Kurdên Rojava
Dayikek li ber derî rûniştiye, lingekî wê di hindur de, yek li derve,
kirasê xwe yê hêşîn ê bi pelên spî berdaye ser çongên xwe, li çûn û
hatina mirovan dinihêre. Di lingê wê de şimikek lastîkî, van ên ku ji germê zû disincirin û binê lingê mirov dişewitînin. Çarika li serê wê, heta nîvê serî bi paş ve vekişiyaye, por wekî protestoyek ku ji vî bajarî yekî bi tenê jî fam neke, derketiye ser eniyê.
Tifikek heye li ber dîwarê malê. Tifik law... Hela ji xwe re lêbinihêrin. Tew nebe, ev 20 sal in ku min tifik nedîtiye. Kevirên wê ji teniya êgir reş bûne. Xwelî... wey... xwelî... Ev çi qas demek dirêj e, ku min xwelî jî nedîtibû. Ez dibêjim qey entelektuel ji vê re dibêjin "nostaljî". Ji bo çêja nostaljiyê, straneke ku 20 an jî 30 sal berê lê guhdarî kiribin, vedikin û guhdarî dikin. Hela ji xwe re li xweliyê binihêre lo, xweliya agirê vemirî. Diya min dema ji me hêrs dibû, digot "xwelî, wey xwelî!"
Ez zû fam dikim, ku vê dayika ciwan ne ji bo bacanên reş li ser êgir bibirêje ev tifik çêkiriye. Na! Ne ku ceryan, an jî tûp (şûşe) heye û wê çêj û tehma agirê tifikê tercîh kiriye.
Ceryan tune lo, bêminetî ye. Ma ne em di şerekî de ne, wey! Tune, tune ha! Dijminatî ye û bernadin, ma em herin li ber wan bigerin? Lê tûp (şûşe, gaz) çima tune?
Ji doh ve, hingî her dayika ku min ew diye ji min re gotiye, ez êdî baş dizanim ku deriyê Başûrê Kurdistanê hatiye girtin û Bakurî jî bayê sor bi wan bikeve, alîkariyê naşînin. Ka we digot Bakurî ji hemû parçeyan welatparêztir in? De na lo, tu gotin şûna rastiyan nagirin.
Ev dayik.. Erê, ev dayik... Ez bêjim xwişka Raso, belkî tew nebe êşa wê bi navê wê re bibe daxa ser rûyê hinekan... Xwarin tune bide zarokên xwe. Şûşe (tup, gaz) tune, ji ber wê hema ku tiştek were, li ser tifikê çêdike. Tifik jî baş e, qirş û qal hene, ku mirov pê dade. Nan jî dîsa bi qirş û qalan, li ser tenûran tê pehtin.
Lê xwarin?
Tiştek şûna mîrata xwarinê danagire, ne wer? Ka em ê ji vê dayikê re çi bikin? Torbeyek birinc, yek girar, yek birxur, yek nîsk, yek nok, tenekak rûnê hişk qey bi çi qasî ye?
Li bakur ev qas tişt bi çend lîrayan e, lo?
Tu bide aliyekî, ji kerema xwe re, li bakur alîkarî bi çend lîrayên tirk e? Yanî bîreweriya alîkariyê bi çi ye? Te dît, yanî, ku ev qas şer û ev qas xwîn ji bo vê bîreweriyê ne têr be, ne bes be, lo!
Hewar e, gelê Rojava birçî ye.
Bi rastî birçî ye.
Bi rastî mêrê Raso ji ber ku pere tune, dest ji cigareyê jî berdaye û di nav bajêr de, bi hêviya ku tiştekî bîne malê digere. Kuro law, tunebûna cigareyê ji bîr kiriye, ma qey tu ji peyvê fam nakî, wel?
Do yekî hezar lîrayê Sûrî daye wî. Nizanim ne ku haya wî jê tune bê hezarê Sûrî çi qasî bê qîmet bûye, ne ku ji tunebûnî, ew qas kêfa wî hatiye. Niha ne xwiya ye, nehatiye mal îro.
Do, ji xwe têra xwe çêr ji me re kirin. Çêr, ne wekî çêrên Amediyan, ha! Çêr ew bû ku got: "Xwarina bajarê Amedê rojane davêje ser çopê, têra vî bajarî hemûyî dike."
De nebû, lo! Te çêr ji me re kiribûya çêtir bû, xwedê jê razîbiyo!
Erdheja Wanê tê bîra min. Bi rastî jî me helwestek netewî nîşan dabû. Sibeha erdhejê, yanî sibeha heman rojê, hîn bi şev erdhej çêbibû û nû bûbû sibeh lo, Osman Baydemir û gelek kesên din gihaştibûn gundên Wanê.
De îcar, Kosor (Qoser) li ku û Wan li ku, lo! Roja yekem, yanî piştî erdhejê bi 7-8 saetan, kamyonên alîkariyê yên ji Kosorê derketibûn, gihaştibûn Wanê û gundên wanê.
Me ji bo Rojava çi kir, lo?
Xortekî ji xwe do têra xwe ez êşandim. Di behsa şerê Serê Kaniyê de çi ji min re gotibe, baş e? Lêwik hema bi gotinekê got: "Erê, ji ber wê, we li ser sînorê Serê Kaniyê ji mirovan sed çêkir û nehişt Cehş il Hur êrîşî me bike?"
Ha ho! Haho, ji derdê rêveber û siyasetmedarên me!
Haho ji derdê welatparêzên ku newêrin rêveber û siyasetmedaran protesto bikin û hema dema ew çi dikin, ji wan re li çepikan dixin...
û bi hesreta wêneyekî ne ku bi wan re bikişînin...
Wey xwelî! Rojava birçî ye. Rojava bi tenê ye... Rojava ji nazan dinale!
Ma qey em kor in, ma qey em kerr in?
Camêrekî ji xwişka Raso pirsî, bê ma çi heye, çi tune. Wê got, "şûşe tune". Yanî tûpê gazê tune. Dû re, bi dûmahîk got: "Berzanî bi kamyonan ji me re şûşe şandin, lê tenê têra 6 rojan gaz xistibûnê".
Hewar e! Lê ne ji Hawar a Celadet Elî Bedirxan, ha! Ev hewarek din e.
Camêrekî bi nav û deng, telefonî yekî kir. Wî jî telefona kesê ku şûşeyan belav dike da. Ne belaş, ha! Em bi pereyan lê digerin, ji bo em jê re peyda bikin. Lê ew camêr telefona xwe venake.
Em filankes û bêvankeso dixin "dewreyê" û ew camêr telefona xwe vedike. Encam, dibêje: "Bila a niha were benzînxana ... û hew." Te dît çi rihet bû?
Yanî şûşe (gaz) heye, lê bi pereyan be jî gel xwe nagihînê. Gelo?
Lê va ye em jiyan, rast e!
Û li Rojava navê jiyana rojane bûye TUNEBÛNÎ!
Çima? Ne ji ber Başûr! Kî hêviya çi ji Başûr dike, ku!
Hêvî... Ew hêviyên dişikên, hemû ji Bakur bûn...
Ji we bûn...
Ji te bûn!