Ji REF Nemînin!
Dema ku mirov “ji xwe” tiştekî di derekê de dibîne yan jî “xwe” di nava tiştekî de dibîne, ew çi dibe bila bibe mirov xwe aîd hîs bike bêhtir şîrîn dibe.
Min di çend nivîsên xwe yên borî de jî qal kiribû, riya herî durist a ku em bikaribin xwe pê bigihînin civaka xwe huner û wêje ye. Di van demên dawîn de, du mînakên gelekî hêja derketin pêşberî me û bi awayekî di nava civakê de divê belav bibe hene. Yek jê min çend hefte berê nivîsandibû, şanaziya huner û wêjeya Kurdî yanî Mem û Zîn a Xanî ku wekî şano derketiye pêşberî me û ya din jî rêzefîlma bi navê REF ku beşa sêyem hate nîşandan. Bêguman mijara min a vê hefteyê rêzefîlma REF e.
Di rêzefîlma REF de ne mumkin e ku yek Kurdekî/e Bakurî hebe ku xwe bi tu awayan di nav de nebîne. Çi rasterast çi jî ne rasterast bi awayekî di nav de ye… Ev yek jî dike ku mirov bêhtir bi hestyarî nêzî van berheman bibe. Jixwe armanca hunerê jî ew ku bi hestyarî bandorekê li mirov û bi vî awayî li civakê bike. Di civakeke ku bi her awayî çewisandin di asta herî bilind de pêk hatiye û di demeke bi hemû awayê hovane civak û kodên wê hatine deformekirin de, bêguman e ku rêzefîlmekî mîna REF ji bo civaka me ciyê kêfxweşiyê. Ji ber ku naşibe yên çanda populer û serdestên xwe ciyê kêfxweşiyê ye, ji ber ku kodên civakê deforme nake û berovajiya wê kirinê, qet nebe bîra civakê ya dîroka nêz zindî dihêle ciyê kêfxweşiyê ye. Ji ber ku rastiyê bi rastiyeke hunerî derdixe pêşberî bîneran ciyê kêfxweşiyê ye. Ji ber ku bersiveke hunerî ye ji bo pergalên dagirker û hewldanên wan ên çawisandina çand û civaka Kurdan gelekî girîng e.
REF rastiya serdemekê ya Kurdistanê ye ku ji Amedê vedibeye. Nameyeke hestiyarî ye ku hê jî ji tu kesî re nehatiye xwendin… Ji bilî yên ku nivîsandiye kes bi wê nameyê nizane belkî.
Bêguman ji gelek aliyan ve mirov dikare li ser berhemên bi vî rengî bisekine, lê di demeke wisa de ku çanda populer û her wisa çanda kapîtalîst bi hemû awayê xwe yê hovane êrîş dike de, hewldan û pratîkên wisa bi xwe bawer û serkeftî dikarin rê li ber wê hovîtiya çanda kapîtalîst bigre. Wekî ku yek ji senarîstên REF’ê Elîxan Loran dibêje; “Me bi Ref’ê careke din rastiya civaka Kurdan hîs kir”. Belê bi rastî jî digel ku em dizanin jî bi temaşeya Ref’ê mirov careke din rastî û trajediya Kurdan hîs dike.
Çanda kapîtalîst çiqasî bi amûrên xwe yên fîzîkî û teknîkî xurt be û êrîşkar be jî, bi aliyê xwe yê hestyarî encax berhemên mîna REF bikaribe rê li ber êrîşên wê yên hovane yên li ser civakê bigre. Ji ber vê taybetiyê jî, ev rêzefîlma ku bi giyanekî gelekî ciwan, bi ruhekî amator hatiye çêkirin lê encam gelekî profesyonelî ye û berhemên bi vî rengî çi di şano, sînema û hemû beşên din ên hunerê de dikarin di avakirin û nûkirina civakê de risteke gelekî girîng pêk bînin. Ez li ser wê baweriyê me ku ew ê bi vê şêweyê pêk were jî.
Nizanim çiqas di cî de ye lê dema ku min REF temaşe kir, rasterast ev gotina Kurdî hate hiş êmin; “ Heta dilê xelkê li ser mirov bişewite, dev ji dil berde kirasê diya mere jî dişewite li ser mere”. Lewma jî heta hinek rabin û bi mentalîteyeke kapîtalîst du gotina ji bo vê civakê bibêje, hunermendên ku di hemû qonaxên REF’ê de cî girtine bi hemû şaneyên bedena xwe ligel ruhê xwe dadixin meydanê.
Bi vê xebatê jî tevgera çandî ya Kurdî dide xuyakirin ku ew ê ji bo avakirin û nûkirina civika xwe tim di nava hewldanê û xwenûkirinê de be. Jixwe riya herî durist jî ev e. Di serdemeke ku modernîteya kapîtalîst dixwaze civakê dabelihîne de, Ref bi hayjêbûna vê yekê dikare derbeke mezin li vê modernîteya kapîtalîst û ‘berhemên’ wê yên çanda populer bixe. Neçar e derbê lêxe ji ber ku armanca wê divê ev derb be. Divê xurtir be ku bikaribe civakê ji nava lepên yên çanda kapîtalîst derxe.
Bi hêviya ku di demeke kurt de tevgera çandî ya Kurdî bi gelek berhemên dîtir xwe berde nava ruh û rehên civaka Kurdî.
16.06.2014 Azadiya Welat