Kûçikê Trole
Roviyê ku wê gavê li der dorê digeriya jî dibîne ku kûçik berî wî gihaşt ser laş û ji dûrî ve temaşe dike, ku kûçik têr bixwe û here, da ku ew jî çend parçe goşt jê bixwe. Kûçik jî rovî dibîne, ji qeşmerî hêdî hêdî dixwe.
Di wê navberê de keftarek tê. Berê li Kurdistanê keftar pir bûn, bi nêçîrê piraniya wan hatin qelihandin. Keftar jî wekî piling û gur heywanekî xurt û har bû. Kûçikan tu carî newêrîbû xwe bidana ser keftaran.
Dema kûçik dibîne keftar hat, di dilê xwe de dibêje "ev keftar dê vî laşî ji min bistîne û têra xwe min jî biêşîne." Lê fersenda revê jî nemaye. Ji bo rovî bi wî nekene, ew jî xwe wekî rovî kone dike, di ber xwe de dibêje "ooox, ev goştê keftaran jî çi xweş e. Qe niha keftarekî din jî bihata, me ji xwe re ew jî bixwara."
Keftar ku li ber çavên xwe laşê li erdê dibîne û bi guhên serê xwe mijarê dibihîze, di lingê ling de paşve dizîvire û li gir dizîvire. Rovî di dil xwe de dibêje "ez ê nîşanî vî kûçikê trole bidim, ku konetî, fen û fût ne karê kûçikan e" û bi lez li gir dizîvire.
Rovî xwe digihîne keftêr û jê re dibêje, "kêmaqilo, qey te bi rastî jî bawer kir ku kûçikek dikare keftarekî bikuje û bixwe. Ew laşê ku kûçik dixwe ne keftar e, kes nizane bê çi ye, çi li wir cehemiye. Kûçikê trole tu xapand û niha jî bi te dikene."
Li ser vê yekê keftar pir li ber xwe dikeve, ku tew rovî jî bûye şahidê vê rewşa fehêt û şerm. Keftar ji rovî re dibêje "tu were ser pişta min, bibîne bê ez ê çi bînim serê wî kûçikê trole."
Gavek din kûçik dibîne ku ew roviyê li hember, wa ye li ser pişta keftêr e û tên. Fam dike ku rovî çi kir. Lê dizane ku bi revê jî ji destê keftêr rizgar nabe. Îcar jî di ber xwe dibêje:
"Ev roviyê bêkêr li ku ma, çima nehat. Min ew qasî jê re got "here li pişta wî keftarî siwar were û wî ji min re bixapîne, bîne. Lê çû û nehat, tirsonekê tirsonek."
Dema keftar van gotinan dibihîze, di dilê xwe de dibêje "ev herdu kone û fenek tiştekî tînin serê min" û rovî diavêje û direve diçe.