1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Ji Serê We re Ehmed Huseynî Mezin e
Ji Serê We re Ehmed Huseynî Mezin e,ji,serê,we,re,ehmed,huseynî,mezin,e

Ji Serê We re Ehmed Huseynî Mezin e

A+ A-

Ehmed Huseynî bi yek gotinê, bi hevoka herî pêşî madalyona ser sînga kurdî ye. Heke li ser ala kurdî der barê zimanê kurdî de sembolek hebe, roj, stêrk an jî tiştekî din, ew e Ehmed Huseynî. Çavên xwe bikutin wir û wisa bixwînin.

Çi hevalên me, çi wekî din, dema ku hin kes bi hevokên "em jê fam nakin" dixwazin behsa Ehmed Huseynî bikin, li şûna wan ez fedî dikim bi rastî. Ji ber ku nefêmkirin kêmasiyek e. Ne şerm e ku mirov fêm neke, lê şerm e ku mirov nefêmkirina xwe bike cihê henek, tinaz û pêkeniyê. Û mirov bi vî rengî dawêra ser ala xwe kêm bixe.

Li zora hinekan diçe ku Ehmed Huseynî, der barê birêz Ocalan de helbestek nivîsandiye. Gelo ji bo Cegerxwîn çi difikirin? Wî jî ji bo Lenîn, Marks, Engels û heta û heta bayêsorpêketoyê Stalîn de jî helbest nivîsandiye. Ma bi vî rengî tiştek ji helbesta wî kêm bû? Hûn çiqasî ji Ocalan hez nakin, ez jî ewqasî ji Stalîn hez nakim. Lê helbesta Cegerxwîn li ser Stalîn helbest e, têra xwe û we heye.

Ez ne sosyalîst im. Heke ...îzmek min hebe jî li pêşiya wê navê yekî kurd heye. Ji ber vê bila kes nebêje qey parastineke îdeolojîk dike. Lê van kesên ku kapîtalîzmê ew xwedî û kedî kirine, normal e ku êrîşî kesên dijberî kapîtalîzmê bikin. Jixwe ji bilî vê, sedemek tune ku mirov ji ber wê helbestê êrîşê Ehmed Huseynî bike.

Helbestvan, nivîskar û hunermendên kurd li Bakurê Kurdistanê berê jî ji du koman pêk dihatin. Koma "Welatparêz" û koma "Muxalif". Koma "muxalif" bila çewt neyê famkirin, ne muxalifê dewleta tirk in, muxalifê koma "welatparêz" in.

Radibin û rûdinin li ser xebatên wan, kirinên wan, çûn û hatinên wan dinivîsin.
Li rojnameya Zaman, Yeni Þafak û yên din binihêrin û li malperên wan binihêrin. Kopiya hev in. Dewlet êrîşî kê û ku bike, ew jî êrîşî wî/ê û wir dikin. Zaman dinivîse ku birêz Ocalan bi parêzera xwe re dizewice, bi lez werdigerînin kurdî û diweşînin. Çavên wan li teqtîkên psîkolojîk ên dewletê ne.

Niha îcar komek din li me zêde bû. Ev koma sêyem qismek ji koma "Welatparêz", qismek jî ji koma "Muxalif" veqetiyan. Ew jî koma "Kurdên Dewletê" ye. Berê cerdevanan ev kom temsîl dikir, niha nivîskar, hunermend û helbestvanên ku ketin vê komê jî hene. Êdî ev kom ne tenê komek çekdar e, bû komek "entellektuel" jî elahwekîl.

Ji ber ku heta niha dewletê hebûna kurdan qebûl nedikir, ev kes ji mecbûrî ji xwe re di nav koma "welatparêz" û "muxalîf" de diman. Hezar şukir ji Tevgera Azadiyê re ku dewlet qayil kir ku kurdan qebûl bike û cihek ji van kurdên "bê cî" re jî çêkir.

Îcar ji wan re derb e. Cihê xwe xweş dikin, lingan davêjin ser lingan. Yek li bilûrê dixe, yek li tembûrê. Hinek jî ji bo em nizanibin bê çi karî dikin, karê xwe di şîrket û mîrketên cuda de dikin û di berdêla pereyan de didin.

Di vî karî de çi tiştê baş heye?
Tenê ev heye ku mirovên xerab kengî ji nav mirov biçin baş e. Bi ava şolî şoreş nabe, çiqas zelal be ewqas baş e.

Kurd tu carî bi qasî niha ne nêzî Kurdistaneke Serbixwe û Azad bûn. Di vê kurdistanê de her kesek jî dê serbixwe û azad be û dê bi sîstemê ve bêpeyman negirêdayî be. Di vê çarçoveyê de em welatekî bi kurd, bi kurdî, azad, serbixwe, têr, xweş û xweşik ava dikin. Xebata vê yekê li kolanên hemû bajarên Kurdistanê berdewam e. Bi sedan saziyên kurdan niha li Bakura Kurdistanê li gor derfetên xwe perwerdeya kurdî didin, distînin. Herkes ketiye heyecana avakirina welatekî kurdî. Rengê alaya vî welatî jî ji helbestên Ehmedê Xanî, Ehmedê Huseynî û hemû stêrkên wekî wan pêk tê.

Revok xwe rakin û li erdê jî bixin, ev welat dê bi destê kesên li qadan bête avakirin û pîvanên wê jî ew datînin.

Lê îcar ku bêfedî û bê ar êrîşê bînin ser me û tew ji êrîşa xwe re jî bingehîn çirto virto çêkin, nebû.

Ez gotina herî dawî ji wan re dikin: Herin bi karê xwe de dakevin, tiliya xwe nexin karê mezinan, heke ev kar li gor we bûya hûn jixwe nediçûn nav biçûkan. Heke we fedî bikira, dê bihata bîra we ku kesên çûbûn cem Sedam çawa ji bo Mele Mistefa Barzanî digotin "Barzanî Xayin e, Sedam alîkariya kurdî û kurdistanê dike". Ya rast Sedam tenê alîkariya bêrîka wan dikir.
Îcar madem fedî tune, nexwe hema li karê xwe binihêrin, karê we ne ji me ye.