1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Kurdekî xayin lazim bû
Kurdekî xayin lazim bû,kurdekî,xayin,lazim,bû

Kurdekî xayin lazim bû

A+ A-

Gotinek kurdan heye, dibêjin “heta min aqilê xwe temam kir, min emrê xwe xelas kir”.

Niha li van kurdên bakurî binihêrin, ku heta duhî ji kurdên başûrî re hezar tişt digotin, rexneyên giran li wan dikirin. Lê kurdên başûrî li dijî hemû planên Sedam li ber xwe dan, şer kirin, can dan, azar kişandin. Dema Sedam televizyonek kurdî vekir, radyoyek kurdî vekir jî, neçûn milê xwe nedan milê Sedam.

Kurdên bakurî ku xwe pir xwenede û zana dihesibînin, başûriyan heta duhî wekî “neteweperestên hov” bi nav dikirin (ne li pêş wan), îro bi qasî wan rawestaneke bi rûmet nîşan nedan. Ji bo çend quriş pereyên dewleta tirk, xwe dane milê TRT 6. Ji bo reklama TRT 6 bikin pere distînin, ji bo bikaribin weşana zindî ay TRT 6 di malperên xwe de bidin jî weşana hemû kanalên kurdî didin, ji xwe re manewra dikin.

Rûyê wan ê qirêj, mejiyê wan ê kevnar xuya kir.
Ev hîn dema ku telefonî Kurdistana Bakur dikin û bi diya xwe re diaxivin, hîn dibêjin qey bavo li nav rez e, nizanin ku rez hemû hatiye şewitandin. Hîn dibêjin qey keko li ber pez e, nizanin ku meytê keko jî hîn nehatiye dîtin. Hîn dibêjin qey xwakê li ser tenûrê ye, nizanin ku xwakê gerîla ye.  Hin ji wan êdî car caran tên Kurdistana Bakur, lê xwe vedidizin. Dernakevin nav gel, ji bo ku naxwazin guhartinê bibînin. Gundiyekî ku ji wan zanatir, fambartir li xweşa wan naçe.

Gelek ji wan bi xêra PDK û YNK'ê dikarin bijîn. Qaşo di rêveberiya partiyeke bakurî de ne, lê heke PDK û YNK kaniya avê ji ser wan bibire, nikarin nan jî bixwin. Ji ber wê qet bawer nakin ku gelê kurd dikare Tevgereke Kurd salê bi sed milyon dolaran xwedî bike bêyî ku pişta xwe bide dewleteke biyanî, dikare li ser lingan bimîne.

Gotin: “Tevgereke Kurd di rastiya xwe de bincilka Sûriyeyê ye.” Piştre nihêrin Sûriye nikare li xwe xwedî derkeve, gotin “bincilka Îranê ye”. Piştre nihêrîn tofan li Îranê rakirin, gotin “bincilka Amerîkayê ye.” Dûre Amerîkayê êrîşek navnetewî bir ser wê rêxistinê, îcar jî gotin “rêxistineke sexte ya Tirkiyeyê ye.”

Xwendevanên ku taktîkên rêxistinên îstixbarî dizanin, pirtûkên wisa dixwînin, dizanin ku ev nêzîkatiyên jorîn hemû taktîkên wan in. Heyf ku ev taktîk ji aliyê hinek part(î)okên kurdan ve tên meşandin. Benîştê (lajik) wan timî ji dikana dijminê kurdan e. Dikanê navê benîşt kir “ergenekon”, wan jî hema benîşt xist devê xwe û êdî dibêjin “Tevgera Kurd rêxistineke ergenekon e.”

Niha jî NATO bi planeke navnetewî û beşa duyemîn tê ser Kurdistanê. Di sala 2006'an de dema ku amadehiya vê planê dest pê kir “Bilgi Unuversity” ya Stenbol ji bo vî karî hate peywirdarkirin. Ez çima vê dizanim? Ji ber ku hatin bi min re axivîn, axaftina me li cem wan jî tomarkirî ye, xwestin ku ez li zanîngehê axaftinekê bikim. Lê piştre nihêrîn ku ez ne li gor vê planê me, vekişiyan. Hewl didan ku kurdên xwe derxin holê. Niha jî binihêrin heman planê didomînin. TRT 6 û gelek planên din jî li vê zanîngehê pêşî di merheleyên Lê-Pê re derbas dibin.

NATO dixwaze statuya Kurdistanê hindikekî biguhare. Ji ber ku dizane, heke vê yekê neke du navend hene ku êdî derfet bi dest xistine û dikarin hinek tiştan biguharin. Yek ji wan navendan PKK ye, ya din jî ne PDK ye, lê komek xurt a li dora Mesûd Barzanî ye. NATO dixwaze ku van herdu navendan belav bike. Lê dor bi dor. Pêşî di dema belavkirina yekê de divê ya din bêdeng bimîne. Ji bo vê çi lazim be tê kirin.

Heke NATO vê yekê neke Mesûd Barzanî dest ji plana Kurdistanîkirina Kerkûkê bernade. PKK jî hem vê planê destek dike, hem jî dest ji plana xwe ya Bakurê Kurdistanê bernade. Herdu plan jî ji hevdu re dibin bingeh. Li şûna Serokê PKK'ê serokek lazim e. Gelek kes ji bo vî tiştî hatin peywirdarkirin heta niha, lê hemû jî bi ser neketin. Li şûna Serokê Herêma Kurdistana Federal jî serokek lazim e, di herêmeke muhafezekar û partiyeke muhafezekar de ev tişt çiqasî dikare were kirin, ez bixwe nizanim.

Lê li vir ez ê tenê tiştekî bêjim. Kesên ku çîroka Hz. Îsa û Mêhdî dizanin, dikarin bînin bîra xwe. Mêhdî û Îsa li mizgefteke Þamê, di dema nimêja sibehê de ji hevdu re dibêjin “tu li pêşiyê nimêj bike.” Yanî yek ji yekî re dibêje “tu bibe serok”. Di vê çîrokê de hemû tişt berevajî hatine gotin jixwe. Ev teklîf jî wisa. Kes bila di demek wiha de ji kurdan hêvî neke ku rabin rêberiyê pêşkêşî hevdu bikin. Tiştekî wisa dê çênebe. Berevajî vê yekê îxanet dê wekî hespeke beza be, berpal û berpal dê bide çargavê. Lehengî û berxwedan jî dê wekî Teyrekî Baz be, li stukur û masûlkên bilindahiyan dê her tiştî li jêra xwe bihêle.

Ji bo Serxwebûn û Azadiyê şensa kurdan qet bi qasî dema Þêx Seîd û beriya wî tune. Divê tu kes xwe nexapîne. Bi qasî Serhildana Agirî, bi qasî dema Bav Mele Mistefa Barzanî, bi qasî dema Bedirxan Beg. Þensa rêxistinên niha jî bi qasî şensa wan e, heke ne hindiktir be, ne pirtir e. Ji ber vê jî rola îxaneta niha ji rola îxaneta wê demê gelekî mezintir e, dijwartir e.

Reş û spî êdî wekî berê xuya nake. Dijminê te bi zimanê te diaxive, heta kurdê te bixwe dide axaftin. Tiştên ku dibêjin jî hema hema nêzî tiştên te ne. Herdu jî behsa girîngiya Ehmedê Xanî dikin, lê merama herduyan ne yek e.

Û mirovên îro dibêjin: “Em Kurdistana Serbixwe  Dixwazin”, berê xwe didin “Kurdistaneke Muxtariyet” û di dilê wan de “Qoltixeke Þexsî” heye.

Hinek jî dibêjin “Em tenê aştiyê dixwazin”, berê xwe didin “Rêveberiyeke muxtariyet” û di dilê wan de “Kurdistaneke Serbixwe” heye.

Aha her tişt evqasî giran bûye.
Di nav vê giraniyê de carinan ez dibînim ku hin kesan ji gotinên hin kesan baş fam nekirine, lê dîsa jî bi bawerî didin pey rêberiya wî. Tenê dikarim bêjim ku ji bo wî rêberî avakirina baweriyeke bi vî rengî ne hêsan e û xerakirina wê qet û bîla ne hêsan e.

Ew bawerî, tu hebî jî tunebî jî dikare bibe agir jî, bibe jiyan jî.


Gotinên miftehî :