1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Kêmasiyên me û Huda Par
Kêmasiyên me û Huda Par,kêmasiyên,me,û,huda,par

Kêmasiyên me û Huda Par

A+ A-

Endamên Hîzbî Kontrayê ku di bin navê Huda-Par´ê de xwe birêxistin kirine, şevê din bi qasî 400 endamên xwe ve, piştî çalakiya rêxistina jinan a ji bo Kobanê, êrîşê saziyên kurd û hemwelatiyên taxa Şehîtlikê kirin û di encama êrîşê de 7 kesî birîndar kirin. Di dema êrîşê de êrîşkar çêran bi gel dikin û gef li wan dixwin ku dê vegerine salên 1990î.

Gotina dawî ez ê di serî de bêjim: Armanc, organîzator, fînansor, kirde û piyonên li Kobanê kî bin, çi bin, yên li Amedê û li pişt êrîşên li Amedê jî her ew in.

Ji berê ve dijminên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet jî li bakurê Kurdistanê, dîn mîna çekekê li dijî gelê kurd û pêşkeftin û serîhildanên gelê kurd bikar anîne. Li devera ku çeka dîn têre nekiriye, komkujiyên xwe, polîtîkayên xwe yên girtin, sirgûn, asîmîlasyon û dejenerasyonê bi hemû tundî û qirêjiya xwe ve kirine dewrê.

Dîroka me ya nêz û dûr bi mînakên van tiştan ve dagirtî ne. Tişta ku divê bêtir bê ziman û bal bikişin ser ev e ku polîtîkaya bikaranîna çeka dîn îroj jî bi heman armancî û tundî tê bikaranîn.

Heman hêza tarî ku ji aliyê gelê kurd ve pir baş tê nasîn, çend roj berê jî dîsa li Amedê bi bahaneya balyozê DYAyê, êrîşê çadira fitariyê kir. Ev derdora bi dil, mêjî û kiryarên xwe ve tarî û qirêj di salên 90´î de jî, Amedê ji xwe re mîna armanc hilbijartibû, lê wê demê ne tenê li Amedê, li hema bêje hemû bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê di bin parastina hêzên dewletê de çalakiyên xwe yên hovane pêk dihanîn. Niha diyar e bêtir li ser Amedê kûr bûne û di dema êrîş an çalakiyekê de hemû hêza xwe li wê derê kom dikin. Sedemên vê yekê hene bê guman.

1- Dewlet û hukûmeta AKPê van derdorên tarî organîze û fînanse dikin. Mîna doh, îroj jî, ev hêzên tarî hêza xwe ji dewletê digirin.

2- Armanca organîze û fînansekirina van derdorên tarî bi temamî û bi tenê tunekirina Tevgera Azadiyê, şikandina dînamîzma gelê kurd e.

3- Dewlet dixwaze navendên ku ji bo gelê kurd bûne mîna sembol û dînamîzma siyaset, çand û wêjeya kurd lê kom bûne, bişkêne, bidest bixe. Mîna Kobanê, mîna Amedê. Armanc li her du deveran jî ne cuda ye. Dema ev dever ketin û hatin bidestxistin, şikandina navendên din ên Kurdistanê pir hêsantir dibe. Ji ber wê ye ku îroj ev hêzên tarî, di dema êrîş an çalakiyeka xwe de hemû û caran jî giraniya hêza xwe li Amedê kom dikin. Êrîş û çalakiyên xwe bi girseyî dikin, ji bo xwe bi hêz nîşan bidin û çavên gel hêsantir bitirsînin.

Tu tiştek neguheriye: Berê jî dewletê pêşî berê xwe dida navçe û bajarên ku giyana kurdayetiyê û şoreşgeriyê lê pêştir e, îroj jî heman tiştî dike. Berê jî dewletê ji bo şikandina dînamîzma van bajar û navçeyan çeka dîn û polîtîkayên asîmîlasyon û bi taybet jî dejenerasyonê bi rengekî pir gemar bikar dianî, îroj jî heman tiştî dike. Dewletê berê jî kesên ku dikarîn rêberiya civakê bikin û bibine mînak ji bo civakê, bi awayekî ji holê radikir, îroj jî tu tiştek neguheriye. Doh jî dewleta dagirker hemû polîtîkayên xwe bi armanca tunekirina tevger û dînamîzma gelê kurd çê dikir, îroj jî tiştekî cuda nake. Tenê, di vir de lawaziya me xuya dibe ku me bi giştî, mîna siyaset,mîna gel, ji van kiryaran encamên pêwîst derneaniye û tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Li gel ku gelek kar û xebat û xizmet hene jî, ev li ber van polîtîkayên dijmin, têre nakin. Eger îroj bi sedan kes dikarin li Amedê biwêrin û êrîşê bibine ser sazî û dezgehên gel û jin jî di nav de êrîşên çavsorî bi ser welatparêzan ve bibin, ev nîşana vê yekê ye mixabin.

Çare li hemberî van polîtîkayên dijmin:

1- Di hemû warên jiyanê de pir bêrtir birêxistinbûn. 2- Pir bêtir perwerde. 3- Di navbera hemû sazî û dezgehan de têkilî û koordînasyoneka profesyoneltir. 4- Bêtir pêşvebirina giyana kurdayetî, li gel ziman, çand û hemû rengên jiyana rojane. 5- Divê rûmeta gel pir bêtir bê zanîn û nêrîn û daxwazên wan bêtir bêne dîtin û pêkanîn.

Bê guman ku Tevgera Azadiyê, bi van xalan û gelek xalên din li dijî hemû hovîtî, êrîş û gemarên dijminan li ber xwe daye û bi pêş ketiye. Lê îroj, tişta tê dîtin, bar hemî li ser pişta gel e. Gel bi fedakariya xwe di nav pêvajoya şoreşê de cî digire û her dide, lê bi nêrîn, bawerî û daxwazên xwe ve herî kêm gel di vê pêvajoyê de cî digire. Ev di nav gel û berpirsên sazî û rêxistinan de dibe sedema dûrbûn û sarbûnekê. Lê gel her li ked, xwîn û xwêdana xwe xwedî derdikeve. Ev rewş divê biguhere û gel bêtir di nav biryaran de jî cihê xwe bibîne. Tişta birêz Ocalan jî ji destpêkê ve dibêje, her ev e. Lê tişta ku her dem di nav Tevgera Azadiyê de mîna kêmasî tê dîtin jî, her ev e.

Dîsa divê bê zanîn ku çiqasî azadî nêzîk be, talûkeyên navborî jî ji her demê zêdetir in. Ji lewre jî divê êdî bi nêzîkahiyên klasîk, ev rewş neyê pêşwazîkirin, grîngiyeka mezin bidine van polîtîkayan û tedbîr li gor wê bêne pêşxistin.

Dewlet karê xwe dike û karê dewletê ne ji xêra gelê kurd re ye, dijberî wê ye bê guman. Wê demê, em jî divê karê xwe bikin, bêyî ku xwe di bin tu bahaneyê de veşêrin.

Mahabad Felat Arda


Gotinên miftehî :