Kurteçîroka Silîva
Bi taybet bajarên kevnarê yên dîrokî xwedî periyodên cuda û tevlîhev in. Eger ev bajar demekê navendiya dewletekê jî kiribin, an paytextî kiribin, an hîn jî paytext bin, ev rastî li wan bajaran bêtir xwe bel dike.
Mirovan timî xwe li deverên navendî girtine û ji gelek deverên cuda, li wan navendan bi cî bûne. Piştî bi demekê, eger ji heman gelî jî bin, êdî bûne ji wê derê û xwe mîna kesên ji wî bajarî bi nav kirine. Bi çanda xwe, zimanê xwe, folklor û kevneşopiyên xwe ve, bajarên dewlemend in. Eger ev dewlemendî ji aliyê çend zanyar, alim û rêberên baş ên wan bajaran ve jî baş hatibe honan, pêkanîn û bikaranîn, êdî ji çêja wî bajarî mirov bi rastî jî têr nabe.
Farqîn jî, yek ji wan bajarên sereke ye ku van taybetiyan di nav xwe de dihewîne, ango heya serdemekê bi giranî hewandiye û demên zêrîn jiyaye. Mirov ji serdema beriya mîladê û ta niha dikare qala gelek periyodên cuda yên Silîva bike, lê mijara vê nivîsê, periyoda navbera salên 1950 û bi şûn ve ye.
Demên Zêrîn Salên 1950 û 1960:
Her çendî me nedîbe û em nejiyabin jî, ji mezinên xwe û gelek çîrok û serpêhatiyên wê demê em dizanin ku, bi rastî jî, salên 1950 ta dawiya salên 1960î jî, demên zêrîn bûne. Lewra gelek zanyar, alim û melayên welatparêz û dilso_ bi rûmet û azad îlahî ne, şe kirine, bi motîfên kurdî honane, dane ser hev û bingeha keleha welatparêziya mezin a Silîva danîne, ew bûne. Ji van beriya hemiyan divê mirov qala Huseyîn Axa bike. Lewra yê ku beriya her tiştî bi kurdiya zelal, paqij û şîrîn axiviye û ji gelê bajêr re jî bûye mînak, piştî medreseyên li herêmê, ew bûye. Li gel ku dadgehên dewletê hebûne jî, hema bêje tu kesek ji herêmê, ji bo tu dozeka xwe neçûye dadgehan, çûne ba Husên Axa û pirsgirêkên xwe çareser kirine. Lewra adil bûye û gel jê re pir bi rêz û hezkirin bûye. Ew jî bi rabûn rûniştina xwe, bi pîvan û edaleta xwe, bi kesayetiya xwe ya xurt ve, hêjayî vê rûmetê bûye. Huseyîn Axa û Dr. Yusuf Azîzoglu birayên hev in. Kiryarên Dr. Yusuf Azîzoglu, ji xwe ji Wanê bigire heya Rihayê, têne zanîn. Bi taybet jî ji bo tendurustiya gelê xwe xizmetên mezin kir û her wiha ji bo Silîva jî. Nexweşxaneya Silîva û Fakulteya Amedê di dema wezîriya wî de hatine avakirin. Dîsa alim û zanyarên mîna Seydayê Mele Huseyîn, Seydayê Mele Yaqûb, welatparêzên mezin ên mîna Abdulkerîm Ceyhan, Selîm Axa, Niyaziyê Terzî, Şêx Mîsbah, Hecî Eliyê Feyzo hebûn ku timî ji bo aştî û aramiya civaka xwe kar dikirin û her yek ji berêvekê ve ji bo geşkirina giyana welatparêziyê û xwedîlêderketina nirx û rûmetên kurd û Kurdistanê dixebitîn, têdikoşiyan. Bi saya helwdanên kesên mîna wan, Silîvanî ji hev hez dikirin. Dilê hinekan ji hev bimana jî, xelk bi xwe diket navbera wan û nedihiştin pirsgirêk mezin bibe.
Xelkên Silîvan di warê çandê de jî ji hema bêje hemî deverên bakurê Kurdistanê çalaktir û pêştir bûn. Lewra Newroz dihate pîroz kirin. Şahiya Serê Gulanê hebû ku tu kesek di mala xwe de nedima û ew rojek pir taybet bû. Xelk derdiket geşt û şahiyê, roja xwe li çolan, deverên dar û ber û avî û şênahî derbas dikirin. Çalakiyên curbecur li dar dixistin û her kesekî xwarin û vexwarina xwe ji mala xwe dianî, lê her kesekî çi bianiya jî bi der û dora xwe re jî parve dikir. Ciyê şahî û dilxweşiyê ye ku ev her du pîrozbahî jî heya îroj didomin. Dîsa hîn di sala 1949an de Selahattîn Azîzoglu sînema anî Silîva. Çendekî pir kin Mala Gel hat bikaranîn, piştre avahiya dêrê bikaranîn. Heya destpêka sala 1980î jî sînema li wir bû, lê piştre ew dêr kirine camî ku hîn jî camî ye. Komên şanoyê hîn di wan deman de beriya ku herine Amedê jî, dihatine Silîva, lewra silîviyan grîngî didane xebatên çandî û loma jî, li Silîva bêtir eleqedarî didîtin. Ev taybetiyên bajêr, di pêşketin û modernîzebûna pîvan û jiyana civakê de jî roleke pir grîng dilîst. Jin û mêr diçûne sînemayê. Belê deriyek cuda ji bo jinan hebû û di nav sînemayê de jî jûreka din çêkiribûn, lê ya grîng ew bû ku jinên Silîvan, bi mêran re diçûne sînemayê û bi hev re li heman fîlmê temaşe dikirin. Ev yek di nav civakê de jî tiştekî pir xwezayî bû ku ji xwe loma jî jin bi hêsanî dikarîn biçine sînemayê.
Her wiha xwepêşandanên TÎPê yekem car li Silîvan bû û ji wir jî li gelek bajar û navçeyên din ên bakur bûn, lê hemî jî pêşkêşvaniya wan û birêxstinkirina wan ji aliyê silîvaniyan ve dihate kirin. TÎPê bi giştî 3 xwepêşandan (1964-66 û 1974) li Silîvan li dar xist. Lê her ku rengê welatparêziya kurd xwe dida der, TÎPê jî rengê xwe yê rastî dida der û ev dibû sedema veqetandina kurdan ji TÎPê. Kurd êdî li alternatîfên ku dê bikaribe ji daxwazên wan re bibe bersiv digeriyan û xwe bi xwe rêxistin dikirin, rêxistin û komeleyan ava dikirin.
Piştî ku di dema 12ê adara 1970yî cuntaya leşkerî de gelek welatparêz, zanyar û rêberên nava gel çi hatin girtin, çi xwe dane alî, di nav civakê de jî tevlîheviyek bû. Dewletê jî êdî dest pê kiribû bêtir bala xwe dida ser Silîva û serî li rê û rêbazên ku bi bejna wan dikeve didan, lê bingeh xurt bû û karê dewletê jî ne hêsan bû di vî warî de.
Serdemeka nû: Salên 1970yî
Salên 1970yî jî ne salên xerab bûn. Salên pêşkeftin û birêxistiniya raman û tevgerên welatparêz bû. Lê ev bi xwe re hin aloziyan jî diafirand mixabin. Lewra welatparêz û ciwanên kurd ku heya demekê bi hev re di komeleyekê de (Silvan Halk Kultur Dernegi - Komeleya Çandî Ya Gel Ya Silîva) bûn û herkesî ji hev hez dikir, bi hev re kar û xebatên welatparêziyê dimeşandin, piştî demekê bûne du komele û piştre sê komeleyên cuda. Silvan Halk Kultur Dernegi ma di destê Kawaciyan de. Di heman avahiyê qata duduyan de DDKD vebû. Di navbirekê re derbasî komeleyên xwe dibûn, lê silavê jî nedidane hev êdî. Piştre Devrimci Halk Kultur Dernegi ku ya Riya Azadî bû vebû. Her çendî DDKD û DHKD zêde pirsgirêk nedijiyan jî di nav xwe de, lê ew û Kawaciyan bi tu rengî li hev nedikirin. Çend carî jî şer kirin û ji bo kuştina hev û du jî amadekarî û hewldan kirin. Di van pevçûnan de kesek bêrî hat kuştin, di nav wan bi xwe de birîndarî çê bûn. Lê bi hewldan, navbeynkarî û şîretên welatparêzên kevin ku çend kesên ji demên 1950 û 60 mabûn, qewmînên mezin rû nedan.
Ev rewş wiha berdewam kir, heya dawiya sala 1970yî. Di dawiya sala 1979an de PKKê hewl da li Silîva xwe birêxistin bike. Bi vê hewldanê re, careka din li Silîva xwîn rijiya. Du PKKyî ji lingên xwe birîndar bûn. Lê di sala 1980yî de herçendî bi qasî rêxistinên heyî yên din nebe jî, êdî xwe birêxistin kiribû. Ev rewş zêde neajot. Lewra di 12ê îlonê de cuntaya leşkerî ya faşîst dest danî ser rêveberiya welêt û berê xwe û gir û hêrsa xwe bi hemî erjengiya xwe ve, da Kurdistanê. Êdî rûpela serdemaka nû li bakurê Kurdistanê vebûbû.
Serdemeka tarî û bi êş
Cuntaya leşkerî ne tenê kesên welatparêz û şoreşger girtibû, lê mîna xewnereşkeka pir erjeng û tarî, xwe bi ser hemû şanikên civakê ve berdabû. Armanc ew bû ku, di nav 8 salan de, civaka kurd bi her aliyên wê ve ji hev bixînin û li ser bingeha tirsê û înkariyê, ji nû ve, li gor xwe teşe bidinê. Ji bo bigihêjin vê armancê jî, ji destê dewletê çi dihat, bi hemû derfetên xwe û qirêjî û barbariya xwe ve, li ser civaka kurd pêk dianî. Kesên ku dikarîn rêberiya gel bikin çi hatibûne girtin û çi jî xwe dabûne alî. Civak bê ser û ber, mîna pezê bê şivan, ji aliyê gurên har ve dor lê hatibû girtin. Rê ji revê re nemabû. Tirsê, mîna taya beriya mirinê xwe berî nav mêjî, jiyan û giyana civakê dabû.
Dewlet, ji bo bigihêje armanca xwe, bi tabet jî li Kurdistanê herêmên pîlot hilbijartibû û herî zêde jî li ser van herêman ”dixebitî”. Silîva yek ji van herêman bû heya dikare bê gotin ku ya sereke bû. Lewra dewletê ji berê ve digot: ”Silîva kurtçiyan hildiberîne û diafirîne. Navenda vê xirabiyê Silîvan e.” Bi vî rengî jî bi ser Silîva ve dihat ji xwe.
Ji aliyekê ve û bêtir dîn dihat bikaranîn, ji aliyê din ve jî ji bo dejenerekirina bi taybet ciwanan, ji esrarê bigire heya çanda arabesk, futbol, fuhûş û her cure gemariyên ku dikarin bêne kirin, bi destê polîs, subay û hin karmendên saziyên dewletê ve li nav ciwanan dihate belavkirin. Mamosteyên dibistanan guherîn, li şûna wan yên nû hatin. Hemşîreyên nexweşxaneya Silîva guherîn, yên nû hatin. Rû didan ciwanan, ciwan li ser wan ”dîn û har” dibûn û piştre bi xwe û bi hev diketin. Mamosteyên mêr jî, bi taybet du mamosteyên wê demê, li pişt Minara Qot xaniyekê kirê kiribûn û ciwanên dibistana navîn û lîseyê dibirine wê derê, heya derengê şevê perwerde dikirin. Ez hinekan dinasim ku dudu ji wan di pola min de bûn. Piştre hin ji wan kesan bûne kujer û hin jî bûne berpirsên hîzbîkontrayê û bi hezaran kes kuştin.
Civak êdî ne li hişê xwe bû, wenda bûbû. Ciwan ji dîn, arabesk, alkol, esrar, futbol, ”evîndarî” û her tiştên ku bi ajoyên mirov ve girêdayî ne pê ve li tu tiştekî din nedifikirîn û nedijiyan. Diyar bû dê ji 8 salên ku dewletê dabû ber xwe, pir zûtir civak ji hev biketa.
Ev di nav ciwanan de û ji derve wisa xuya dikir ku wisa jî bû. Lê bi bûyerekê re, jinên kurd xwe car din mîna caran dane xuyakirin ku giyaneka şîn mabe eger di nav civakê de, ew di nav jinên kurd de ye. Sal 1981 bû dema yuzbaşiyek hat Silîva tevlî leşkerên xwe ve û her şevê mêrên taxekê li baxçeyê zireetê kom dikir û heya sibê li wan êşkencê dikir. Şeva sisiyan, jinên kurd pêşên xwe bi keviran tijî kirin û êrîş birin bi ser van leşkerên har û barbar ve. Du rê ma li ber leşkeran; an dê hemiyan gulebaran bikirana ku ev dikaribû bibe sedema gelek tiştan, an jî dê serî pêl bikirana li hemberî berxwedana jinan. Piştî hinek fort û zirtan, rêya duduyan hilbijartin û Silîvanî ji wê zilmê, bi saya berxwedana jinan rizgar bûn.
”Ronahî li pey tarî ye, tim roj e li pey şev, em nayêne kuştin”
Di sala 1982an de êdî ji girtîgehan hin name û nivîs dihatin û çend ciwanên Silîvanî ew belav dikirin. Li çiyayên Elbatê jî hin liv û tevger dibûn ku bi xwe re hinek kelecan diafirand û dibû dilopeka ava sar bi ser kezebên peritî û helisî ve.
Piştî nîveka tebaxa sala 1984, êdî mîna li her deverên Bakurê Kurdistanê, reng û atmosfera li Silîva jî guherîbû. Liv û tevgereka pir veşarî hebû di nav hin ciwanan de ku ev piştre bi çûyin û tevlîbûna hin ciwanên Silîva li nav refên gerîlla encam girt û wisa jî berdewam kir. Hesabên der û malê yên dewletê, ji nîvî zêdetirî yê rê ve, bi paş ve vegeriyabû. Êdî demeka nû ku hêvî û xiyalan şîn û geş dikir dest pê kiribû. Silîvanîbûna Fermandar Egîd jî, di nav Silîvaniyan de hîn bêtir dibû sedema coş û kelecanekê. Ev pêvajo jî, heya dawiya sala 1980yî bi pêşketinan berdewam kir. Lê dewlet jî di vê navê de vala nedisekinî û bi destê hin terîqetan û kesan ku bêtir ”esnafî” dikirin, Silîva ji bo demeka din a tarî û bi xwîn û êşkenceyên erjeng re amade dikir. Armanca nû, bi temamî kuştin û tunekirina di destpêkê de kesên welatparêz û şoreşger, piştre jî her kesên ku ne mîna wan û daxwaza wan bûn. Dewletê bi her awayî vê yekê ne tenê destek dikir, lê birêve dibir. Êdî ciwanên ku di dema xwe de hatibûne perwerdekirin û yên nû ku hatibûne birêxistinkirin jî, serê xwe nîşan didan û xwe venedişartin.
Salên 1990î:
Salên herî tevlîhev bûn ji bo Silîva jî û ji bo hema bêje tevahiya bakurê Kurdistanê jî. Lewra ji aliyekê ve şerê gerîlla bi pêş diket, lê ji aliyê din ve jî, dewleta tirk ji bo têkbirina vê şoreşê û civakê hemû rê û rêbazên qirêj ên şerê taybet bikar dianî. Ji xwe her der bûbû gola xwînê. Mirovên welatparêz dihatine revandin û wendakirin, gund dihatine şewitandin, jin, zarok, kal û pîr di nav malên xwe de dihatine şewitandin, gulebarandin. Ev têre nekiribû diyar e, di bin navê ”Hîzbullah”ê de, dewletê kadroyên xwe yên ku hîn ji salên 1980yî ve amade dikir, kire dewrê û berê wan da kesên welatparêz, şoreşger û kesên ku dikarin bi rengekî rast pêşkêşiya civakê û ciwanan bikin. Hema bêje kesek nehiştin ku ji xwe armanc jî ev bû. Lewra yên hatin kuştin yek bi yek, bi yek guleyek, li ber deriyên xwe, li ser riya çarşiyê, li ber deriyê qahwexaneyekê, an ciyê karê xwe. Yek bihustek ku xwîn lê nerijiya li Silîva nema. Ev pîroziya wê axê û bingeha xurtî û berxwedêriya civaka kurd e jî bê guman.
Dibêjin ku Silîva heft caran xerab bûye û heft caran ava bûye. Ez nizanim gelo ev tişt ji bo hemû bajarên kevin tê gotin. Eger wisa be jî, bi taybet li erdnîgariya me ev rast e, lewra ji dîroka 2500 salan û vir ve li Kurdistanê hema bêje tu nifşek ku şer nedîbe, nejiyabe tune. Em hemî bi travmayên mezin û cuda mezin bûne û me jiyana xwe li ser van rastiyan honaye. Eger ev bobelatên bi serê gelê kurd de hatine, bi serê çi gelî ve jî bihatana, niha ji zû ve nemabûn. Ev nîşana xurtî û dewlemendiya ziman, çand, folklor û dîroka me ye bê guman.
Ev demek e Silîva êdî birînên xwe dikewîne. Û bi ser xwe ve tê. Çîroka Teyrê Sîmir ji ciyê vala di nav civaka me de derneketiye û rengê xwe nedaye jiyana me. Kurd gelek caran ji xweliya xwe ji nû ve vejiyane û Teyrê SÎmir bûye sembola vê rastiya jiyana gelê kurd. Tişta ku dijminên gelê kurd tênagihêjin û nikarin xwe bigihêjîninê jî û tişta ku dê wan têk bibe jî her ev e.
Mahabad Felat Arda 2013-10-17 [email protected]