Kursên Zimanê Kurdî, Kampanyaya Ziman û Egitim-Sen
"Navekî giran, maleke wêran"
Di encama gelek êş, azar û rondikên çavan de, kurdan hin destkeftiyên bi rûmet bi dest xistin. Ev destkeftiyên han beriya çend salan nedihatin xiyala mirovan jî. Bê guman ku ev dibine sedema dilxweşî û şahiya her kurdekî dilsoz. Lewra çi dibe bila bibe, hin tişt hene ku nirx û rûmetên me hemûyan in ku divê em hemû li wan xwedî derkevin û li derûdora wan kom bibin.
Di serî de divê bê gotin ku armanca vê nivîsê ne nirxandina van destkeftiyan e. Ew her bi rûmet in. Lê bikaranîn û birêvebirina van destkeftiyan e. Gelo em van destkeftiyên xwe yên ku di encama ew qas êş û azarên mezin de hatine bidestxistin, bi pêş dixin an ji dest direvîninş Bi gumana min, em ji ber bê planî û programî û ya herî grîng jî xemsarî û nezaniya xwe, van destkeftiyan ji dest direvînin. Xemsarî; ji ber ku em ne xwediyê mentalîteyeke kollektîv in, zêde ferdî ne. Nezanî; ji ber ku em hîn nû dibine xwedî sazî û dezgehan û tecrûbeyek me nîne ku em bikaribin li ser şîn bibin. Em çi dikin? Mîna dijminê xwe dikin. Lewra eger tecrûbeyeke mirov nebe, piştî demekê eger mirov nikaribe ji xwe re çareyek bibîne, mirov rengê dijminê xwe digre. Lê car din ne rengekî zelal, rengekî xumam û tarî ku rê dide mirov di nav de wenda bibe. Bi ya min em bi xwe, di nav vê xumamiyê de xwe wenda dikin. Beriya her tiştî divê em xwe bi her awayî ji dijminê xwe dûr bikin û dijminê xwe mîna dijmin bibînin.
Me bahsa destkeftiyan kir; yek ji van a herî grîng jî ziman bû. Lewra her kes dibêje ku "ziman hebûna min e" û rast e jî. Dema ziman nebe, em ê doza çi bikin? Dema em cudahiyên di navbera xwe û dijminê xwe de zelaltir û ji hev dûrtir nekin, em ê çawa bibine xwedî nirxên netewî?
Berî her tiştî, mirov li welatekî kursa zimanê wî welatî û bi ser de bi pereyan venake. Li tu deverê dinyayê ev yek tune. Kursên zimanan hene lê ev ne kursên zimanên fermî an jî zikmakî ne. Kursên zimanên biyanî ne û kesên ku pêdiviya wan heye an dixwazin zimanek din hîn bibin û derfetên wan ên aborî dest didin, diçine van kursan. Lê mirov naçe zimanê xwe li kursan û îca bi pereyan hîn nabe!.. Gelo li Tirkiyeyê kursên taybet ên bi peran hene ku zimanê tirkî fêrî tirkan an jî kurdan dikin?
Ev yek, di serî de jî diviya bihata zanîn û bihata dîtin ku ev kar bi vî rengî bi ser nakeve. Û dema ku tu di encama ew qas zahmetiyan de tiştek bi dest bixî, bi dijminê xwe bi paş ve gav bidî avêtin û paşê wan destkeftiyan weha şaş bi kar bînî, wê demê ew li te bi paş vedigere û dibe malzeme û dikeve destê dijmin. Ew jî jêhatîne û pir xweş bi kar tînin.
Di destpêkê de, vekirina van kursan şaş bû. Lewra derdê me ne ew e an jî divê ne ew be ku kurd bi kurdî hîn bibin. Kurd ji xwe bi kurdî dizanin, mesele ev li dibistanan bibe zimanê perwerdeyê. Ji ya sereta heya zanîngehan. Wê demê dibe xwedî wateyek.
Di dema kursan de jî bê plan, bê program û "ettehiyatû çawa lê hatû", kar hatine kirin. Mînak; materyalên dersan bi awayekî profesyonel nehatine berhevkirin. Ji ku çi bi dest ket, bi wan û bê ser û ber dest pê kirin. Mamosteyên kursan bê amadekarî, bê perwerde û ji nişka ve bûne mamosteyên zimanê kurdî. Tew hin ji wan ku em dinasin, li malên xwe bi tirkî diaxivin û serê sibê radibin diçin dersên zimanê kurdî didin. Ev ecêba giran encax dikare di nav me kurdan de bê dîtin.
Sosretekî din jî, li aliyekî kurs têne dayîn, li aliyê din, mamostên kurd ên ku di Sendîkaya Perwerdeyê Egitim-Senê de ne jî, ji bo saziya wan neyê girtin, dest didine destên kesên tirk ên kamalîst ku di heman saziyê de kar dikin û di rêvebiriyê de ne û xala mafê hînbûna zimanê zikmakî ji programa xwe derdixin. Tiştê ku li ber rûyê xwe jî didin ev e: "Em taktîk dikin". Tu were li vê ecêbê! Tu taktîk dikî, ê li dijî te jî bi xar û kapan dilîze, ji xwe hay ji dinyayê nîne. Ma wisa yeş Pêşiyên me gotine: "Av disekine neyar nasekine"!..
Xwediyên kursan li hev kom nebûn, daxuyaniyek nedan û negotin ka daxwaziyên wan çi ne, çi alîkarî dixwazin, bi raya giştî ya kurd, bi awayeke fermî nedane zanîn. Lê "piştî tirê hê kezîkurê". Kurs hatine girtin û dû re li hev kom bûn û sedema girtina kursan bi awayekî fermî bi raya giştî dan zanîn. Ew qasî têkoşiyan li dij hewldana dijmin a ji bo nevekirina ango girtina van kursan, di dawî de wan bi xwe, bi destên xwe kilît li deriyên van kursan xistin. Mesref jî çû ji kîsikê bavo.
Neha ji aliyekê ve kurs têne girtin, ji aliyê din ve jî kampanyaya ziman tê destpêkirin, îmzeyên ji bo "ez zimanê xwe dixwazim. Ez dixwazim bi zimanê xwe perwerde bibim" têne berhevkirin. Bê guman ku ev çalakî bi serê xwe jî xwedî rûmetên mezin in. Lê dema mirov li vekirin, bikaranîn û di encam de girtina van kursan dihizire, mirov ditirse ku dê encam wek yên kursan û Egîtîm-Senê li me çep vegere. Lewra di serî de ziman, nirx û rûmetên her gelî hene ku divê bêne parastin û pêşxistin. Ji ber parastina wan, parastina hebûna wî gelî bixwe ye. Û loma jî, mirov nikare van nirx û rûmetan bike xizmeta polîtîkayên demî. Polîtîkayên demî bê guman ku têne kirin lê di serî de ziman, hin nirx û rûmet hene ku ne demî lê herdemî ne.
Bi ya min, hedef û armancên vê kampanyaya dawî gelek baş in û dikare ev kampanya mîna naverok hîn berfirehtir jî bê girtin. Lewra doza xwendina ziman li dibistan û zanîngehan tê kirin û tê gotin ku di hemî sazî û dezgehan de, li malan, di têkiliyên civakî de û li her warên jiyanê divê kurdî bê bikaranîn. Ev tiştekî pîroz e û ji bo gav û pêşkeftinên di vî warî de dikare bibe destpêkeke pir baş. Lê mîna li jor hat gotin, eger ne herdemî lê tenê demî be, ev jî dê li me çep vegere.
Wekî din; neha li Tirkiyê dibistanên prîvat û otonom ên hindikayiyên olî hene. Bi zimanê xwe perwerde dibin û dersên tirkî jî hene û bê pere ne. Ji saziyên navnetewî alîkarî digirin û hinek jî ji dewletê fon digrin û xwe fînanse dikin. Li ser vê yekê jî dikare kar û xebat bêne meşandin û daxwaz bêne ziman. Lê beriya her tiştî, divê em di daxwazên xwe de zelal bin, bi plan û program û biryar bin û di gavavêtinên ji bo bidestxistina daxwaziyên xwe de ne ferdî, lê profesyonel û organîze bin. Di van daxwazên ji bo nirx û rûmetên xwe de ne demî lê herdemî bin.
Mahabad F. Arda
2005-08-03