1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Karwanên Aştiyê
Karwanên Aştiyê,Karwanên,Aştiyê

Karwanên Aştiyê

A+ A-

Beyî xatir xwestinekê,
Beyî  hemêzkirineke ku hestiyê pişta mirov bişikîne,
Bêheska,  bêdeng û bêbeng  çûn.
Gelek deşt û zozan derbas kirin.
Ketin kemînan,
Kemîn danîn pêşiya dijmin.
Tî man,, birçî man,
Li ber tava havînê ya weke tîna tenûrê, singa wa qijirî.
Yekcaran jî qefilîn bi bahozên bacamed re, bûn berfemêr.
Lê tucarî bêhêvî neman.
Bi ser sinorên mirin çandî re derbas bûn,
Her çûn û hatina wan têlek rasayî rakir ji ser sînorê bêxêr.
Û çar parçeyê kurdistanê gihandin hev bi hezkirina xwe ya bêsînor.
Piştî 40 hezar şilêrên stuxwar
Piştî 5 hezar gundên sotewar,
Bi berxwedanek bê navber,
Ev delveta ku li ser tovên red û inkara gelê kurd hatî avakirin tewandin.
Û neçarî çareseriyek birûmet kirin.
 Dewleta ku serê saleke ye  li mifteyekê digeriya û tu gav nediavêt bi hewldanan xwe ya pîrozwer  neçar hiştin û nişan dan ku mifte cesaret e, mifte wêreki ye, mifte “em in tu ye”.
Lê serokê gelê kurd  li benda gera wan jî nema got “tu mifteyê dixwazî  ha ji te re.”
Û Karwanên Azadiyê keti rê…
Ew deriyê ku bi mifteya kevneperestî, tune hesibandin, nîjadperestiyê hatibûn girtin û  bi mifteya aştiyê hate vekirin.
Deriyê ku tenê bi fermî ji termên gêrilan vedibû,   ji bo azadiyê vebû.
Ev ne dîrok nivisandin e.
Dirok bixwe ye.
Diroka gelê serhildêr e.
Diroka berxwedanê  ye.

Vê mifteyê karê dewletê jî hêsan kir.
Rê li ber poşmaniyê û afû girt.
Ev jî dîrok e.
Ev jî destpêka dîroka biratiyê ye.
Wê dîrok wiha bê nivisandin.
“ Karwanên aştiyê bi rêketin, hatin ber deriyê zordariyê, deriyê zordariyê bi hemû ezamet û xofa xwe vebû û her vekirî ma.”

Mem MÎRXAN


Gotinên miftehî :