Kî ji bo Kobanê çi dikin?
Tu sedem, bafik, mazeret û mahneya hêzên Kurdistanî nakeve pêşiya alîkariya Kobanê. Heke bikeve pêşiyê ew ji berjewendiya kesane an jî berjewendiya siyasî ye. Ê baş e berjewendiya siyasî dikare têkeve pêşiya netewîbûnê? Ku mirov bibêje ez netewîbûnê dixwazim, berjewendiya siyasî çawa dibe ku dikeve pêşiya alîkariya ji bo Kobanê?
Ma ne rast e ku mirov bibêje îro ji PKK, PYD, HDP, DBP ê pê ve tu kes partî û rêxistinên kurdan ne li Kobanê û ne li Pirsûsê xuya ne, ji bo alîkariya Kobaniyên ku ew jî di nava navika Kurdistan de ne. Ji xêndî ku hinek çûn û daxuyanî danê, kes alîkariya ku hêz xurt bibe nakin. Kî li kobanê bin ew şer dikin û piştgiriya ku ji bakur diçe heye.
Baş e, ka Hukûmeta Herêma Kurdistan ku li gor navê xwe û mezinahiya xwe çima alîkariyê nake? Mahneya ku rêtunebûna şandina alikariyê çiqasî raste û bersiv e?
Çend rêxistin, partî û kesên Kurdistanî li bakurê Kurdistan kampanyayek ji bo alîkariyê dane destpêkirin? Çend heban meşek li dar xistine? Xuya nebûye, ne li Bakurê Kurdistan ne li Ewropa û ne li deverek din ê dinyayê. Kî yê bi wan bigire ku herin li navenda Ewropa meşekê bi serê xwe di bin ala xwe de li dar bixin ji bo Kobanê? Kiyê bi wan bigire ku li Amedê di nava xwe de organizasyonek piştgiriyê, meşekê an hevdana alavan asteng bike?
Belê çendekan daxuyanî û navê xwe bang kirin. Lê bi xwedê êdî zarok jî dikarin daxuyaniyan bidin. Êdî her kes dikarin bipeyîvin û bibêjin em jî filan partî an rêxistin in. Mirî jî dikarin bi peyvên qelew bipeyîvin li ser internetê.
Ma ne gelek kesan digotin em jî partî nin, em jî rêxistin in, em jî bizav in û mafê me jî heye ku em di platforman kevin, em bibin endamê meclîsên bilind. Em dixwazim Kongreya Netewî li dar bikeve û em jî di nav de bin. Baş e, ew dê bi çi awayî bi kîjan hêzê û bi kîjan rûyî vê yekê bibêjin ji niha û pê ve. Roj ji vê roja teng û mezintir heye ku mirov an partî an rêxistin xwe ji bo netewîparêziyê, welatparêziyê biselmîne û ispat bike ku ew dikarin tiştinan bikin. Dinya tevde ji bo Kobanê ketine hewlekê ku tiştinan bikin lê gellek efendiyên qaşo rêxistinên Kurdistanî tenê daxuyaniyan didin, dibêjin bila yekîtiya kurdan pêk bê û diçin mala xwe radizên. Gelo yekîtî çi ye, çawa ye? Çawa çêdibe ev jahr? Qet nabêjin. Piştî ku têkçûn çêbibe, yekîtî çêbibe çi ye !?
Ne hewceye ku mirov bibêje êdî “bila yekîtiya kurdan pêk bê”. Ku hûn herin li sînorê Kobanê nobetê bigirin û daxuyaniyê bidin bibêjin “vay em li vir in, an jî vay me filan xisar daye Daiş’ê”, ew e yekîtiya kurdan. Ew dê bibe destpêk, ne peyv û daxuyanî tenê.
Ne ku ez ji wan hêvî dikim an lawa dikim ku ew tiştekî bikin, lewre ev 40 sal in ku ez wan rêxistinên kurdan dişopînim. Bawer bikin heman mazeret heye; filan nahêle, bêvan nahêle, ji ber filan an bêvan pirsgirêkê em nikarin an jî em nakin. Baş e, PKK û yên wekî wê çawa tu mazeretan nas nakin û xwe didin mirinê? Îro ne ev rêxistin e ku bi milyonan Kurdistanî bi wan re ye? Ne ew in di zîndanan de ne? Ma ne ew in li serê çiyan bûne taht? Ne ew in li her derê dinyayê li ser piyan in ji bo Kobanê? Ma ne ew in ji her derê Tirkiyeyê ji bo sînor derketine ser rê? Gelo hewce ye car bi car van tiştana bê gotin?
Îjar ji bo ku mirov bi wan û rêxistênên wan û derewên wan bihesin ez van tiştana dîsa dibêjim. Gelek partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê tenê li ser kaxezê ne, tabelaya wan jî tune ye.
Û hinek jî fedî nakin di van rojên giran de peyvan diavêjin rêxistina Rojavayê Kurdistanê. Her tişt li ber çavan e. Rexneyên ku ew li wan partiyan dikin jî ji alî wan partiyana di nava xwe de bi dehcaran hatine nîqaşkirin û bi encam bûnê, lê haya rexnegiran jê tune ye, tenê ji bo bipeyîvin rexneyên ku diviyabû salek berê, du sal berê, deh sal berê hatibana kirin û bi encam bûne, niha dikin. Pirsgirêkan dibêjin lê hay ji wan heye ku kesek bi vê yekê nizanin, partiyên di eniya şer de ne vê yekê nizanin. Û nizanin ku şervanek tenê jî dikare bi zanebûna xwe wan ji bêrîka xwe derxîne. Divê her kes bizîvire û hesab ji xwe bipirse û bibêje “ez çi dikim ji bo Kobanê, Şingalê, Maxmûrê, Kerkûkê?” Hew maye ku Kurdistan ava bibe û ew dê sibehê rabin bibêjin “kê ev Kurdistan ava kir?”
Peyv qediyaye egîdiyê dest pê kiriye
Siyasetmedar û şervanên ku li eniya şer çi hewce be dikin. Xwezî şer tunebe û bi aştiyane çareserî hebe û mirovek jî canê xwe ji dest nede, lê ku hewce be ji bo dayina canê xwe saniyeyekê jî nafikirin, didin û dane bi sedan. Ji xwe ji bo rêya demokratik bi pêş keve û bê şer û mirin pirsgirêk çareser bibe ‘pêvejoya muzakereyan’ hatibû destpêkirin. Roja îro mirov fedî dike ku peyvekê jî ji derî pesnê bibêje. Ji xwe wekî haqaretê ye jî. Tenê mirov dikare hêviyan bibêje ji wan re an jî tiştekî, piştgiriyekê bike. Ji ber ku peyv qediyaye, meşê dest pê kiriye, ders qediyaye pratîkê dest pê kiriye, boşboxazî qediyaye rastiyê dest pê kiriye, xwestina Kurdistan qediyaye avakirin dest pê kiriye. Buhuşt ku hebe îro di bin piyên wan egîdan de ye, buhuşt ew axa ku ew îro li ser kaban diavêjin. Ku jiyanek xweş hebe li vê dinyayê ew ji wan tenê re ji wan egîdên Kobanê re helal e. Tenê bejn li ber wan ditewin îro, ew reha kurdbûnê ya ji dîrokê hatiye di pişta wan û bavê wan de ye, ew li wir in û bernadin û ew rûmeta axa Kurdistanê ne. Ew pola ne, ew her yek tanqek in, her yek topek agir in. Ew hêza wan dê kurdan û hemî kesê Kurdistanî ji bêrûmetiyê ji bindestiyê xelas bikin. Ew yên ku canê xwe bi qasî darikekî niftikê jî nahesibînin û didin axa xwe. Careke din hat selmandin ku bandora hêzên PYD- PKK bandora hêza nukleerî ye û lazim e ji kurdan re. Bawerî careke din hat cîh wekî gellek carên din, ji ber ku rêxistinek polayî, cewherê mêrxasiya kurdî heye. Îro ne hewceyî selmandinê ye êdî, ne hewceyî peyvê ye lê şerê tank û topan e û çekên destan li hev nakin. Can in, giyan in û li himber hesin xwe dikin sîper. Piştgiriyek pir mezin hewce ye. Kobanê xalek pir giring e û zîvirokek serkeftin û paşdeçûyinê ye. Gelo Kobanê têkeve destê wan hovan û piştgiriya hemû kurdan jê re çênebe kurd dê çawa bi hev re yekîtiyekê pêk bînin û li çavên hevdû binêrin?