Ku DTP xwe nû neke!
Dîroka siyaseta legal a kurdan ne pir dirêj e. Ji salên 90'î ve dest pê kiriye. Cara yekem bi 22 parlamenteran HEP kete parlamentoya Tirkiyeyê. Piştî çend mehan jî hatin girtin. HEP di dema Erdal Înonu de ket parlamentoyê û şervanên kurd herî pir di wan 4 salan de derbên mezin xwarin.
HEP, DEP, OZDEP, HADEP û DEHAP hemû hatin girtin.
Girtina van partiyên kurdan bû sedema ku nûbûnek çênebe. Nav hate guhartin lê nêzîkatî nehate guhartin. Heke ev partî ji aliyê dewletê ve nehatina girtin, di van 15 salan de dê gelek caran pêdiviya guhartinê derketa holê. Lê herkesî xwe bi guhertina nav xapand. Vizyona van partiyan tunebû. Tekane tiştê ku dihate girtin ew bû ku girseyê berhev bikin. Ji ber ku bê vizyon bûn, tu carî xwe nû nedikirin û mirov nikaribû binirxanda ku hatine ku, li kîjan astê mane.
Aliyekî xwezayî hebû, ew jî ew bû ku tenê mirovên wêrek, zîrek û fedekar dihatin van partiyan. Kuştin, revandin, êşkence, windakirin hebûn. Kesê ku tiştekî wî yê winda bike hebûya, himeta xwe dikir û nediçû van partiyan.
Di hilbijartina sala 1994'an a 27'ê adarê de HADEP tunebû, beşdarî hilbijartinê nebûbû. PKK'ê hilbijartin protesto kiribû. Bi sedhezaran mirov neçûn ser sindoqan, ên ku çûn jî dengê xwe şewitandin. Ji ber vê dema revandina birêz Ocalan û hilbijartinên herêmî li hev rast hatin. Di 18'ê avrêl (nisan) a sala 1999'an de hilbijartinên herêmê çêbûn û 37 şaredarî hatin bidestxistin.
Cara yekem welatparêzên bi meaş derketin holê.
Cara yekem welatparêzan welatparêziya xwe dan ser hev û di berdêla wê de ji şaredaran memûriyetek xwestin.
Cara yekem mirovan ji partiyê re gotin “me şehîd daye, me berdêl daye, çima kesek ji me jî nabe memûr, nakeve karekî.”
Bandorek mezin li ser karaktera siyaseta legal a kurdan kir. Heke xwe dem bi dem nû nekira, sazî û dezgeyên nû ava nekira dê ev tişt bibûya nexweşiyek mezin.
Di hilbijartina 2003'an de rewşek ne baş hebû, lê partiyê dîsa xwe nû nekir. Di hilbijartina 2004'an de birêz Ocalan bixwe got “ez lêborîna xwe dixwazim.” Bi vî rengî xwest ku partiya legal ji berpirsiyariyê nereve. Madem ku yekî girtî jî xwe berpirsiyarê kêmasiyê dibîne û lêborîna xwe dixwaze, nexwe yên li derve li ser kar in, nikarin ji ber berpirsiyariya kêmasiyê birevin û hincetan nîşan bidin.
Di hilbijartina 2007'an de rewş hinekî din xerab çêbû. DTP'ê bi înad nedixwest mijarê fam bike. Wekî îro. Gelê kurd di hilbijartina 2007'an de bi zanebûn deng neda DTP'ê. Xwest ku li xwe varqile û nebêje “mastê kîs e, xera nabe”. Lê piştî hilbijartina 2007'an Ahmet Turk serokê giştî yê DTP'ê got ku “hilbijartin di dema kar û bar de bû, piraniya gel çûbû çinîna findiq û pembo, ne li welat bûn.” Min bixwe bi sedan mirov dîtin ku gotin “xwezî wisa negota. Wekî ji me re bêje 'mişk ji çiyê xeyidiye, haya çiyê jê tune'”.
Hilbijartina 2009'an di demek xetere de hat. Pirsgirêkên ku 10 salan ketibûn ser hev nehatibûn çareserkirin. DTP'ê xwe neguhartibû. Ahmet Turk ji bo “Meşa Hilbijartiyan” ku li Amedê dest pê kir, got “beşdarî hindik bû, ne layiqê Amedê bû”. Lê Amed êdî ranedibû. Peyamek dida. Dema li Îmraliyê êrîşî birêz Ocalan kirin li Yuksekovayê bi deh hezaran mirovan heta nîvê şevê xwepêşandan kirin. Lê li Amedê daxuyaniyek ji aliyê 5 hezar kesan ve li Koşuyolu hate dayin û belav bûn. DTP'yî şok dibûn, lê newêrîbûn mijarê jî biaxivin. Gel beşdarî çalakiya wan nedibû, li nav taxan protestoya xwe li dar dixist. Hilbijartina 2009'an di demek wisa de nêzîk dibû.
Hilbijartina 2009'an a 27'ê adarê li demek wisa rast hat ku dewletê got “êdî gel riziya, ji tevgerê dûr ket, em dikarin bitemisînin” û serokwezîr Recep Tayyip Erdogan bi vê moralê girt ser gel. Êrîşa li Îmralî hate kirin û sloganên Erdogan di heman demê de pêk hatin. Gel fam kir ku ji bêdengiya gel hinek moralê digirin. Dewletê sarbûna gel a ji siyaseta legel û rêxistina serê çiyê tevlihev dikir. Nizanibû ku hezar DTP jî birizin, bawerî û girêdana gel esil bi Rêberê wan û rêxistinê ye. Gel li Amed, Wan, Culemêrg, Êlih û hemû bajaran rabû ser lingan. Hilbijartin ji bo dewlet û hikûmetê bû têkçûnek. Bandorek mezin li ser Amerîka û Ewropa jî kir.
Lê ji bo DTP'ê ev bû cihê xwexapandinê jî. Ev serkeftin bû sedema ku çewtiyên 10 salan neyên nirxandin û DTP xwe nû neke. Piştî hilbijartinê her tişt wekî berê meşiya.
Îro pêvajoyeke pir xetere dest pê kiriye. Dewleta tirk valakirina Qendîlê wekî peywireke esasî daniye ber xwe û di vî warî de SOZ ji Washingtonê standiye. Washington jî di berdêla valakirina Qendîlê de çareserkirina pirsgirêka kurd dixwaze û parastina Kerkûk û Mûsilê dixwaze. Di dema pêş de dikare 10 hezar leşkerên tirk jî vexwîne Kerkûk û Mûsilê. Her wisa ji petrola Kerkûkê %2 dikare bide Tirkiyeyê.
Hevdîtinên ku îro hikûmet pêk tîne ji nişka ve dikare bibe sedema ku DTP hilbijartina 2010'an winda bike û AKP wekî nûnerê kurdan derkeve holê. Ev yek dê bingeha operasyoneke pir xetere jî çêke. Lê ji ber ku Amerîka dê di 30'ê hezîranê de ji Iraqê vekişe, her tişt dikare berî wê rojê pêk were. Ji ber vê ye ku tê gotin “dema AKP'ê tune heta sersalê raweste. Di demek kin de dê encamek jê derkeve.”
Di vê rewşê de DTP divê çima xwe nû bike û çawa xwe nû bike? Ev mijara gel e. Li kuçeyên bajar û navçeyan û heta gundan divê semîner, forum û şevên sohbetê bên lidarxistin û gel divê bîne ziman ku ew DTP'yeke çawa dixwazin. Gel divê yek bi yek rexneyên xwe bike. Ev 10 sal in ku di rojeva gel de DTP tune, şaredarî hene. Þaredar wekî xwediyê her tiştî tên xuyakirin. Di protokolên DTP'ê de jî li pêşiya parlamenter û siyasetmedaran rûdinin. Ji ber vê dubare dibêjim ku gel divê DTP'ê binirxîne û DTP divê xwe li gor van nîqaşan nû bike.
Ya rast, ez bixwe pir ditirsim.