Ji îro û pê ve riyek ji kurdan re nema!
Piştî nivîsandina nexşeriyê, êdî ji kurdan re riyeke cuda nema. An dê şerekî xurt û belav were meşandin, an jî dê dewlet bi baqilî tevbigere û di dîroka xwe de carekê be jî, neyê lîstikên derve.
Di vê pêvajoyê de du materyalên pir girîng hene, ku divê bi milyonan kes bixwînin. Yek ji van materyalan parêznameya birêz Ocalan e, ku ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re hatiye şandin. Ev materyal ji 3 cîldan pêk tê û wisa xuya ye dê bibe berhema her demî ya kurdan. Ji niha ve mirov dikare pêşdîtinek pir hêsan jî bike; ku ev berhem dê li gelek zimanan were wergerandin û li cîhanê di sedsala 21'ê de bibe berhema herî naskirî.
Em hemû li kuçeyan, li kolanan, li mal û saziyan behsa kêmasiyên xwe dikin. Her roj mijarek me jî ew e ku em di karê xwe de ne serkeftî ne. Serkeftina me ne li gorî dilê me ye. Lê ji me heye ku dengê me naçe kesî. Dema ku mirov parêznameyê dixwîne, mirov fêm dike ku birêz Ocalan van pirsgirêkan pir xweşik dibîne, hîs dike û çareseriyên herî mayinde pêşkêş dike. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên me divê ev her sê cildên parêznameyê li her qadê bên xwendin.
Materyala duyemîn jî nexşerê ye, ku hîn me kesî nexwendiye, lê der barê wê de êdî em gelek tiştan dizanin. Nexşeriya kurd di vê pêvajoyê de însiyatîfê dixe destê demokratên radîkal. Ev însiyatîf jixwe di 30 salî de qet neketiye destê dewletê. Lê ji aliyê me ve jî bi her awayî bi serkeftin nehatiye bikaranîn. Nexşeriya kurd êdî tevliheviya seriyan ji holê radike.
Heke Nexşeriya Kurd ji aliyê girseyeke berfireh ve were xwendin dê her kes bibîne ku “Em hemû li pey heman armancê ne”. Derdê me hemûyan azadî, biratî, wekhevî û aramî ye. Ev tişt di sînoran de nayên hewşkirin. Di sedsala 21'ê de ji bo xêzkirina sînoran her kes dereng ma. Kê ji xwe re di sedsala 17, 18 û 19'an de sînor çêkir çêkir, yên ku çênekirin jî êdî di demek ku sînor nemane de, sînoran bixwazin dê bikevin şûna Don Kîşot. Rewşa ku dewleta tirk tê de ye, bi mijara “sînorên sor” jî ev rewş bixwe ye. Kurd êdî gelek gavan li pêşiya wan diçin. Kurdên Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakur her roj vê rastiyê tînin ziman.
Em divê heta dawiya sala 2009'an ji xwe re tiştekî bikin armanc. Ew jî ew e ku em materyalên bingehîn heta dawiya salê bi milyonan bidin xwendin. Her kesek divê li pirtûkxaneya mala xwe, dezgeya xwe, saziya xwe û kargeha xwe bi cih bike û kengî ku nîqaşekê dest pê kir, divê pirsa yekem “te ev materyal xwendine an na?” Heke nexwendibe jixwe em bi saetan nikarin tiştekî bi hevdu bidin fêmkirin. Heke ew kapasîte bi me re hebûya, jixwe me dê ew materyal nivîsandibûna. Ji bo me hebûna van metaryalan alîkariya herî mezin e.
Ji ber vê zelaliyê ye, ku em dibêjin an dê şerekî xurt derkeve, an jî aştiyeke bi rûmet. Ji ber ku ev materyal rewşa me di asta herî bilind de zelal dikin. Zelaliya rewşê jî refên me û dijberan ji hev cuda dike, zelaliyê dixe dev û gavên me. Ev zelalbûna helwesta me, an dê bibe sedema ku dewlet pirtir bi ser me de were, an jî dê bibe sedema ku dewlet zûtir aştî, aramî, wekhevî û biratiya gelan esas bigire û qebûl bike ku bibe Komareke Demokratîk.
Di deh salan de birêz Ocalan soza xwe ya di balafirgehê de bi cih anî, ku ew soz dabû me û ji bo Komareke Demokratîk ev xebat kirin. Kesên ku wê demê fêm nekirin ku wê sozê dide kê, îro hêvîdar im bi qasî ku fedî bikin rûmet bi wan re hebe.
(Ev nivîs di Azadiya Welat de hatiye weşandin)