1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Kurdî ye an kodên Da Vincî ne?
Kurdî ye an kodên Da Vincî ne?,kurdî,ye,an,kodên,da,vincî,ne

Kurdî ye an kodên Da Vincî ne?

A+ A-

Xebatên beriya rojnameya welat bê guman ku nayêne înkarkirin. Her wiha xebatên li derî welat ango li sirgûniyê û bi taybet jî li Swêdê jî cihê dilxweşiyê ne, li gel hemû kêmasiyên xwe ve. Lê li bakurê Kurdistanê, kar û xebatên weşan û çapemeniya bi kurdî, her wiha xwendevanî û nivîskariya bi kurdî, bi taybet piştî weşana rojnameya hefteyî Welat ,geş bû, şax da û belav bû. Rojnameya Welat bi taybet di vî warî de xwedî roleka dîrokî ye. Her wiha bi berdewamiya xwe û berxwedêriya xwe ve jî ku ev nêzî 22 sal in bê navber didome, mînakeka dîrokî ye. Di warê weşangeriya kurdî de êdî nirxek e ku divê bi her awayî xwedî lê bê derketin.

Bi geşbûn û pêşkeftina Têkoşîna Azadiyê re, rê û derfetên nû vebûn li pêşiya weşan û nûçegihaniya kurdî. Mînaka herî pêş û bi bandor û her wiha dîrokî, li gel hemû kêmasiyên xwe ve jî, bê guman ku Med Tv ye. Lê ne tenê Med Tv. Lewra roj bi roj, di gelek warî de valahî dihatine dagirtin. Çi li Ewropayê, çi li Stenbolê bi taybet ajans û rojname û kovarên kurdan dihatine vekirin. Belê yên kurdan bûn, lê bi taybet jî ajans û rojname bi tirkî bûn. Armanc, siyaset û her tişt ji bo kurdan bû, lê bi zimanê tirkî bû. Pêvajoyek bû ku dikare bê famkirin. Tişta nikare bê famkirin ew e ku di vê pêvajoya dirêj de nifşên nû gihîştin, lê di warê kurdî de dîsa bi taybet ajans û rojname, xwe zêde bi pêş nexistin. Ozgur Polîtîka ku li Ewropayê weşanê dike dest bi beşa kurdî kir û bi raya min li gel hemû şaşî û kêmasiyên xwe ve jî piştî Rojnameya Welat, herî baş ew e. Lê Ajansên kurdî bi taybet di warê ziman de evqas sal in gavek jî xwe bi pêş nexistine.

Ajansa Firat´ê (ANF) û ya Dîcleyê (DÎHA) ku navenda wan yek li Ewropayê û yek jî li Amedê ye, ev çend sal in dest bi weşana kurdî jî kirine, lê xwe ji mêjî û cîhana tirkî rizgar nekirine. Ji dan û stendinên rojane bigire heya amadekirina nûçeyan hema bêje hemî bi tirkî ne. Ji lewre jî dema nûçe têne amadekirin an jî wergerandin, ziman bi kurdî be jî, ne bi mêjiyê kurdî têne amadekirn an jî wergerandin. Loma jî zimanekî çelexwarî ku mirovan ji kurdî sar dike derdikeve holê. Zimanê ku bikar tînin, kurdî bi mirovan nadin hezkirin, dijberî wê, mîna ku yê ew nûçe amade kiriye bi xwe jî, bi zor û bêyî dilê xwe amade kiribe xuya dike. Bêdilî di zimanê nûçeyê bi xwe de jî diyar dibe. Lewra dema li tirkiya heman nûçeyê dinihêrî, tiştekî din e.

Ez qala profesyoneliya kar û barên rojnamevaniyê nakim. Ew ji xwe di saziyên me de derdekî bê derman e. Lê ziman tiştekî wisan e ku mirov bi hewldanên xwe yên ferdî jî dikare bi pêş bixe. Tenê bila daxwaz û hezkirin hebe, têre dike ji bo vê.

Sererastkirina nakokî û çelexwariya bindestiya sedê salan ku bi polîtîkayên gemar ên dagirkeran di şanikên me de bi cî bûne, ne hêsan e û dem dixwaze, ev rast e. Lê piştî mirov bi vê rastiyê hesiya û pê ve, divê di mirov bi xwe de jî, daxwaza tevger û helwdanekê ya pêşkeftinê çê bibe. Ew evîn divê bikeve dilê mirov û mirov bike nav tevgereka sererastkirina van aliyên çelexwarî.

Bi taybet jî di nav kurdan de tu kes nikare bêje ku min bi qasî xebatkarên van sazî û dezgehan bedêl daye, li ber xwe daye û bûme armanca her cure êrîşên gemar ên dagirkeran. Ev rastiyek e ku nikare bê înkarkirin. Lê dema mijar dibe ziman, rewş diguhere mixabin. Wê demê, mirov jî tê de dimîne ku tiştek bibêje. Lewra li aliyekê fedakariyeke mezin û li aliyê din jî xemsariyeke mezin, li hemberî zimanê xwe ku sedema hebûna me ye.

Ez dixwazim bi tenê çend mînakên van deh rojên dawîn ên ji sernavên nûçeyên DÎHAyê ji we re pêşkêş bikim. Min bi tenê yên ku herî zêde balkêş in û nayêne famkirin hilbijartine, lê ya rastî ji sedî 90ê sernavên nûçeyên wan ne bi mantiqa kurdî hatine amadekirin ango wergerandin. Ev tenê mînakên sernavên nûçeyan in. Ez qet nakevim mijara naverokê û şaşiyên rêzimanî, lewra ew çend zêde ne û çelexwarîne ku ev ne karê min lê karê zimanzanekî jêhatî ye ku divê demeka xwe ya baş bidê.

Ev mînak yên DÎHAyê ne, lê ANF beşa kurdî jî jê kêmtir nîne mixabin.

Ez dizanim dê ev rexneyên min ji bo kedkarên van saziyan ne bi pênckurişan bin mixabin. Lewra baş dizanim ku rexneyên bi taybet di vî warî de pir li xweşiya wan naçe. Hele ku ev rexne ji aliyê kesekî ku ne di nav wan de be hatibe kirin, mîna êrîşeka dijminahî dibînin û dinirxînin. Lê bila kedkarên van saziyan bizanin ku ev rexneyên dostane ne û bi armanca balkişandina ser şaşiyan hatine kirin. Dîsa bila bizanin ku ne ez tenê me yê van rexneyan dike, lê yê nivîsiye ez im.

Her wiha ev helwest ne tenê bi kes û derdorekê ve girêdayî ye. Lê di nav me de, çanda rexnekirinê û rexneyê pejirandinê tuneye. Rexneyek bi çi armancî jî hatibe kirin, mîna êrîş û dijminahî tê dîtin. Ji ber wê jî çav timî li tolhildanê ye. Dîsa kêmasiya di warê ziman de jî ne bi van saziyan ve bi sînor e. Gelek nivîskarên kurd ku xwedî berhem in jî hene ku ez bi xwe zahmetî dikşînim heya têdigihêjim ka dixwazin çi bibêjin. Caran jî tênagihêjim. Nivîskarên herî navdar ên cîhanê hewl didin zimanê xwe siviktir bikin ji bo baştir û zêdetir bêne xwendin û têgihiştin, lê gelek nivîskarên kurd wisa dizanin ku ziman çiqasî giran bikin, rûmeta nivîskariya wan jî ew çendî bilind dibe. Nêrîn û nêzîkahiyek pir şaş e ev.

Fermo, eger we tiştek ji van sernavan fam kiribe, ji min re jî bêjin ji kerema xwe re. Ji ber ev 22 sal in ez bi kurdî dixwînim, lê min tiştek ji van fam nekir:

Li Stenbolê Rojavayî şerê zivistanê dikin

Li Girtîgeha Burdurê cezaya kamera şikestinê!

Li Şemzînanê 2 welatî hîn jî di bi aşûtê de ne

Dayîkê Şemiyê dayîk û 5 zarokên wî yên hatin qetilkirin bibîranî

'Çawa ku AKP'e têgihişt dê di hilbijartinan de wenda bike...'

Li dijî nexweşiyên zivistanê xwe biniximîne û zêde şilemeniyê vexwin

'Li dijî dewleta paralel paqijiya rê lazim e'

Li Amedê banga mîtînga Cizîrê ya li hemberî dîwar

Li Cegerxwîn xêzkarên pêşerojê digihêjin

Di dosyaya Omer Guney a li pêşiya Erdogan de çi heye?

Kiryara kamerayên girtîgehan hat protestokirin

Kaplan: Operesyon nîşana teqîna guleyekê ye

Ji bo komkujiya Sundus perdeya 'demborî' û 'neşopandinê'

Li ser çemê Muradê debara xwe dikin!

Li Amedê befir bi kamyonan tê guhastin

Gelo AKP dixwaze li polîs û darazê operasyonê pêk bîne?

Di operasyona nelirêtiyê de hejmara yên hatîn binçavkirin gihişt 52'an

Ji duh heta îro 'ji aliyan' pêngav li ser pêngavê

Ji hevserê qatil parastineke 'naskirî'

'Mexdûrên veguhestina bajarvaniyê: Em wekî pisîkê li çiyê bêxwedî mane

'Alîkariya' komira xirab jehriyê çêdike!

Tîbê girtîgehan cuda ne lê kiryarên li girtîgehan yek in

Li Êlîhê Sersaxiya PKK'iyan bi girserî hat ziyaret kirin

Apê Mihemed hat oxirê kirin

Ji girtîgehan hîn jî qîrînên 19'ê Kanûnê tên

Li Erdîşê ji ber hewaya qirêj nefes nayê girtin!

Tuncel: Me li Tirkiyeyê hestyariyek ava kir

Amedê qeşa girt

Jin hevîrê xwe bi tavê distirin

Di doza 'KCK'a Stenbolê de roja biryara navber

Piştî mehan lêpirsîna xwendekaran a ji ber bejdarbûna Newroz û 1'ê Gulanê

Li Zanîngeha Dîcleyê zengilên xeteriyê lêdixe!

Îdîaya ku teklîfa sîxuriyê xwendekarê zanîngehê kirî

Ji bo mîtînga Cizîrê karwan ketin rê

Çalakiya girtina rê didome li gundê Navberoj boykota dibistanan

Îdîaya gardiyanan derman guhertinin

Li Navberojan a çalakî didomin û Şewqiyata leşkerî

'Weke ku bi bêmafî binçavkirin naqedin...'

Mahabad Felat Arda 13-12-24 [email protected]