Kurdên reş, kurdên spî û kurdên keske-sor
Kurdên reş, her çendî reş bin jî, xwedî dil û kurdayetiya herî pak û pîroz in. Şervan in, kedkar in, fedakar in, jinxas û mêrxas in, barkêş û canfîda ne, evîndar in, ewçendî ku tu carî ji bo xwe tu tiştekî naxwazin û ev di serê wan re derbas jî nabe. Kurt û kurmancî, em hemî rûmeta xwe û ya welatê xwe deyndarê van kurdên "reş" in.
Kurdên reş, bi tenê di nav Tevgera Azadiyê de têne dîtin û hew!
Kurdên spî: Navê wan spî be jî, dilê wan jî, ruyê wan jî, jîyana wan jî û tişta xweş ku kêfa mirov tîne, paşeroj û pêşeroja wan jî reş e. Ew bela serê vî gelî û hemû mirovahiyê ne. Gemarî û qirêjiya vê jîyanê ne. Bêhna wan genî ye, wekî giyana wan, wekî mêjî û dilê wan.
Kurdên spî, navê wan spî be jî, tu rengek ku negirin, tu kirasek ku li xwe nekin tuneye. Zikê wan berê wan bide bi ku ve, ew li wir, di wê kirasê û di wî rengî de ne.
Kurdên spî, ji bilî Tevgera Azadiyê, li her derî bi hêsanî dikarin bêne dîtin!
Kurdên keske-sor; Rewşa herî xerab ya wan e. Lewra ev kurdên li Erafê ne. Ne bûne kurd û ne bûne tirk û ereb û faris! Jixwe dema nebûne xwe, nikaribûne bibine tu tiştekî jî, lê ew vê rewşa xwe di bin navê "biratiya gelan" an jî "biratiya olî" (çiqas van gotinan dibihîzim kena min tê) de dinuxumînin, lê dîsa jî ji vir û wir ve der dide û ew her diqilqilin ji bo nedine der. Ne ji dêrê re bûne ev camêr, ne ji mizgeftê re û jixwe nikarin nêzî Laleşê jî bibin.
Bikevin nav çi civakî, wê civakê dixitimînin, lewra ew nebûne xwe û di xwe de xitimîne.
Ev kurdên keske-sor çendî bi piranî xwedî niyetek baş bin jî, bela serê vê şoreşê û vî gelî ne. Lê ji ber niyeta wan, ne têne berdan ne têne lêdan.
Kurdên keske-sor di nav Tevgera Azadiyê de jî û ji derî Tevgera Azadiyê jî dikarin bêne dîtin. Lê benê ku wan girê dide mixabin ne werîs lê tayîk e, loma diyar nabe dê kengî bi ku ve bivirvirin!
Li gel rêz û silavên min, bi tenê ji kurdên reş re!
Mahabad Felat Arda 2017-01-27 [email protected]