1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Kurteanalîzek li ser pêvajoyê
Kurteanalîzek li ser pêvajoyê,kurteanalîzek,li,ser,pêvajoyê

Kurteanalîzek li ser pêvajoyê

A+ A-

Di serdemên kevin de, dewletên xurt û bi hêz, ji bo berdewamî û xweparastina xwe, hewl didan bêtir xurt bibin û her ku xurt dibûn, bêtir pêdiviya wan bi xweparastin û li ser piyanmayînê dibû. Ev hêz û dewlet, ciyê diranên xwe di kîjan welatî de bidîtana, berê xwe didane wî welatî. Piştî bi rê û rêbazên zilm, zordarî û hovîtiyê rêveberî û gelê wî welatî diçewisandin, ditepisandin û çavtirsandî dikirin, mirovên xwe li wir bi cî dikirin û vedikişiyan. Lê ew welat û dever, êdî diketin bin sînorê desthilatdariya wan. Ji wan deveran bacên giran û dema pêwîst dikir leşker digirtin û derbarê pêşeroj, siyaset, dîplomasî, rêveber, sîstema rêveberiyê, polîtîkaya li ser gelê wê deverê û gelek tiştên din biryar didan. Navê wan desthilatdariyan wê demê împaratorî bû.

Îroj jî, di armanc û kiryarên bingehîn de tu tiştek neguheriye. Berê aşkeretir dikirin, îroj di bin nave “demokrasî” û “parastina mafên mirovan” de heman tiştî dikin. Dîsa împaratorî hene, lê bi tecrûbeya dagirkerî û sîtemkariya salên dirêj, pergal, rê, rêbaz, amûr û dîplomasiyeka profesyoneltir ji xwe re afirandine. Hîn jî, dema pêdivî pê dibînin, leşkerên xwe bi ser welatên din ve dişînin, destdirêjiyê li nav rêveberî, sîstem, jiyana gel, kar û barên welatên paşvemayî û lawaz dikin.

Piştî têkçûna Împaratoriya Osmaniyan, sîstema cîhanê ango kapîtalîzma ku di pêvajoya xwe ya pêşkeftinê û lixwexistinê de bû, li ser kavilên Împaratoriya Osmaniyan, ji bermayiyên wan ên giyannexweş û bi travma, di bin nave “komar”ê de, ji xwe re tiştek nû ava kirin. Wê serdemê, vê yekê li gelek deverên bi taybet Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur kirin. Welat û dewletên nû dane avakirin, xet û sînorên nû afirandin û rêveberiyên di bin kontrol û bandora xwe de anîn û danîn ser serê wan dewletokan.

Di serdema îroj de, êdî gelek ji wan rêveberiyên lîstokên li destê sîstemê, bi dafdanê jî nedimeşiyan, dema xwe temam kiribûn û xwe û dewleta xwe û welatê xwe jî bi xwe re fetisandibûn. Ev yekser bandore li ser xwediyên wan dikir ku loma jî, di bin nave “Bihara Ereban” de, bi bikaranîna dînamîzma gel a kombûyî û tepisandî, weke bombeyek li ber teqînê, pêvajoyeka nû li Rojhilata Navîn dane destpêkirin. Rêxistinên weke DAÎŞê jî, encamên vê mudaxele û vê pêvajoyê ne ku ji heman navendî hatine afirandin û têne kontrolkirin.

Beriya ev pêvajo dest pê bike, bi rêya Tirkiye´yê, xwestin rêyek biceribînin û bêyî heyteholeka giran, temênê dewletokên li herêmê hinekî din dirêj bikin. Ji bo vê, partiyeka di reng û bêhna îslamî de ku bikaribe ji hemû dewletên li herêmê re bibe mînak û “îslama demokratîk” bi pêş bixe, damezirandin û li Tirkiyeyê bi nave AKPê, kirin desthilatdar. Ev partî, li ser daxwaza sîstema cîhanê, ji koalîsyona cemaetên îslamî yên li Tirkiyeyê pêk dihat. Ya rastî, di bingeha hemiyan de jî nîjadperestî û têkiliyên tarî hebûn lê ev koalîsyona nû, bi taktîk û hişyariyên sîstemê, mexdûriyeta xwe û ya hemû derdorên li Tirkiyeyê derxistin pêş. Qaşo li dijî artêşa tirk jî rawestiyan. Artêşê jî, li ser daxwaza heman navenda ku vê tîyatroyê nivîsiye û aniye ser dikê, xwe bêdeng kir. Bi vî rengî bi gelên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dijîn dane bawerkirin ku ew îslamîstên demokrat in û mafên hemû mexdûran diparêzin, lewra ew bi xwe jî mexdûrên giran ên vê sîstema har û hov in. Vê teza xwe jî, bi gelek hêstirên ku bi zorê ji çavên xwe dibarandin, sihandin, ser rastiyan nuxumandin û kirin rûpoşek û dane ser ruyê xwe.

Roja ku sîstemê dît, polîtîkaya “Îslama Demokratîk” bi giranî jî ji ber nezanî, polîtîkayên ehmeqî û xwedî kesayetên nexweş ve nikare bi ser bikeve, rûxandina serok û rêveberiya van dewletokên li Rojhilata Navîn da pêşiya xwe û pêvajoyê di bin nave “Bihara Ereban” de da destpêkirin. Di heman demê de, sîstemê dizanî ku dive xwe ji vê hukûmata AKPê jî rizgar bike, lewra êdî bi wan re nedimeşiya. Mina hemû dîktatorên pêlîstok, Erdogan jî xwedî giyanek nexweş e û loma, êdî ew jî mîna dîktatorên din ku sîstemê bi destê xwe wan afirandiye, ji bin kontrola wan derdikeve. Loma jî, divê mudaxeleyê Tirkiyeyê jî bikin, lê ew dê mîna welatên din ne wisa hêsan be û li Tirkiyeyê yek alternatîfek heye, ew jî Tevgera Azadiyê ye ku dizanin tu carî nekarîne bikin binê kontrola xwe. Sedema esasî ya dirêjiya temenê dîktatoriya AKPê û Erdogan, ev e. Lê êdî şûr di tûr de nedibû. Di encama hin danûstendinan û têkiliyên ji neçarî de ku bi Tevgera Azadiyê re danîn, mîna li Kobaniyê û li Şengalê “Pîrê ji bêkesî, kalo ji bênefsî, herduyan li halê hev pirsî”.

Sîstemê ji bo bisînorkirina desthilatdariya AKPê û dîktatoriya Erdogan biryarê daye. Sedema agirê ku bi pêşa Erdogan ketiye û hewar hewara wî ye ev e. Ji hewlerihan êdî nikare xwe veşêre. Argumentên ku Erdogan pê bû desthilatdar, îroj pir xurttir, berfirehtir û çeptir, ji aliyê HDPê ve têne bikaranîn û ne weke rûpoş. Lewra HDP di van argumantên xwe de pir durusttir û rasttir e ku mirov nikare bi AKPê re bide ber hev jî. Eger HDP ne encama kevneşopiya sîyaset û berxwedana gelê kurd bûna, dê bi van argumentan bikariya bibe hukûmet jî. Lê, ew rastiya ku HDP li ser şîn bûye, rê li ber vê yekê digire. Lewra civaka tirk bi giranî bi hest û ramanên nîjadperestî xemiliye, hatiye honan û li ser piyan e. Li gel vê yekê jî, ji ber armancên esasî yên sîstema cîhanê ku li jor hat ravekirin, dê HDP bi ser barajê bikeve. Heta, ji bo serkeftina HDPê û têkçûna AKPê, şirîkên AKPê yên berê yên ji koalîsyona cemaetan jî, dikarin dengên xwe bidine HDPê û bi îhtimaleka mezin, dê bidin jî. Lewra ji xwe ji niha ve cî li wan teng bûye. Bi serkeftin û serokbûna Erdogan re, dê yan ji xelîfeyê nû re bîat bikin, ango serî pêl bikin, an jî dê tune bibin û ew vê yekê baştir dibînin.

Serkeftina HDPê dê bibe destpêka têkçûna AKPê û dîktatoriya Receb Tayîp Erdogan. Ev serkeftin û têkçûn, dê li Tirkiyeyê jî, li Bakurê Kurdistanê jî û li hemû herêmê jî, bibe sedema pêvajoyeka nû ku bêtir bi rengê demokrasiyê û mafên mirovan xemiliye. Piştî serdema Sumeran, Medan, Kobanî û Şengalê, bi taybet herêm û bi giştî nirxên mirovahiyê dê careka din bi hêz û rêveberiya kurdan bêne parastin û pêşxistin. Mirovahî, dê careka din bibe deyndarê kurdan. Hin kes vê rastiyê nebînin, nepejirînin jî, hinek, weke nêzîkahiyeka hestyar û nepixandî binirxînin jî, ev vê rastiya ku dê ji dîrokê re bimîne, neguhere. Bi tenê di vir de rewşa Başûr ciyekî taybet digire. Lewra sîstema ku bi destê malbatekê û di bin nave kurdayetiyê de ji bo berjewendiyên malbatekê li wir hatiye afirandin, têkiliyên ku di vê çarçoveyê de bi hêz û dewletên herêmê û dagirkeran re hatine danîn, hêviyek ji bo pêşerojê nade. Dijberî wê, di pêşkeftina civaka kurd û demokrasiyê de, weke astengiyek derdikeve pêş. Ev yek û têkiliyên li ser vê bingehê û di vê çarçoveyê de bi Tirkiyeyê û hukûmeta AKPê re hatine danîn jî, -ku ew bi xwe jî AKPê weke dostê stratejîk bi nav dikin- rê li ber serxwebûna parçeyekî Kurdistanê digire. Ango tişta ku ew dibêjin “em dixwazin”, bi destê wan bi xwe tê astengkirin. Lewra ya destûra serxwebûna Kurdistanê dê bide, hezar mixabin ku sîstema desthilatdar bi xwe ye û ew jî niha vê destûrê nadin. Lewra dema dixwazin ji Erdogan rizgar bibin, nikarin destûra serxwebûna dostên stratejîk ên Erdogan bidin. Ango naxwazin li herêmê Erdoganên nû zêde bibin.

Mahabad Felat Arda 2015-05-09 [email protected]