Kufr û zilm
Gelo, serdema ku nivîskar û rewşenbîrên qewmê jêrdest, ên ku warê wan parî parî, axa wan bi postalên reş û palêtên tenqan rûhebeş her bihust wekî qajik tê cûtin; daqulî qevirekî bibin û di dagirkerên xwe werbikin, li paş ma?
Wan rojên ku zarokên keviravêj ji ber têwerkirina kevirekî di siwareya polisan, ji hêla ‘dadgerên’ dadgehê ve wekî ‘terorîst’ hatin dîtin û sal li wan hate birrîn, di vê quncikê de min bangek kiribû, ku li tevî dê û bavan her kes dakeve kolanan; kevirekî peyda nekin jî, daqûlî zixurekî bibin û tepizkî bavêjin hêzên ku di her xwepêşandanê de dikin ku çavên qewmekî, ji ber bombeyên xazê bibe serkaniya hêsran… Sed heyf; li tevî dozgerên ku weşana kurdî peyv bi peyv dişopînin, kesekî negotibû ‘ ew ê han çi dibêje’?
Tiştekî sembolîk be jî; tê gotin, ku Edward Seîd di dema ku zarokên întîfadayê, ‘generalên biçûk’ ên Yaser Arafat ku li artêşa dagirkerên xwe mîna ‘teyren ebabîlen’ hatibûn xezebê, di seredanekê de wî jî rahiştibû kevirekî û avêtibû bi hêla Îsraîl ve! Kevirek kare çi bike ji hêzedesthelatên dagirker ên mîna eyloyekî baskreş welatek xistibin bin per û baskên xwe, li ser termê axa wî bûbin teyrên berete?! Lê kevirek, kevirekî ku ji destê rewşenbîrekî derkeve û serê polisekî bişikîne, bawer im bi qasî têkbirina arteşekî di qada şer de, dê kartêker û xwedî bandor bûya li ser raya giştî a hundirîn û a derveyî… Dîsa jî, kevir-nameya ku ji destê romannûsa hêjayî rêzê Oya Baydar deketî, hêjayî bû ku nivîskarên kurd jî bi ‘kevirên’ peyva kurdî dikarîbûn bibin keviravêj! Baydar, bi nameyekê be jî ‘kevirekî’ di serokwezîr û desthlata îroyîn werdike, ji ber newêrekiya wan a dibiwarê çareserkirna pirsa sereke,pirsa kurd de!
Li gorî wê jî, rayedarên ku 80-90 sal in bi tirsa ku dê welatê wan dê were peçekirin, di her delîveyê de- digel ku têgehên wekî demokrasîyê, mafê mirovan, dewleta dadwer-wekî qajikekî pûç dicûn- ji bedêla ku nexşeriyekê deynin ber xwe û li ser maseyekê li gel kurdan rûnin; wekî her hikumeta rişmê desthelatê xiste destên xwe, ev hikumet jî dixwaze di heman dolabê de heman rêsî bigerîne…
Ji roja ku Tevgera Azadiyê biryar da ku di qada demokratîk vala nehêle, û ‘pirsê’ bi riya parlamenterên hilbijartî hilgire parlamentoyê û bi vir de, çi hate guhertin? Wê demê jî – heta ku li pêşberî çavên dinyayê parlamenterên kurd xistin erebeyên toros û berê wan bidin zîndanan- di her bernameyê de pirsek ji wan dihat kirin: PKK terorist e, an na? Êêê…niha? Niha jî – bi taybetî gotinên serokwezîr ên di şîvdayîna malbatên şehîdan de, ‘yên ku vebirkekê/mesafeyekê nexin navbera xwe hinên din (ji mesafeyê mebest PKK û Parlamenterên Eniya Kedê ne- dê bi tişta kul i hêviyê ne rûbirû bibin’; ma ne wekî pirsa berî niha bi 20 salan ku ji parmenteran dihat kirin e?
Di demeke ku piştî hilbijartina de herkes li hêyî bû ku bayê şer raweste, yê hênik hênik nesîmî pêl bi pêl biwirwire, serokwezîrê ku serokerkan kir ‘kizîrê’ milê xwe yê rastê, wisa dixuye ku dixwaze rahije rişmê hespa ereba şer û ew bajo, ew têkeve ber: Piştî Remezanê Xweda ji me û wan re mezin e! Eşhedûbilleh, Xweda mezin e. Xwedayê mezin zane kî zalim e kî mezlûm e? Û Xweda, ji zaliman bêhtir yê mazlûman e, bawermendê Xweda! Peyva pêşiyên ereban a ku hinek dibêjin peyva Nebî ye, bînim bîra te: El kufr yiddewim, zilm mayidewim!* *kufr didome,zilm nadome!