Li Bakur Çanda Têkoþîna Legal -I-
Partiya Keda Gel (HEP) di serokatiya Fehmi Işiklar de, di sala 1990'ê de hate avakirin. 10 parlamenterên ku ji partiya çepgir a tirk SHP'ê qetiyan, HEP ava kirin. Di dawiya sala 1992'an de, bi baweriya ku dê HEP were girtin, Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP) hate avakirin. OZDEP di dawiya sala 1993'an de ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve hate girtin. Jixwe HEP salekê ma û hate girtin. Li şûna HEP'ê jî Partiya Demokrasiyê (DEP) hate avakirin. DEP, di nîvê sala 1994'an de hate girtin. Di sala 1994'an de Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) hate avakirin. Bi baweriya ku dê HADEP were girtin, bi navê Partiya Gelê Demokratîk (DEHAP) partiyeke nû hate avakirin. HADEP di sala 2003'an de hate girtin, lê DEHAP nehate girtin. DEHAP'ê di sala 2005'an de xwe fesih kir û beşdarî Tevgera Civaka Demokratîk (DTH) bû. Ev tevger piştre bi navê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû partî. DTP di dawiya sala 2009'an de hate girtin. Berî ku DTP were girtin, di serê sala 2008'an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jixwe hatibû vekirin û çawa ku DTP hate girtin, nûneriya qada legal kete stuyê BDP'ê.
Helbet, li Bakur têkoşîna qada legal tenê ne ev partî ne. Bi sedan komele hatine avakirin, kurdan di salên 1970'î de jî li hinek saziyên legal (yasayî) hewl dane ku têkoşîneke demokratîk bimeşînin. Lê bi awayekî rêk û pêk, ev yek ji salên 1990'î û pê ve, hatiye asteke bilind. Di sala 2009'an de, DTP'ê bi qezenckirina 98 şaredariyan ev têkoşîna legal anî asta herî bilind.
Pirsgirêkên Qada Legal:
Ji sala 1990'î heta 2010'an bi tevahî 20 sal derbas bûn. Di van 20 salan de, di qada legal de mirov dikare bêje ku pêşketineke mezin çênebûye. Sedemên vê yekê du tişt in. Yek jê; kotekî û astengiyên dewletê ye. Buroyên partî, komele, navendên çandî, sendîka û weqfan her roj dibûn armanca êrîşan. Endamên wan dihatin girtin. Gelek endamên wan hatin revandin, piştre cesedê wan li ser riyan hatin dîtin. Tecawizî endamên jin kirin, li nav daristanan, cesedê wan avêtin çeman, ber zinaran. Hin ji wan hîn winda ne, hin ji wan jî niha nû ji bin erdê tên derxistin, bi riya lêkolîna DNA'yê nasnameya wan tê tesbîtkirin.
Ne karê her kesekî bû, ku bêje "ez dikarim rêveberiya vê saziyê bikim." Tu dest ji partiyê berde, rêveberiya saziyeke wekî Komeleya Mafê Mirovan (IHD), rêveberiya saziyeke wekî Navenda Çanda Mezoptomya (NÇM MKM) pirsgirêkeke mezin bû, cesaretek zêde dixwest. Ji qewlê gel ve, "mirovên gurçik mezin" diketin wan rêveberiyan. Gelekan ji wan digotin "berxê nêr ji kêrê re ye" û xwe pêşniyaz dikirin. Lê têr nedikir. Sazî dihatin girtin. Herêma Rewşa Awarte (OHAL) ku waliyekî awarte li ser bû, di demildest de sazî digirtin.
Ji ber vê yekê çanda legal rûnenişt. Avahiyên van saziyan, tenê wekî cihê "li-ser-ling-hiştina-dozê" kar dikir. Rêveberî hebûn, lê her kes rêveber bû, kê bikaribûya çi bar hilgirta hildigirt. Fermiyet qet ne girîng bû.
Lê qada legal û îllegal tevlihev nedibû. Karên îllegal ji aliyê gerîla û milîsên wan ve dihatin meşandin û wan qet riya xwe bi ser saziyên legal nedixistin. Gelek kesên ku ev tişt nehesibandin, bala dewletê kişandin ser xwe û hatin windakirin. Lê, ji bo bên windakirin têkiliya wan a bi qada nelegal re tenê hincetek bû, karê wan ê di qada legal de jî hinceta bingehîn bû.
Di sala 1999'an de Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi operasyoneke navnetewî pêşî ji Rojhilata Navîn hate derxistin, ji aliyê hin dewletên wekî Rûsya, Yunanistan û Îtalya ve wekî "mêvan" hate pejirandin, lê piştre ji wir jî bi zimanekî nazik "hate qewirandin" da ku bi tenê û bê cih û war bimîne. Di encamê de li welatekî wekî Kenya, ku wargeha rêxistinên saloxdariyê ye, dîsa bi xapandin hate derxistin û revandin. Heta wê rojê jî, li bakur qadên legal û nelegal bi vî rengî dimeşiyan. Lê di sala 1999'an de cara yekem HADEP'ê gelek şaredarî bi dest xist. Piştre bi gaziya Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan re, gerîla derketin ji dervê sînor û qad ji têkoşîneke legal re hate hiştin.
Ji sala 2000'an heta 2010'an, bi giştî 10 salan modelên legal li bakur hatin ceribandin. Lê, ev qad bi rastî tu caran legalîze nebû, ji salên berî 2000'an bêhtir tevlihev bû. Karê têkoşîna legal, li şûna ku li ser bingeha komele, navendên çandî, weqf, enstîtu, zanîngeh û akademiyan bimeşe, bi destê komîteyên ne yasayî ve hate birêvebirin. Ev yek, bû sedema ku arşîva tu tiştekî neyê girtin, paşeroja tu tiştekî neyê zanîn, dîroka tu tiştekî bi awayekî kîtekît neyê nivîsîn. Bi vî rengî 10 salên li şûna xwe mayî, derbas bûn.
Di sala 2010'an de komeleyeke kurd a ku 1 milyon endamên wê hebin û di qadekê de birêxistinkirî be, tune. Weqfeke ku îro bi kar û barên perwerde, lêkolîn û pêşveberinê re têkildar tune. Enstîtuyeke yasayî tune. Ev hemû, ne ji ber ku derfet tune bûn, lê wekî helwestekê nehatin kirin. Helwest, ew helwest e ku qada legal biçûk dibîne, li têkoşgeriya xwe danayne ku lê bixebite.
Oldar jî li Tirkiyeyê hebûn. Hem, wan wekî kurdan berdêl jî nedan. Lê dema ku kurdan û dewletê li hev dixistin, wan di komeleyan de xwe birêxistin kirin. Weqf ava kirin, şîrketên mezin ava kirin, şirîkatiyên aborî-siyasî pêk anîn. Bi sedan dersxane ava kirin, dibistan xistin destê xwe, li zanîngehan birêxistin bûn. Di 20 salan de xwendekarên xwe yên dibistan kuta kirine, li sazî û dezgeyên fermî bi cih kirin. Tu tişt ji wan nexwestin. Tekane daxwaza wan ew bû, ku ew kadro ne hevkarên sîstemê bin, nekevin nav çerxa sîstemê. Roj hat, hevalên wan bûn îqtîdar. Lê wan heman awa domandin. Îro, tevî ku em dibînin saziya herî xurt a dewletê, artêş tê tasfiyekirin jî, ev sazî û dezgeyên oldaran ên bidestxistî, bêdeng karê xwe dikin.
Oldar in, lê olê wekî çanda hatî naşopînin. Olê di çavên kesî re nakin! Nerm dikin. Em çiqas rexne bikin, bêjin "îslama nerm, îslama bêdeng" jî, bi qasî şimayê nerm bin jî, em nabêjin "xwezî îslameke tûj, hişk û asê biajotina". Em wisa bêjin jî, ew wisa nakin. Ji ber ku dizanin bi siyaseteke wisa, nikarin ne şirîkatiyekê ava bikin, ne hevkarekî ji xwe re peyda bikin, ne jî dengê gel bigirin. Heke, niyeteke wan a îslameke hişk hebe jî, ev di dilê wan de veşartî ye. Lê, madem ku heta vir bi baqilî dimeşînin, nexwe dizanin ku îslameke hişk ne li gor vê sedsalê ye jî û nexwe, di pêşerojê de jî dê îslameke restorebûyî bişopînin.
Binihêrin bê çawa em hatin ser pirsgirêka îslamê, ya xwejiyandinê. Em hatin ser pirsgirêka îslamê û sedsalê, îslam û nifşê nû. Û binihêrin, mijar bû modela oldarên Tirkiyeyê.
Lê, pirsgirêkek sosyalîzmê jî bi vî rengî heye. Sosyalîzma ku li Sovyet, Kuba, Wietnam, Rojhilata Almanya û welatên din hate pêkanîn, ne sosyalîzmeke ku em dixwazin e. Kirinên wê, ji aliyê nifşên îro ve nikare were qebûlkirin. Sosyalîzmeke wisa ne bi têkoşîneke îllegal, ne bi têkoşîneke legal, nikare were ser kar. Yanî pirsgirêka restorasyona sosyalîzmê jî heye.
Di warê îdeolojîk de Têkoşîna Azadiyê bi nêzîkatiyeke nû, bi rengê "Sosyalîzma Zanistî" ev pêdivî bi cih anî. Lê madem ku mijara me qada legal e, dema em pirsgirêkên vê qadê datînin ber xwe, em dibînin ku pirsgirêkên sosyalîzma pêkhatî hîn berdewam in. Sedema ku bi qasî oldaran jî ji vê rewşê sûd nehatiye wergirtin, belkî ev be.
Ev rexne, dikare wekî rexneyeke ne di cih de, an rexneyeke zêde hişk were dîtin. Dikare yek bêje "bê însaf, tu çawa kurdên ku 40 hezar can dane, beramberî van oldarên teslîmbûyî û bê helwest nîşan bidî?" Jixwe bingeha ku em pişta xwe didinê jî ev e. Em behsa salên 1990-2000'an nakin. Jixwe têkoşîneke legal a stewyayî di wan salan de ne tiştekî xwezayî bû jî, karekî dahiyane bû. Lê ji salên 2000'an û pê ve, pêkneanîna rêçeke legal a profesyonel, karekî wisa ye ku mentiqa wê qet û qet nikare were famkirin. Îro li bakur, dikaribû di asteke pir bilind de sazî û dezgeyên legal hebûna. Ji bo vê yekê hemû derfetên aborî, civakî, siyasî, çandî, hunerî hebûn. Kadro hebûn.
Vê beşê, ez ê bi mînakekê bigirim, da ku asta têkoşîna legal were famkirin:
Partiyeke legal bifikirin, ku di kongereya wê ya giştî de piraniya endamên Meclîsa Partiyê û endamên Lijneya Kargeriya Navendî nizanin ku di rêveberiyê de kî heye, kî tune, kî çima nayê hilbijartin. Yanî tu kes jê re nabêje "rexneyeke wiha li te heye, pirsgirêkeke te ya wiha heye, ji ber van sedeman em te ji nû ve nakin berendam" û wî/ê ji lîsteyê derdixe. Ew kesê ku heta kongreyê jî çalak e, direve vir û wir, roja kongreyê pê dihese ku ew êdî ne di lîstiyê de ye. Sedem çi dibe bila be, tu tişt, qet jê re nayê gotin. Hejmara van kesan ji 100'î gelekî bilindtir e. Partiyeke legal bifikirin, ku hîn nizane têkiliyeke wisa bi endamê xwe yên navendî re bimeşîne. Îcar mirov dikare çawa behsa çandeke legal bike?
Di beşa pêş de, em ê li ser bingehên pirsgirêkan yek bi yek rawestin.
rezantovjin(at)amidakurd.com