Ka Cixarakê Lo!
Tûtin tunebû. Tûtina ku li nav kurmancan
dihate çandin jî qedexe bû êdî. Ez û Hadiyê Bûbo jî li ber pez bûn.
Çenek tûtina min hebû, lê min newêribû nîşanî wî bidim. Li vî welatî êdî
zêr dihate dîtin, lê tûtun nedihate dîtin. Qaçax bû.
Min
xwe li ber danî ku Hadî û pezê xwe bi dûr bikevin û ez jî cixareyekê
bikişînim. Carekê min nihêrî ku Hadiyê te bi dûr ketiye, agir berdaye
van strî û qiruncokan û li ber dûxana wan rûniştiye. Rebeno ji tunebûna
tûtinê dike bimire.
Min
got fersend e û min rabû bi dizîka kozikek lê kir. Di cihekî talde de
min xwe baş bi cih kir. Nava min û wî ji vir û Kunreşê heye (nêzî 700
metreyî). Min cixareyek pêça û berî ku agir berdimê jî min li paş xwe,
li Hadîka nihêrî. Dûr bû û nizanibû ku ez li vî aliyî bi cih bûme.
Ez
ji efendimê xwe re bêjim, min agirhestê xwe derxist û agirek berda
cixara xwe. Ez dûxana xwe jî bera erdê, bera ber xwe didim ku bilind
nebe û ji dûrî ve neyê dîtin.
Lê
mîratê bêhna wê heye. Ne bi henekan e. Hew carekê min dît ku Hadîka di
ser min re sekiniye. Wekî tu tifingê têxî sera, li ber min digeriya:
- Ka cixarakê lo!
(Gundiyekî Xerabreşka Dêrika Çiyayê Mazî ji civata xwe re digot.)