîk li ser jinê qirkirin pêkanîn. Bi zanist, ol û qanûnan ev koletî û qirkirina jinê hate rewakirin. Bi vî rengî bi hezarê salan jin di bin nîrê koletiyê de ji sahneya jiyanê hate rakirin. Lê berxwedana jinan ranewestiya bi Bêrîtan, Zîlan û Arîn Mîrkanan ve dewam dike.
Çavkaniya hêza vê berxwedaniya jinan felsefe û ramanên Rêber Apo ye. Li ser hîmê bîrdoziya sosyalîzma demokratîk û civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê jin mîna ku aşiqê vê ramanê bibin, ref bi ref beşdarî nava vê têkoşînê bûn. Li dijî gotina pêşî jinan bikujin, Rêbertiyê got pêşî jinê azad bikin. Dest bi vê têkoşînê kir ji bo wê tevahî pergala desthilatdar girt hemberî xwe. Jinan jî ev yeka rast xwendin û xwe li vê têkoşînê girtin.
Di encama têkoşîna jinan a 30 salî ku berdewamiya xwîşkên komara Domînîkê ye. Di kesayeta YJA-STAR û YPJ’ê de têkoşîna jinan a li beramberî hişmendiya zayendperestiya civakî bû nasnameya hemû jinên cîhanê. Bi taybet di şoreşa rojavayê Kurdistanê de têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de jinan mohra xwe li bin serkeftin û destkeftiyên jinan ên dîrokî dan. DAÎŞ’a ku jinê xenîmeta şer dibînê, ji bo bikaranîna beden û ramanên jinê di bin navê ol de fetwayên taybet derdixistin.
Bi têkoşîna jinê bi taybet di berxwedana Kobanê de di kesayeta YPJ’ê de bû nasnameya hemû jinan. Îro ger DAIŞ têk diçe, misoger bi beşdariya jinan a nava şer ve pêk tê. Bi têkoşîn û berxwedana jinan li Kurdistanê ji şîdeta ser jinê tolhildan e. Di avakirina pergala neteweya demokratîk de jin pêşengiyê dikin. Jin niha di warê siyasî, civakî, aborî, çandî, dîplomasî û parastinê de rol dilîze û pergala hevserokatî hevjiyana azad ava dike. Bi taybet di xeta parastinê de beşdariya jinan, tê wateya şikandina hemû qeyd û zincîrên koletiyê. Ji hişmendiya baviksalarî tolhildan e. Ji jina reben, bêçare, bêparastin hatî hiştin, parastina wê ji mêr, bav û birayê wê re hatibû dayîn, qutbûn û mafê parastina xwe bi destê xwe xistine. Di mekanîzmeya biryarê de cih girtin, siyaset demokratîk kirine, bi enerjiya xwe ya poztîf coş, heyecan û moral daye civakê û şoreşa wê.
Bêguman her ku pergala demokratîk tê hûnandin, di hişmendiya civakê de jî guhertin çêdibe. Wê demê qadên azad ên jinê jî fireh dibe. Di vê wateyê de vê salê çalakiyên herî bi wate ên roja têkoşîna li dijî zora li ser jinê, li Rojava hatin kirin. Jinên Kurd ji milekî ve di çeperên şer de li ber xwe didan. Ji milekî ve jinan pergala demokratîk dihûne, ji milekî ve bi beşdariya jinên ji hemû pêkhateyên weke Ereb, Kurd û Suryanan, jinên ji nêrîn û baweriyên cuda ve li qadan meş û mîting dikirin û dengên xwe tevli dengê jinên cîhanê kirin. Di vî warî de pêşketinên mezin hatine qeydkirin. Di hêla civakî de jî guhertinên mezin çêbûne. Li gorî îstatistîkên saziya SARA ya li dijî şidetê çêkirine. Li Rojava par bûyerên şîdetê 2 hezar û 800 bûn, lê îsal daketî 820’an. Ev gaveke mezin e, çavkaniya van guhertin û pêşketina jinan jineolojî ye. Zanista jinê jineolojî zanista jiyana azad e, ya civaka azad e. Niha jinên cîhanê jî ji têkoşîna jinên kurd îlham digirin û li ser wê xwe azad dikin. Ev têkoşîn wê berdewam bike, heya ku pergala zayendperestiya civakî li hemû aliyên cîhanê jinê qir dike. Ev têkoşîn tolhildan e.