Ka ew roj ?,ka,ew,roj

Ka ew roj ?

A+ A-

Roja dawî ji meha Sibatê, roja kuştina serokwezîrê Siwêdê, sosyalîst û entlektuelê navdar, Olof Palme ye.

Di dîroka sosyaldemokrasiya Ewropa de cihê Olof Palme û  havrêyên wî Wili Brand û Bruno Kreiski tê zanîn.  Hersê jî ne bi tenê li welatên xwe û li Ewropa, belê li ser asta siyaseta cîhanê jî xwedîwezin û giranî bûn.

Ji vî aliyê hevbeş pêve Olof Palme, dostekî gelên bindest, piştgir û parêzvanekî mafên mirovan û rexnegîrekî bi cesaret bû li beramber siyasetên Emerîka û Sovyet, paktên Nato û Varşova.

Palme kesayetiyeke wiha bû ku dikarîbû siyaseta Emerîka bi Balyozê Vîetnamê re li meydana navdar cîhekî mîna Sergels Torgê protesto bike û bombeyên Emerîka li Hanoyî dibarandin bi yên ku di serdema faşîzmê de li Spanya, Polonya û Çekoslovya li cîhên mina Guernica, Oradour, Babij Jar, Katin, Lidice, Sharpeville, Treblinka hatibûn barandin re miqayese bike û bi sifatên giran siyaseta Sovyet li himberê mixalifan çi li hundur be û çi jî li welatên Pakta Varşova be protesto bike.

Ne tenê ev, Palme ewçendî li himberê diktator û xespkarên demokrasiyê bû ku yeke her serokwezîr ne mikune bike kir,  ango daket  meydan û gasînên paytextê welatê xwe û ji bo berxwedanvanên demokrasiyê li Spanya li dijê Franko bi qumbereyan peran dan hev.

Lidijderketina wî ya beramber rejîmê Efrîka Başûr û hewlên wî ji bo boykotkirina rejîmê nêjadperest û biserketina vê boykotê bi xwe jî nimûneyeke din e ji bo mirovhezî û humanîzma Olof Palme.

Di 150 salên tevgera sosyalîstî de û bi taybetî di nav damara sosyalîzma reformist de, di nav damara Bersteinî, Kautskiyane, Martovî , Menşevîkî û bi nisbetekê jî Plekxanovî de Olof Palme yek ji wan kesên di gelek aliyan de helî enternasyonalîst û helî konsekvent û biîsabet  bû.

Gotinên wî û kirinên wî di derece û asteke ji her serokwezîrê dewletekê naye û berjewendên netewdewletê rê nade û napejirîne,  nêzîkî hev û bi balans bûn.

Ev karekter û ev kesayetî di encama sefer û gerên dirêj û çavdêriyên bi salan de li Emerîka, li Hindistanê û li bilokê Ewropa Şerqî û di encama ji nêzîk de naskirina mekanîzmeyên kolonyalîstî û ferq û cihêyîyên di nav tebeqe û sinifên serdest û bindest de, çewsêner û xwêdanrêj de hatibû pê û ji tecrûbeyeke dewlemend wek ya sosyaldemokrasiya li Siwêdê bixwedî bûbû, stewyabû.

Mixabîn jiyana Palmê bi awayekî biêş û wek tirajediyekê bi dawî bû, xwîna wî li bajarê jidayikbûna wî li Stockholmê bi destên xedar û Iblîsî hate rijandin.

Bûyer û serpêhatiya Palmê ne bi tenê gelê Siwêdê, belê bi hezaran kes, mirovhez û aştîxwaz ji welat û kulturên din û di nav wan de kurd jî gelekî xemgîn kir in, êşandin û dan fikirandin.

Bi Sibata îsal re ev dibe 25 sal ku serokwezîrê Siwêda 1986 an êdî ne li jiyanê ye û gelek heyf û mixabîne ku hê jî kujerê wî nehatiye girtin û li kuştinên qatilwinda wek yên serokdewletê Emerîka Kenedî, yeke din jî zêde dibe.

Ne kêmî gelê Siwêdê em kurd jî bi her salvegera tê û derbas dibe re bi hêviya wê îsal qatil û kujer bêne tapkirin meha Sibatê pêşwazî dikin û em dê bi vê hêviyê bijîn.

Sebeb ne bi tenê hêvî û daxwazeke însanî ye, belê ji bo me kurdan yeke din jî heye. Ew jî tê zanîn ku demeke dirêj li dijê kurdan kampanyake bêmirwet û lewazwîjdanî hate li dar xistin, mina ku qatil kurd bin agehdarî û nûçeyan bi meh û salan rojname û medya Siwêd dagirtin û vê jî şik û gomaneke nerewa di nav gelê siwêd de û ne li xêra kurdan belakir.

“Kuştina Olof Palme bû wêneyekî neçê û reş ji bo kurdan. “Di têkiliyên kurd û siwêdiyan de ku li dora 1000 salan kevin in ev bûye babeta ku helî zêde nîqaş bûye, siwêdiyên ku nizanîbûn kurd kî ne jî ew nas kirin. Bi hezaran nivîs di medya siwêdî de derçûn. ( Rohat Alakom).

Kesên serê vê kampanya li dijê kurdan dimeşandin û ji vê seferê re pêşengî dikirin bi taybetî du kes bûn.

1.     Hans Holmer, serokê Polîsê wê demê (1930-2002)

2.     û hevalê wî Ebbe Carlson bûn.( 1947-1992)

Ev herdû kes, bûn arkîtekt û mîmarên Rêça Bingehîn ”Huvudspor” ku mebest kurd bûn. Demeke çendsalî nêçîra kurdan dest pê kir, bêhn li kurdan hate çikandin û salên 86 û bi taybetî 87 an şape li kurdan hate rakirin.

Polîs avête ser malên kurdan û hêlîn û xaniyên jiyana wan serobinî hev kirin. Êrîşa sala 1987 an bi taybetî bi navê “Operasyona Alfa “ keta medya Siwêdê, bi navê “kurdrazzia” termînolojiyek nû kete ferhengên Siwêdê.

Gelek kes hatin girtin. Navên corecor liv ê êrîşê hatin kirin û bi hejmarek nav kete medya, wek ”payîza Holmer a kurd”, ”Holmers kurdiska Host” û Hwd.

Li dora 40 pirtûkan û bi hezaran nivîs li ser kuştina Palme hatin nivîsandin, gelek rojnamevanên navdar yên mîna Jan Guillo akademisyenên wek per Westerberg girêdayê bûyerê axivîn, nivîsîn. (Rohat Alakom)

Û ciwamêr û bimirwetên mina Olof Lagercranz jî bêdeng neman, belê bi rengekî cihê ji yê Hans Holmer û Ebbe Carlson, layiqê Palmê û felsefeya wî ya li aliyê mexdûr û jêrdestan ku li jêr e:

” Kurd bêxwedî ne, neteweyekî li doza kurdan xwedî derkeve tune, komeke wan li welatê me dimîne, ewê çima Palmê bikujin ?. Sempatiya Palme ji bo kurdan hebû “.

Bi hêviya ku rojekê qatilê Olof Palme derkeve û heqî cihê xwe bibîne……….


Gotinên miftehî :