1. Tekst

  2. Gotar

  3. Sîdar Jîr
  4. KURDÎ Û ‘WÊJEYA MÎNOR’
KURDÎ Û ‘WÊJEYA MÎNOR’,kurdî,û,wêjeya,mînor

KURDÎ Û ‘WÊJEYA MÎNOR’

A+ A-

Sîdar Jîr

“Mînor, ne zimanê wêjeyekê ye, ew bêhtir, wêjeya kêmneteweyekê ku di zimanê major de pêk tîne ye.” Yanî bi dîtineke din, nivîsandina bi zimanê serdestê xweye… Lê di heman demê de serhildaneke li hemeber desthilatdariyê ye. Afirînerî ye bingeha wê. Derfetên nû yên vegotinê ye, kanonon û kevneşopiyan serobinî hev dike.

Di hemû warên jiyanê de şer û berxwedana desthilatdariyê heye. Desthilatdarî jî bi piranî bi xwe re kêşe û gengeşiyan tîne. Di warê huner û wêjeyê de jî mixabin ev yek wisa ye. Divê qada ku herî paqij û durist be jî, yanî huner û wêje jî bi hînbûn û nametên desthilatdariyê hewl dide qada xwe ya hegemonîk berfirehtir bike.

Hînkirina desthilatan a di qada xwe de ew e ku her daîm xwe domînant bike di jiyanê de. Çi siyasî, çi cografîk, çi aborî û hwd.

Di huner û wêjeyê de jî xwestek û azweriya desthilatdarî û berjewendiyê, bêgumaneke ku bi desthilatdariya ku wêjeya “major” pêve ye ve girêdayî ye. Ji bo vê yekê jî Kurdistan û wêje û hunera “dagirker” mînakeke gelekî balkêş e.

Niha heger mijar wêjeya mînor û major be, wekî ku Delluze û Guattari qal dikin divê Kurd bi zimanê serdestên xwe binivîsin, wê demê ew ê bibe wêjeya mînor. Yan jî wêjekar/nivîskarekî ku li welatekî bijî û bi eslê xwe ne ji neteweya serdest a wî welatî be. Mînak Kafka ne elman bû, Cihû bû, li Pragê dijiya û bi elmaniya xelkên ku ne elman bûn nivîsandiye. Ew li gorî pênaseyê dikeve nava wêjeya mînor.

Îcar li Kurdistanê(Bakur) ku nivîskarên Kurd bi Kurdî dinivîsin, gelek caran em rastî gotina “wêjeya mînor” ji bo berhemên wêjekarên Kurd ên ku bi Kurdî dinivîsin jî tên. Nizanim, îzahata vê yekê ji bilî azweriya hegemonîk a wêjekarên “hegemonîk” anku “major” tê çi wateyê? Ev hinekî jî ji dîtina wan a siyasî ya despotîk/hegemonîk/statîk a azweriya desthilatdariyê neyê ji kut ê gelo?

Belê, wêjeya mînor bi rêzik û ruhê xwe xwedî helwestek e, xwedî sekneke siyasî ye. Lê belê di nava desthilatdar anku dagirkerên Kurdistanê û zimanê wan ê wêjeyî anku hegemonîk de Kurdî, wêjeya Kurdî li ser axa xwe bi awayekî giştî di nava Tirkî û wêjeya Tirkî de “mînor” e.

“Di wêjeya mînor de ziman bê cî û war e”. Yanî ne major e û ji bo majorbûnê hewl jî nade. Di vê xalê de jî rewşa wêjeya Kurdî ne li gorî pênase ku “wêjeya Kurdî li ser xaka xwe anku li “Tirkiyeyê” mînor e. Dibe ku hinek Kurd di xizmeta zimanê serdestan bike û wêjeya ku dikin bi zimanê Tirkî bikin(Her çiqas ji % 99 ne di kategoriya mînoriyê de bin jî). Kurdên ku bi zimanê Tirkî wêjeyê îcra dikin, ji bilî helwesta wan a siyasî anku ‘talana’ ji çanda Kurdî bo Tirkî tu mînoriya wê jî nîn e. Ji ber ku ew wêjeya ku diviyabû mînor be, ji hemû aliyan ve di nava hewldana majorbûnê de ye û tu nîşaneya mînoriyê jî di wan de xuya nake.

Ya girîng ku divê çi bi zanîn û çi jî bi nezanî neyê tevlihevkirin wêjeya Kurdî li Kurdistanê ne mînor e(!) Her wisa wêjeya Tirkî, Erebî û ya Farisî li Kurdistanê ne major in. Tenê wêjeya bi zimanê dagirkerên Kurdistanê ne. Her çiqas refleks û bertekên wêjekarên Kurdan û wêjeya Kurdî bişibe helwesta “mînoristan” jî ew di taliyê de li ser axa xwe bi cî û war e.

Jixwe Delluze û Guattari jî wêjeya mînor wisa pênase dikin; “Kesekî/e endamê kêmneteweyekê ye û bi zimanê welatê ku lê dijî dinivîse. Wekî mînak Kafka yê Cihû bi elmanî dinivîse.”

Di vê rewşê de wêjeya Kurdî li Kurdistanê nabe wêjeya mînor. Ev gotin tenê helwesta domînantbûnê ya wêjekarên ku dixwazin hegemonayaya xwe ya siyasî bidomînin e. Yan jî helwestek e rasterast li heemberî wêjeya Kurdî ye. Ji ber ku Kurd bi tirkiya Amedê, erebiya Şam û Bexdayê, farisiya Tehranê wêjeya xwe nanivîsin. Bi ‘kurdiya xwe’ dinivîsin…


Gotinên miftehî :