Kezeb
Telo hilkişiyabû ser xênî. Berfeke gir dibariya. Zarokan di hundir de bi hev re digotin:
-Berfa gir dawî li vir, berfa hûr dawî li dûr
Ji medbexê ber bi odeya rûniştinê ve direviyan û ji wir jî dîsa vedigeriyan medbexê. Apê Bûbo geh bi wan re hêrs dibû:
-Lawo rûnin laaawoo. Lawo wele we guh bi me ve nehişt.
Li aliyê din deriyê pacê vedikir û gazî ser xênî dikir:
-Temo dakeve jêr kurê min, sar e, serma ye, bes e êdî.
Temo guh nedidayê û bi tenê digot:
-Temam bavo, ez ê niha dakevim. Ma çi ye looo! Tişt tune, ne ewqas sar e.
Apê
Bûbo gaveke din yekcar hêrs bûbû. Rahişte kurê Temo yê biçûk, Zeredeşt.
Ji ber ku navê wî Zeredeşt bû, hêj şeşmehî bû, lê guharek jî xistibûn
guhê wî û Zeredeştê mezin bi vî rengî bi bîr anîbûn.
Di destê Apê
Temo de Zeredeşt, derkete hewşa xaniyê kelpîçî. Zeredeşt danî ser berfê
û kir ku vegere hundir. Zeredeşt dest bi girî kir. Temo ji ser xênî ve
bi lez berê xwe guherand û lê nihêrî ku bavê wî Zeredeşt daniye ser
berfê û vedigere hundir:
-Haho bavo, bavo! Ma tu çi dikî, haho sar e, sar e.
-Erê lawo sar e, ev 2 saet ez gazî te dikim ku tu werî hundir. Çima qey ya te kezeb e û ya min ne kezeb e, kurê min.
Li navenda Mêrdînê serboriya filankes.