Kêla Mele Mihemed,kêla,mele,mihemed

Kêla Mele Mihemed

A+ A-

Lawo!
Lomeyekê dehf da me,
Em stuxwar bûn koçber,
Li paleke xirbeyên wê ji kalan maye
Ku ew jî bi bobelatekê bûne xweliya qurmek êzing
Û niha li şûna wan tenê nîv qam dîwar maye.

Ez,
Tu,
Diya te,
Û birayê te Evdilqadir.

Em ê vegeriyana ku wî li vir serî danayniya xewê,
Piştî agir û taya ku ew rapêça.
Û min,
Diya te,
Me nema karî bihêlin gorek be jî li pey xwe,
Evdilqadirê xwe,
Û biçin.

Xela hat wekî şetekê,
Olçekek genim bû sermiyanek,
Û me da bi vir genimê qelenî,
Şûn û warê kulên dîrokê,
Qewmê xwelî,
Hûrî.

Me berqefa zinaran kir zeytûn,
lî beravan gûz,
li palan behîv,
li dikan hinar.

Qilaç bi destên terikî bûn rez,
Kevir bi pişta kal bûn ben,
Bergeha kaniyan bûn birk,
Û hewl li rexê cihokan rapelikîn asîmanan.

Û em man,
ji bo gora Evdilqadirê biçûk,
ev der bû bihuşt dik bi dik,
ta newalê.


Gotinên miftehî :