Konfederalîzm
Konfederalîzm sîstemeke utopîk e, yanî xeyalî ye. Sosyalîzm jî berî salên 1917'an sîstemeke xeyalî bû. Lê kengî ku Lenîn şoreşa 17 rezberê pêk anî sosyalîzma reel (pêkhatî) derket holê û êdî xeyal nema.
Sîstema konfederalîzmê herî pir %49 ji ber sîstema sosyalîzmê hatiye girtin. Lê herî kêm %51 hatiye guhartin. Em divê guhartinên bingehîn baş nas bikin.
1- Sosyalîzm ne demokratîk bû.
2- Sosyalîzmê mafê mirovan di warê şexsan de nediparast.
3- Sosyalîzmê azadiya jinê dernedixist pêş, şoreşa jinê armanc nedikir.
4- Sosyalîzmê rêveberî bi dest gel ve berneda.
5- Sosyalîzmê karker dikir serdest û serdestiyek nû ava dikir.
Dîsa jî konfederalîzm li ser dendika sosyalîzmê hatiye avakirin, sosyalîzma nû ye.
Bi carekê re ev qas madeyên girîng dikarin bêne rêzkirin. Biçûk û mezin, hûrik û girik, girîng û negirîng hêj gelek made hene.
Di Konfederalîzmê de rewş cuda ye. Rêxistina gel ji komelan dest bê dike.
1- Hemû karkerên bajarekî dibin komel, bi karkerên navçe û bajarên din re federasyonê ava dikin. Hemû xwendevan, jin, yextiyar, mamoste û komên din jî di nav xwe de pêşî dibin komel, komelên bajar û navçeyan jî dibin yek û her kes federasyona
xwe ava dike. Hemû federasyon di meclîsê de konfederasyonê ava dikin.
2- Di meclîsa konfederasyonê de hemû çîn, çand, nasname, ol û hin wekî din têne temsîlkirin. Di meclîsa konfederasyonê de karê welat tê dabeşkirin.
A- Karûbarê Derve
B- Karûbarê Hundirîn
C- Aborî
D- Daristan û Gund
E- Senayî
F- Dewlemendiya Binerdî
G-
û bi vî rengî 12 xalên bingehîn têne avakirin ku xalên din li bin van beşan têne avakirin. Di aboriyê 12 xal ên bingehîn in.
Li ser her xalekê kesekî pisporê wî karî tê bicihkirin. Êdî herkes pirsgirêkên xwe li komelê çareser dikin. Pirsgirêkên giran diherin federasyonê. Yên girantir jî diherin meclîsa konfederalîzmê. Li meclîsê pirsgirêkên aborî diherin ber destê karûbarê aboriyê, yên din jî diherin beşa xwe.
Sîstem bi vî rengî ji dewletê dûr dikeve. Komikek nikare sîstemê têxe destê xwe û serdestiyê li ser komikên din bike. Lê ji bo vê yekê asta mirov a mirovahî jî divê di warê perwerde û psîkolojiyê ve were pêşvebirin.
Di konfederalîzmê de jin jî komel û federasyonên xwe ava dikin û bi her warî karê xwe dikin, pirsgirêkên xwe li gor xwe çareser dikin. Ew jî çiqasî di warê mejî de pêş ketibin, ewqasî dikarin azad bibin, heke na sîstem çiqasî destvekirî be jî jineke esaleta azadiyê nizanibe dê her ji siya mêr hez bike, wekî koleyê ji koledar hez bike.
3- Di konfederalîzmê de li şûna ku navend were nepixandin, rêveberî li binî tê belavkirin. Ji ber vê yekê 167 netewe digel hemû çîn, ol, nasname û hin wekî din dikare di yek meclîsê de bêne cem hev û bi hêsanî bêne birêvebirin.
Ev e çîroka konfederalîzmê.
Nivîseke wiha li min diket an na! Dema mirov dinivîse mirov rastî tiştên wisa tê ku mirov hew dikare xwe bigire. Qaşo û goya
siyasetmedar in lê sif ji bo koma din qirêj bikin heqaretê li xeyalên hevdu jî dikin. Li paş hev ji dê û jinên hevdu re siqêfan dikin. Li ser serok û rêberên hevdu karîkaturan çêdikin û di wan karîkaturan de jî bêbextiyên nemayî li hevdu dikin.
Tê bêjî qey em nizanin karukatorî çi ye. Me qet nexwendiye, haya me ji zanista civakî tune. Tê bêjî qey di nav 20 milyon kurd de yekî wekî wî/wê baqil tune.
Welhasil gelek kesên nexwendî jî dikevin tora van nêtxeraban. Ji bo vê yekê min xwest li Amîda ne siyasî li ser vê mijarê binivîsim. KCK, Kongra Gel û hin wekî din çiqasî konfederalîzmê bi cih tînin ew ne karê min e, ne barê min e. Lê konfederalîzm ev e. Heke hûn li Kurdistana Bakur binihêrin hûn ê bibînin ku di vî warî de zerre xebat tune. Çendek komelên ku hatine vekirin jî ji bo bêne girtin ji aliyê saziyên kurdan ve her tişt tê kirin.
Komeleya Malbatên Girtiyan, Komeleya Nivîskaran, Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî, Komeleya Xwendekarên Zanîngelê û
hemû komeleyên din ji aliyê aborî ve hatine mehkûmkirin. Xalo xalo li ber şaredaran digerin, şaredar wan ji ber deriyê xwe
destvala dişînin. Kî bêje derew e jî ez şahid û dîtyar im û bi dehan caran jî dîtyar im. Ji bo salekê hezar dolar butçeya van hemû komeleyan tune. Di rewşeke wiha de hatine mehkûmkirin. Konfederalîzm hêj di asta herî destpêkê de bi vî rengî hatiye xitimandin.
Ev e çîroka konfederalîzmê. Belkî bêjin rîwayet e. Gotinên qurreyan di guhên me de wasla wasla. Bila dîrok çîroka eynî wiha
binivîsin. Ne ji neyarên xwe, ji derdê hevalên kêmgihaştî em çongşikestî ne. Sibe ku hinek bêjin "Konfedaralîzm nebû çareserî" ez ê bêjim "qet nehat ceribandin". Ji niha ve dinivîsim.