Li Bakurê Welêt Gundên Êzdiyan Hatine Dagirkirin
"..Bi bê bextî, bi çavsorî, bi darê zorê, hewil didin ku gund û milkên me, bi temamî ji me bistînin, rehên me ji axa me bi birin, me bê kok bihêlin, da ku em bê cî bimînin, bihilin, wenda bibin..."
Li gorî kozmogoniya Dînê Êzdiyan, ax maka hebûn û zayinê ye, pîroz e. Em ji axê peyda bûne, ax bi bereketa xwe me xwedîdike, qirêj û gemara me ya li ser rûyê dinyayê pak dike, di encamê de, em careke din vedigerin ax ê. Lewre eger gundên Êzdiyan ji wan hatin standin, ji axê qutbûn, dê tu tişt li dewsê nemîne. Jixwe merema xêrnexwazan jî ev e. Fermanên Omer ê Bîn Xetap, ên Osmyniyan, Bedirxaniyan, Paşayê Kore û DAIŞ ê li Êzdiyan rakirin, temam nebûne, nîvçe mane, ev kesên ku hewil didin Êzdiyan ji axê qut bikin, dixwazin fermanan bigihînin encamê.
Weke polîtîkayeke paqijkirina etnîkî, di çarçoveya planekê de, li Wêranşar, Mêrdîn, Amed û Batmanê çend gundên Êzdiyan ên ku mabûn jî, hatine desteserkirin, dagirkirin.
Ev gundên ku miriyên me, hestiyên bavûbavpîr, dayik û dapîrên me lê veşartî ne, ew sedema hebûna me ne. Çand, ziman, hest û hêviyên me lê hatine binaxkirîn. Bi qutkirina ji axa kal û bavan re, rehên me yên jiyanê tên birîn. Ev, qirkirineke malwêran û kambaxe ji bo miletê Êzdî. Eger gelê kurd Êzdiyan wenda bikin, bi vê wendabûnê re dê gelek tişt wenda bibin! Li dijî vê neheqiyê Êzdî çi qasî dikin qîrîn û hawar jî, dengê wan naçe kes î. Li hember vê zulmê bêdengiyeke ku qet neyê aqilan heye.
Ez dizanim ku hinek wê ji vê tespîta li jêr, aciz bibin, lê bi rastî li Kurdistanê, halîhazir ji bo Xaltan, Şerqiyan û Toriyan, ez dikarim bibêjim, ji bo giştîya Êzdiyên Bakur, êdî ciyê starê nema ye.
"Zulma Dinê li Dinê a gur jî li bizinê!" Ji gotinên pêşiyan.
Teyrek heye, teyr û lawir giş bi wî de fisan dikin, ew jî vedigere malê, bi çelikên xwe de, fisan dike. Rewşa me û kurdên ku ola xwe guhertine, bûne Musliman, di van her dû mînakên de xweş tê zimên.
Kî ne ên gundên Êzdiyan dagir kirin e? Sebeb çi ye, çi ma?
Belê qet şik nîne ku, ên terka ola xwe kirine, çand, edet, bext û netewetiya xwe jî vê re wenda kirine.
Bê guman, ên ku li gundên me, mal, milk û warên bav û kalên me, bi çavsorî asê bûne, di rengê me de ne, bi zimanê me diaxifin, ji netewa kurd in. Lê Dîn û Îmana wan, cûda ye ji Dîn û Îmana me. Ferqa me û wan, em Êzdî ne, bê pişt û bê kes in, ew Muslimanin, Sûnine û xurt in.
Gundê Kelokê (Li Navçeya Bişêriyê ye) di vê mijarê de, mînaka herî zindî ye. Binêrin, li gel çendîn biryarê dadgehan, ên jor û jêr, xwediyên gund mafdar hatine qebûl kirin û dadgehan biryar dane ku lazime gundê wan were teslim kirin jî, ên ku gund dagirkirine piştî biryara dadgehê jî, ji gund derneketine. Li mal, xanî, milk û erdên gundiyan asê bûne, dernakevin. Ew qasî jixwe bawer û çavsor in, ku hê roja destpêka dadgehê ji Êzdiyan rê digotin, "Êrê heke dadgeh heq bide we jî, ma em heq didin we!"
Tu kes li Êzdiyan xwedî dernakeve. Ne partî, ne rêxistinên qaşo Mafê Mirovan, ne eşîr û ne jî dewlet. Helbet hesabê her kesî li gor berjewendiyên wan diguhere. Lê sedem çi dibe bila bibe, qutbûna Êzdiyan ji welêt, ji rûreşî û sosretê jî kambaxtir e.
Li ser rûyê vê dinyayê, hêviya me berê ji Xwedê û Tawisî Melek ê, pişt re jî ji tevgêra azadiyê ye. Ku rojekê heqê Êzdiyên belengaz li wan vegerîn ê.
12.01.2017