Li Dora Hevpeyvîna Jan Dost
Famkirineke pir çewt a qismek nivîskarên kurd hine. Xwe di navenda azadîxwazî, kurdperwerî, kurdînî û kurdewariyê de dibînin. Gelek ji wan destê û lingê xwe naxin nav heriya ku tê stran, lê her aqilî didin kesên ku heriyê distrên.
Aş û çeqçeqok tevlihev dibe. Li vir ne em
ji ziman re dibêjin çeqçeqok, ne em ji siyasetê re dibêjin. Çeqçeqok ew
amûrên ku em bi kar tînin in. Mînak xwendevanên Amîda Kurd di şîroveyên
xwe de dema Jan Dost rexne kirine, bi çeqçeqokê ve daketine. Gotine çima
di kanaleke erebî de kar dike. Dema nivîskarê mirov asta nirxandinê daxe wir, mirov jî wê dinirxîne jixwe.
Pêşî divê mirov bêje ku qet ne girîng e Jan Dost di kanaleke erebî de
bernameyekê pêşkêş dike, an nake. Ya girîng naveroka wê ye. Ya rast
mirov ji bo pariyek nan qezenc bike dikare masiyan bifiroşe û ji bo ku
mirov masiyan li taxa nijadperest û faşîstan difiroşe jî gelek
welatparêz dikarin mirov bi alîkariya faşîstan tawanbar bikin. Rewşa
siyasî wisa dike. Lê hinek firoşkar hene ku hem masiyan li taxa faşîstan
nafiroşe, hem firotina xwe bi zimanê wan nake, hem jî bikirrekî kurd bi
zimanê wan bihayê masiyan bipirse, xwe dixeyidîne, dîsa masiyan
nafiroşe.
Îcar em dibînin ku gelek nivîskar, helbestvan, romanûs û rojnamegerên kurd jî di gelek deran de gotine "çima weşanên kurd zimanê tirkî bi kar tîne."
Ya rast tu kesî bi qasî me xwe di vî warî de neêşandiye. Di sala
2006'an de min bi protestoyekê dest ji nivîsandina kurdî berda û heta
min got "ez êdî ne kurd." Ta ku di vî warî de hinek biryar derketin û bi rastî jî xalên pir giran hatin serastkirin.
Her tiştek û bingehek jê re lazim e. Tevgera Azadîxwaz di demek kin de di warê ziman de dê bi kampanyayeke ku ga bavêje erdê, dawiyê li vê yekê bîne jixwe.
Tu dest ji kampanyayê berde, bi sazî û dezgeyên xwe, bi welatparêz û
sempatîzanên xwe dê derba herî hemdem li kêmasiya 10 hezar salan bixe.
Ji bo mirov vê bibîne, ne hewce ye mirov kahîn be. Di wê kampanyayê de
em ê bibînin bê kî çiqasî bi ser zimanê kurdî de mirî ye.
Lê divê em ji çewtiyê re bêjin çewtî.
WEŞAN DIVÊ PIRZIMANÎ BIN
Mînak, derfetên me yên aborî hebin em dixwazin Amîda Kurd di demek kin
de dest bi weşana îngilîzî bike. Piştre jî zimanên din. Ku derfetên
aborî hebûna jixwe niha kanaleke li şûna Roj Tv xwerû bi tirkî weşan
bikira, ji bo Tirkiyeyê û Roj Tv jî xwerû bi kurdî weşan bikira. Ji bo
derfetên wisa gerek mirov gihaştibe hinek armancan. Lê niha derfet kêm
in, divê mirov bi derfetên kêm destkeftiyên herî pir armanc bike.
Hinek wisa didin xwiyakirin ku goya Tevgera Azadîxwaz asîmilasyonê bi destê xwe pêş ve dibe. Ji bo mirov tiştekî wisa îdia bike an divê mirov nedîtibe, an jî divê mirov kor be. Lê tiştekî din jî heye. Ji 12 madeyên Dezgeya Şerê Taybet yek jê jî ev e, ku mirov agahiyan tevlihev bike, şolî bike, da rastî neyê famkirin. Ev
5 sal in ku ez li Amedê rûdinim, rewş %100 ber bi başiyê ve çûye. Ma
qey em ne kurd in? Em bixwe dibînin ku kurdên îro ji kurdên salên 1980 û
1990'an pirtir guh didin ziman, pirtir di ferqa girîngiya ziman de ne.
Demek berê min ji rojnamevan Baki Karadeniz pirsî, ji min re behsa
zarokatiya xwe ya li kuçeyên Amedê kir. Min bawer nekir, ez şaş bûm. Di
dema zarokatiya wî de herkes bi tirkî diaxviyane. Ev bajar gelekî zûve
tirkî hîn bûye. Bingeha vê tirkiya kuçeyên Amedê ne ya 30 salên paşî ye.
Lê niha Baki Karadeniz ê tirkmen li Amedê wekî bilbil bi kurdî diaxive.
Hevalekî din ê ku li Amedê rûdine, tirk e û kurdî hîn bûye, di demek kin de dê di Amîda Kurd de bi kurdî dest bi nivîsandinê bike.
Li kuçeyan her roj kurdî bêhtir dibe serdest. Rewşa 5 sal berê û ya îro
qet naşibe hev. Di nav Tevgera Azadiyê de bi sedan tirk û tirkmen hînî
kurdî bûne, canê xwe di ber kurdî de dane.
Lê rastiyek heye,
heke em armanc dikin em wan hînî kurdî bikin jî, armanca me ya yekem ew e
ku em rojane berxwedana xwe ya li hember sîstemê bikin. Ev girîngtir e.
Mirovekî ku teslîm bûbe jixwe kurd be jî, tirk be jî ji bo me ne girîng e. Kurdî bizane jî, nizane jî... Ji cerdevanan çêtir hene ku bi kurdî diaxivin û li gundan rûdinin?..
HELBESTVAN GARANTIYA ME YA SIBEHÊ YE
Esil xetereya mezin çi ye? Kîjan helbestvanê ku dibêje "ez helbestvan im", bila were Amedê û li kuçeyan bigere. Heke 10 mirov dît ku helbesteke wî bi kurdî ezbere dizane... Ev pîvanek e...
An jî bila wisa li kuçeyan bigere, bê çend kes wî radiwestînin û dibêjin "em te nas dikin."
Pîvana duyemîn jî ew e ku zimanê de di wergerên biyanî de çawa hatin
nirxandin... Lê wekî me gotibû, werger divê ji bo zimanên navnetewî
çêbibe ku kîloyên berhemê derkevin holê...
Helbestvan garantiya zimanên bindestan e.
Siyasetmedar dimirin lê ew namirin, timî di nav dev û diranên gel de ne.
Sedema ku helbestvanê ewqas girîng ji aliyê gel ve nayê naskirin jî bi giranî asta helbestên wî ye, piştre jî rewşa gelê bindest e. Ev ji bo hemû zimanên welatên dagirkirî û bindest wisa ye. Pîvanek esasî ye.
Mînak "Bêriya Botan" a Celadet Elî Bedirxan di hilmekê de tê jiberkirin. Demek berê Şêx Misbehê ku Ehmed Huseynî pê re bername çêkir, belkî hezar heb helbestên kurdî jiber dizanî. Te kîjan helbesta Cegerxwîn, Celadet, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û yên din jê bixwesta digot.
Roman, çîrok an jî pirtûkên serokan ne wisa ne. Helbest wisa ne.
Helbest dilînî ne. Helbest bayê nav rehên dilê mirov in, tê de digerin û xwîna mirovî zindî dihêlin.
Hemû siyasetmedarên gelên bindest, di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de
mecbûr in ku zimanê serdestan bi kar bînin. Li Cezayîr, li Kurdistana
Başûr, Rojhilat, Rojava û Bakur. Li her derê.
Lê hemû
siyasetmedar dema bi ser dikevin û vedigerin ku îcar welatekî azad bi rê
ve bibin, li zimanê helbestvanê xwe vedigerin. Heta wê demê belkî wî
zimanê xwe jî nizanîbû, lê niha vedigere ser riya helbestvanê xwe û bi
zimanê wî welatekî ava dike.
Yanî tişta ku ew nû dike, helbestvanê wî berê jixwe dikir, şeklê jiyana wî bû jixwe.
Dibe ku têkoşîn 300 salî dom bike.
Heke helbestvanên zimanê mirov ne xurt bin, şensa ku ziman bijî pir kêm dibe.
Tew ku helbestvan jî êdî bi zimanên biyanî, bi werger hatin xwendin, îcar dê siyasetmedar sibe vegerin ser kîjan şopê?
Helbet çîrok, roman û hemû xwendinên din jî girîng in. Lê helbestek dikare tehm û çêja zimanê te wisa têxe dilê te ku hezar sal derbas bibe tu ji bîr nekî û her ji bo wê têbikoşî.
DIVÊ MIROV XWE JI QÎMET DE NEXE
Kevirên giran li cihê xwe giran in. Divê mirov xwe ji qîmet de nexe.
Karê rewşenbîr ronîkirin û rexne ye, lê heke rexne li xebata rast girt û
tişta çewt pêşniyar kir êdî alozî dest pê dike, rewşenbîrî jî namîne.
Ku tu bêjî "çima Roj Tv bi tirkî weşanê dike"
û tu helbestvaniya ku evqas girîng jî wekî weşaneke rojane binirxînî,
jixwe me etirand. Esil Roj Tv bi tirkî weşanê neke jî me etirand. Ku xwendevan te bi zimanê serdestan bixwîne, nexwe qûşqetandin ji kîs me çû.
Gotinek soranî heye, dibêje "êman bawer naken ke Mam Celalî îxanet kirduwa, tenya tozik xetayî kirdiwa."
Yanî ez bawer nakim ku Mam Celal îxanet kiriye, tenê bi qasî tozekê
(misqalê zerre) kêmasî kiriye. Heman kurd dema zimanê tirkî yê kanaleke
televizyonê dinirxînin, dîrekt bi îxanetê tawanbar dikin.
Nexwe mesele hinekî bi dilxwazî, nihêrîna siyasî û dilîniyan ve
girêdayî ye. Hinekî bi hevalên mirovan re têkildar e. Belaseb nabêjin "navê hevalên xwe bêje, ez ji te re behsa karaktera te bikim." Heval hene ku mirov şaş dikin, heval jî hene ku mirov baş dikin.
Binihêrin nivîsa Mem Mîrxan a li ser Jan Dost hevaltiyê careke din nîşanî mirov dide. Ew bi nirxandina Jan Dost ewqasî pir êşiyaye ku xîzîn ji kezeba wî tê û ew xîzîn kişiyaye ser hevokên wî jî. Lê
binihêrin, xencera ku xîzînê ji kezeba wî tîne ji cih dikişîne û îcar
bi destê xwe, bi wê êşa ku dikişîne re jî xwe şaş nake û li şûna sînga
hevalê xwe, dîsa li ser sînga xwe dixe. Yanî hevalê xwe naêşîne. Kurdên nû ku em timî behs dikin, aha ev kurd in.
Dibêje "xwezî na'let li wê kêlîkê bihata ku min ew nivîs nexwesta û wisa nebûya." Yanî pir li zora wî diçe ku hevalê wî bi nirxandinek wisa xwe êşandiye.
Lê Helîm Yûsiv
dema dinivîse pirtir wekî Jan Dost ê ku bûye parçeyek ji rêzê yê jiyana
wî, dinivîse, Jan Dost ê me nayê bîra wî. Jan Dost jî dema di
hevpeyvînê de diaxive, ji bîr dike ku ew rojnameya me tiştekî cuda ye,
ne wisa ye ku ji wî re bûye tiştekî ji rêzê. Bi rastî jî "xwe"
êşandiye. Û hevalên xwe êşandiye. Her çiqasî çewt e ku naveroka
e-peyamên xwe di gotarê de aşkere dike jî, min bixwe ji wan rêzikên
peyaman derxist ku Jan Dost di wê kanala televizyonê de jî hewl daye
cewherekî biparêze. Divê mirov hezar carî bifikire ku kurdek çawa dikare
here di kanalek wisa an jî TRT 6 de bixebite. Û divê mirov bifikire ku
ji bo wisa nebe mirov bixwe çiqas ked daye. Ez bixwe şahid û dîtyar
im... Kesek ji saziyeke "me" çûye derek wisa, ji bo meaş, lê rêveberên
saziya "me" yek gotin jê re negotine û deqeyekê jî hewl nedane ku pê
bidin famkirin ku çûna wir ne baş e. "Çû çû ji nizanim çi ve..." Piştre
jî em qirika xwe diqetînin ku çima filankes çûye û em wî/wê pîs dikin.
Pêşî me çi kir ji bo em wî/wê ji wir xelas bikin. Ev peywira me
neqediyaye ku hema em dest bi êrîşê dikin... Ev tişt tu caran gunehê wan
tune nake, ew jî ne cahil in, ne bêaqil in, lê em jî ne bêguneh in di
vê mijarê de.
Azadiya Welat weşanek tekane ye. Carinan nivîsên min jî tê de derdikevin, lê pir hindik. Dibe ku carinan ez bêjim "ev çi cihê filankes di vê rojnameyê de heye", dibe ku yekî din ji bo min bêje "ev çi cihê wî tê de heye." Lê Azadiya Welat em bixwazin jî nexwazin jî weşana "hinekan" e, yek ji wan hinekan ez im jî. Kesên ku çêran ji Tevgera Azadiyê re bikin, wê bi îxanetê tawanbar bikin, li ser Serokê wan "hinekan"
hezar heqaretan bikin jixwe bila hewl nedin ku di wir de binivîsin
(dîtina şexsê min e), hem jî jixwe rojname cih nade wan. Madem ew
rojname (...) ye, nexwe ji xwe re li cihekî din binivîse, ne çewal e ku
tu her tiştî têxê.
Lê Azadiya Welat ne bultena partiyekê ye jî. Wisa bûya jixwe nivîsên min tu carî di wir de nedihatin weşandin.
Dê nivîsên kadroyên wê partiyê tenê bihatina weşandin. Azadiya Welat
weşaneke netewî ye û hewl dide ku li gor rê û rêçikên xwe welatekî û
cîhanekê ava bike. Kîjan nivîskarên wê endamê partiyeke siyasî ne? Dilawer Zeraqek heye ku tu nikarî wî bi wî ve girêdî, ewqasî bi ser azadiya xwe ve ye. Arjen Ariyek heye ku îsot hivza xwe jê dike, ku pê nebe. Îrfan Amîdayek heye ku henekên wî yên rojane jî timî tîr in ji rengê tîrên Ehmedê Xanî.
Ev e rojnameya Hîtler ?
EV NE CIHÊ FERSENDÊ YE KU HINEK ÊRÎŞ BIKIN
Ya rast gelek kes zû dest davêjin kêrê. Ku ga dikeve kêr pir dibin. Hem ji bo Jan Dost, hem ji bo Azadiya Welat... Nivîsa Behlûl Zelal
a li ser Azadiya Welat jî bêhna vî rengî jê dihat. Dema tevliheviyek
çêbû divê mirov ji fersendê îstifade neke û rexneyên xwe bi rêz neke. Ji
ber ku li holê mijarek giran heye, çewtiyek mezin heye, heta ew serast
nebe tu çi bêjî tevlî mijarê dibe.
Gelek kesên din jî di cih de
dest bi êrîşa Jan Dost dikin. (Behsa axaftina rojane dikim.) Di rexneyên
xwe de çeqçeqokê jî derdixin pêşiya aş, di ser her tiştî re digirin. Ku
nivîskarê mirov asta nirxandinê daxe jêr jixwe wisa dibe, xwendevan jî
wisa rexne dikin.
Lê tişta ne xweş ew e ku mirov timî rexneyên
herîavêtinê bike. Rexneyên wisa ku hesabê hevaltiyê, biratiyê di meselê
de nahêlin. Wekî mirovên keysperest ku keysa wî lê hat, dest bi avêtinê
bike, pir ne xweş e. Ez nivîsa Helîm Yûsiv ê ku ronîkirinek li mijarê
kiriye, li dervê vê nirxandinê dihêlim.
Kesên ku nivîsa mina berî
niha ya li ser Jan Dost xwendin dê çêtir fam bikin, ku ji bo wan kalên
girtîgehê ku min ji wan re "Kela Dimdim" dixwend Jan Dost kî ye, çi ye.
Xwe kêliyeke kin têxin şûna wan. Hûn li ser Jan Dost tu tiştekî nizanin
ji bilî "Kela Dimdim". Çi xweş e ne wisa. Berhem qet bi
kêmasiyên wî nazeliqe. Ji bo Helîm Yûsiv jî wisa, ji bo Ehmed Huseynî
jî wisa ji bo Arjen Arî jî wisa. Nexwe ku mirov bixwaze bi rastî jî
hunera mirov bigihîje armancê, divê mirov timî edebî bijî.
Jiyanek edebî li kesên ku karê wan edebiyat e, ferz e.