KODÊN ÇANDÎ Û CİVAK
Sîdar Jîr
Di hemû qadên jiyanê de, li gorî keftûleftê rojane jiyan teşeyekê digire… Civak li gorî wê teşegirtinê dibe xwedî dirûvekî yan jî xwediyê nasnameyekê. Dirûvgirtina jiyana civakî li gorî feraset felsefîk a ku xwe dispêre dîroka civakê, bîr û baweriyên civakê, leheng û pêkhatiyên civakî, dîrok û mîtolojiya civakê xwe nû dikin yan jî xwe vedijînin. Ev nûkirin, berdewamî yan jî bi awayekî dîtir vejîna civakî bi gelek rê û rêbazan pêk tê. Di ser hêmanên mîtolojîk, felsefîk, hunerî, çandî û dîrokî re dikare pêk were…
Ne tenê ji bo van tiştan her wisa ji bo parastin û pêşvebirina civakê jî gelekî girîng e. Ji cil û bergên civakê bigire heta muzîka wê, ji govenda wê bigire heta lehengên we yên dîrokî û mîtolojîk dike ku civak bêhtir xwe bigire.Di warê felsefîk û çandî de civak li gorî jiyana xwe ya rojane teşe digire.Beguman ev teşegirtin berovajî jî pêk tê. Dema ku em bala xwe didin stran û govendên civakekê em dibînin ku wê civakê çawa reh û kokên xwe bera axa xwe daye… Ji ber ku em ji wan hîn dibin ku stran û govenda civakan ne tenê çîrokên wan ên şahiyê ne. Her wisa çîroka wan a şer û êş û aciziyê vedibêjin…
Jixxwe ji stranan ev yek gelekî diyar e lê dema ku bi baldarî govend jî werin çavdêrîkirin mirov bi hêsanî heman tiştî dibîne… EV taybetî di nava civaka kurdan de jî bi heman şêweyê ye. Ligel çîrokên govendê, stranên şahiyê û awazên xweşiyê em dibînin ku çi govend û çi jî stranên kurdan jî wekî yên civakên din bi befirehî çanda wan ji nifşên nû re bi berfirehî radigihînin. Her wisa, di nava gelek civakan de hin hêmanên ku wekî yên şînê tim tên zanîn, di şahiyan de bi hêsanî tên bikaranîn û ev yek jî bi tena serê xwe, bi qasî ku bibe mijareke sereke ya civaknasiyê xurt e. Wekî mÎnak di nava kurdan de, stranên ku gelekî bi êş û elem dibe awazên govend û şahiyan. Ji aliyê din ve jî hin deng an jî awaz hene ku tenê di şahiyan de mirov di rewşên asayî de pêrgî wan tên. Wekî mînak “lîrandin.”
Lê gelekî balkêş e û wekî gelek mijarên civaknasiyê ku divê pispor vê yekê bi awayekî berfireh lêbikolin û bi zelalî vebêjin. Ji ber ku tenê civaknasî û zanista psÎkolojiyê dikare strana “Bîngol Şewitî” û govenda kurdan bibêje… Yaan ne tu rê nîne ku kuştina ciwanekî ku bibe stran û civak li ber govendê bigire bibêje. Yan jî tu rê û çare nîn e ku govenda kurdan a li ber strana “malan bar kir lê lê/ çû zozana lê… / goştê me xwar lê lê mişk û maran lê lê” vebêje. Di eslê xwe de ev her du mînak jî trajedî ne… Lê kurd li ber govendê digirin û şahiyan li dar dixin. Yan jî wekî nîşaneyeke şahiyê kurd dilîrînin û di hemn demê de, dema ku miriyên xwe ji malê derdixin dilîrînin… Wekî gelek mînakan ev mînakên hanê jî hêjayî lêkolîneke civaknasiyê ne. Bi vî awayî gelek mînak dikarin werin rêzkirin. Her wisa hemû jî neçarî vegotin û vebêjeriyeke civaknasiya roja îro ye. Ev hemû wekî kodên çandî yên civakê ne ku hewceyî lêkolîn û ronîkirinê ne.
Azadiya Welat