Kî ne hûn?,kî,ne,hûn

Kî ne hûn?

A+ A-


"Ez ne kurd im, gotineka bi kurdî nizanim, ez navê yek nivîskarekî/a kurd nizanim. Ez çanda kurdan nizanim lé îro ez kurd im…” (Stéphane Charbonnier edîtorê kovara Charlie Hebdo)

Ew îroj kurd bûn û wan baş dizanîn ne bi tenê ew, lê hemû mirovahiya pêşverû kurd e îroj! Lewra wan ji gelekan pir çêtir didît û dizanîn ku kurd îroj ji bo wan hemuyan şer dikin, têdikoşin û parastvaniya mirovahiyê dikin. Yên li dijî gemariyê û kujerên mirovahiyê sîng vegirtine û bûne mertalek ji hemû nirx û rûmetên mirovahiyê neqişandî û zeximkirî, kurd in îroj û wan ev xweş didît û dizanîn. Lewra yên xweşî, rastî û pakiyê dikarin bibînin, xwediyên dil û giyanên pak û bedew in.

Baş e hûn kî ne?

Li Vîyanayê hûn, li Vatîkanê hûn, li Bosnayê hûn, li Çeçenistanê hûn, li Qafqasan hûn, li Qibrisê hûn, li Afxanistanê hûn, li Pakistanê hûn, li Kurdistanê ji xwe ev hezar sal in li seranser û her buhustek her bi tenê hûn, li dû we bi tenê xwîn û şîn; du sal berê li Parîsê hûn û îroj car din, di bin çi nav û nasnameyê de be jî, careka din li Parîsê û dîsa hûn; di bin her kevirên bi qirêj û bi xwîn de her hûn…

Yên li ser kavilên gelan ava bû hûn, yên li ser tunebûna min xwe dijîne hûn, kêra li ser stuyê min hûn, guleya li kezeba min hûn, bazirganên li bazarên herî gemar hûn, malê li ser dezgeha we ez, dîroka min, çîroka min, çîrvanoka min, rengê min, dengê min, xemla min, bedewiya min a hesûdiya cîhanê û bingeha şaristaniyê û li gel hemû nirx û rûmetên min in; lê yên bi hebûna min dê tune bibe dîsa hûn…

Yên bê dê û bê bav, bê esil û bê asas û bê bingeh hûn, yên bê çand û ziman û dîrok hûn, xwedî çîrokên herî gemar hûn, talanker hûn, xwînmij hûn; vexwirên qimizê kujerên qurmizê hûn; yên diz hûn, yên piz hûn, yên bê nirx û bêyî mazmazk hûn, mirovên nemirov hûn, mirovên her teşe û qalibî hûn û yên bêteşe û bê qalib dîsa hûn…

Kula bêserî ne hûn… Derdên bê derman… Kula dernexwîn… Rîş in hûn, rîşa mirovxur…

Em, tiştê herî pak û paqij û paqijkerên herî mezin, xwediyên agir in, ji agir in, li jor me Ahûra Mazda, li dil me Zerdeştê Kal, em têk naçin ey etraqê bêîdraq, ew dê tu carî nebe qal!..

Kujer xwedî çi nasnameyî jî bin, piştî ku AKP DAÎŞ e û DAÎŞ AKP û dewleta tirk bi xwe ye, navnîşana serkêşên hovîtiya li Parîsê jî diyar e.

Ez wan giyanbedewan bi hezkirin û keser bi bîr tînim. Ez jî îroj Stéphane Charbonnier im û bêtir mirov im…


Mahabad Felat Arda

2015-01-08 

 [email protected]


Gotinên miftehî :