Kevneperestî, guherîn û bîrdozî
Samî TAN
Têkoşîna azadiya gelê kurd têkoşîneke neteweyî û civakî ye. Gelê kurd hem ji bo mafên xwe yên neteweyî û demokratîk, hem jî ji aliyê civakî ve li dijî zordestî û kedxwariya navxweyî têdikoşe. Civaka kevnare ya kurd civakeke lipaşmayî bû. Hefsarê civakê di destê hinek kes û malbatên zordest û kevneperest de bû. Hinekan li ser navê hoz û eşîran, hinekan li ser navê bîr û baweriyê, hinekan jî li ser axatî û begîtiyê civaka kurd li gorî dilê xwe bi rê ve dibir. Hêzên serdest û zordest ên kurd bi gelemperî hêzên noker bûn; hefsarê wan jî di destê dagirkeran de bû. Di vê civakê de takekesên azad tune bûn, serdestan li ser navê êl û êşîra xwe, li ser navê civat û murîdên xwe, li ser navê berdestî û xulamên xwe biryar didan. Dengê wan difirotin partiyên dagirkeran û li ser navê wan dibûn şaredar û parlementer.
Ev civak li gorî dilê dagirkeran bû. Dagirkeran ji kurdên wiha pir hez dikir, li aliyekî ew wekî xulamên xulamên xwe didîtin, li aliyê din jî ew dibûn mijara henek û pêkenîna wan. Kurd nezan bûn, safik bûn; ji bo wan masîgir, ji bo xelkê kûsîgir bûn. Kurdan ji bo mirîşkekê qira hev dianî, lê hêzên dewletê dihatin, ew giş bi hev ve girêdidan, li ser pişta wan siwar dibûn, dest diavêtin jinan, deng ji wan dernediket. Dema yekî ji gund ji yê din re bigota, “Pozê sola xwe xwar e”şerekî giran dest pê dikir, bi dehan mirov ji hev dikuştin, di dawiyê axa û şêx diketin navberê, cezayekî giran li her du aliyan dibirîn, xwedêgiravî ew li hev dianîn, lê di encamê de her du alî jî ziyandar dibûn.
Têkoşîna azadiya gelê kurd ev rewş guhart. Bi yekemîn guleya ku li hêzên dagirker hat teqandin, tirsa bi salan hate kuştin. Bi geşbûna têkoşînê re bandora hêzên serdest û noker jî hate şikandin. Têkiliyên feodal û paşverû cihê xwe ji têkiliyên demokratîk re hişt. Mirovan bi doza xwe re xwe jî nas kir, êdî mirov polîtîze bûn, bi rêxistin bûn, vîn û îradeya takekesî û rêxistinî ya mirovan derket holê. Ne tenê têkiliya serdest û bindestan, her wiha têkiliya jin û mêran; têkiliyan mirovan a bi xwezayê re jî guherî.
Bi milyonan jin û mêr, keç û xort, kal û pîr daketin qadan, reng û dengê berxwedanê li seranserî welêt belav bû. Dagirkeran nedixwest vê guherînê, vê civaka nû û nûjen bibîne, her tim qala kurdên berê dikir. Bi awayekî dixwest me bixapîne, lê di rastiyê de xwe dixapand. Me jî tim digot, “Em ne kurdên berê ne, kurdên berê êdî nayên, li wan negere, dem û dewrana çûyî li we venagere.” Me jî digot, qey bi rastî ew têkilî ji binî ve guherîne, me ew têkiliyên paşverû li dûv xwe hiştine. Lê belê hin bûyerên ku van demên dawîn li Kurdistanê diqewimin, nîşan didin û me jî hinekî zêde bi çakbînî li mijarê nihêrtiye. Têkiliyên civakî wisa bi hêsanî naguherin, guherîna di van çil salên dawîn de pêk hatine, hê di şaneyên civakê de nehatin raçandin. Hê guherîneke di ser re pêk hatiye, ji bo guherîneke bingehîn û bi kûrahî, dem û xebat divê.
Di têkoşîna gelê kurd de têgiha ku herî zêde tê ser zar û zimanan têkoşîna bîrdozî ye. Lê belê li dijî têkiliyên paşverû têkoşîneke xurt a bîrdozî nîn e. Mijara têkoşîna bîrdozî mixabin di destê hinek kesan de bûye çeka şerekî navxweyî, bi zîhniyeteke sovyetîk, bi çavên komîserên siyasî li vê mijarê tê nihêrtin. Hin caran jî şerê bîrdozî dibe navgîna şerê desthilatiyê. Li dijî îdeolojiya dagirker û nokeran têkoşîneke bîrdozî nîn e. Li dijî kemalîzmê, li dijî kevneperestiya olî, li jî êlperestiyê têkoşîneke bîrdozî nayê meşandin. Li şûna wê kes der barê hev de raporan dinivîsin û giliyên hev dikin. Navê vê jî dibe têkoşîna bîrdozî.
Helbet dê di rewşeke wiha de hêzên kevneperest û paşverû ji nû ve serê xwe rakin û li cihê ku tu qala avakirina pergala xweseriya demokratîk dikî, dê şerê hoz û êşîran bi rojan berdewam bike. Hêzên dagirker bi vê yekê gelekî dilgeş û kêfxweş dibin, em jî bi tenê li çongê xwe didin.