KURDİSTANÊ ÇÊ BE
Gelo êdî dizanim
Kurdistanê çê be!..
Roj ewqas ne dûr in
De werin bra werin!
Di nav koma xwe de
Hemî refê xwe bigirin.
De werin helê werin ,
Ne tenê yek bi yek
Bi hezaran û hezaran,
Bi komasî mîlyonan!
Dengê xwe zû rakin ,
Ala Kurdan xweş bakin.
Îro dibe, an jî sibe dibe
Warê Kurdan yê çê be.
Rengê kesk û sor û zer
Li ser wê spî û gewher
Ala Kurd nîşana wê be...
Ez dozdarim, bi bawerim,
Ez dizanim ewê çê be ,
Endama nav koma miletan
Her çaktirîn yê ciyê wê be.
Îro dibe,
An jî sibe dibe ,
Ez dizanim
Ewê her çê be!
Ew roj yê be,
Ewê serxwe be !..
Komara Gel yê navê wê be.
Ez dizanim,
Kurdistanê çê be,
Bila Zaza, Soran û Kurmanc
Hemî Kurdên qenc gelê wê be.
Bi wekhevî û bi aşitî li her cih
Li seranserê hemî Kurdistan
Kurdên bi hevra bijîn wek bran.
Gelo ez dizanim Kurdistanê çê be!
Hêdî dem hatiye, azadî mafê wê be.
Her cihê welat behîşt, bax û bostan
Her bijî, ava dibe Kurd û Kurdistan...
Awê Balî (Abuzer Balî Han)