Konferansa Wêjeyê û Kurdên Xorasanê
Dema ku em bi hev re axivîn tiştên gelek balkêş gotin. Pêwendiya bi Kurdên Xorasanê re em hestiyar kirin, em kêfxweş kirin. Lê dema ku sohbeta me kûr bû em êşiyan, em giriyan û em xemgîn bûn.
Li Xorasanê nêzî milyon û nîvek Kurd hene, li wê derê digel nahiye û navçeyan 14 şaredarî hene. Ji van çarde şaridariyan 11 şaredarî yên kurdan e, şaredar kurd in û bi kurdîniya xwe hene û li hêviya pêwendiyan in.
Çarsed sal berî niha ji bakûrê Kurdistanê Kurdan koçber dikin û ji çiya û zozanên bilind û xweş dûr dikevin. Bi şev û rojan, bi zor û zehmetî wan koçî Xorasanê dikin. Bi şev digihîjin Xorasanê, dibe serê sibê dema ku dinya dibe ronahî li der û dorên xwe mêze dikin ku ev der ne welatê wan e. Û ev rêz ji devê dayikek der tê:
“Van çiyayan yên me nîn in
Merxên çiyayên me hêşîn in
Kewên wî rind dixwînin”
Ji devê yeka din bi hesret û keser “sêrêz”eke din dertê(*):
Welatê me Erzerom e
Bi çiya û gul û tum e
Heft salan e ez jê dûr im”
Xerîbî dibe çarenûsa wan û bi “sêrêz”eke din bi histrên çavên wan re dadikevin xware:
“Ez qerîbê vî yurda me
Girifdarê vî derda me
Ne kuştime ne berda me”
Ev helbest wekî hest û bendewariya gelê Kurd ên li Xorasanê ji nava dilê wan ji çarsed salan vir ve ye dinisile, diwerive û dirijê ser axa xerîbiyê.
Li vê konferansê ev nisilî û dawerivî nava dilê me jî. Û hesret û keserên xwe anîn li me parve kirin. Helbestvan û ozanvanên her demê yên Xorasanê van derd û kulan her anîne ziman û îro bi hewara wan de hêviya mezin hatiye. Hêviya hemû kurdan ji bo wan jî bûye hêvî û bendewarî.
Îsmaîl Hesenpur helbestvanekî Xorasanê bû û yê ku derd û kulên Xorasanê li me parve dikir bû. Ew jî her bi derd û kul bû û ji nava dilê wî rêzbend dirijiyan salona rûniştinê ya
Mêvanxaneya Cihangerdiyê.
“Baran bibar tînî tînî
Tu mepirse ku em kî ne
Em gul in bê xwedî ne”
ya jî;
“Çere (çawa) bûne çiyayên reş
Va sînoran li arê (navbera) me
Dilê me kurdan birîn bûye
Li vir bi şîn (matem) in warê me”
Hêvî û bendewarê welatê xwe, dildarê rizgariya hêviya welatê xwe ne.
Azad ZAL
____________________________
(*) Sêrêz; li Xorasanê tewrekî hozanên gelêrî ne.