Li Hambûrgê ecêba fîlmên ”kurdî” û giyana çelexwarî
Îroj di ANFê de nûçeyek hat weşandin: ”Li Hambûrgê rojên fîlmên kurdan”. Min kir ku vê nûçeyê di Amîda Kurd´ê de biweşînim. Piştî min nûçe xwend, min dev ji weşandina nûçeyê berda, lewra Amîda Kurd ev ji heft salî zêde ye ku weşanê dike lê tu carî derbarê fîlm an çalakiyên tirkî an tiştekî bi tirkî de nûçeyek neweşandiye û dê neweşîne jî.
Nûçe wiha berdewam dike: ”5’emîn Rojên Filmên Kurdan a Hamburgê îsal bi filmê ‘Toros Canavar’ (cinawirên Torosê) yê derhêner Firat Yavûz û “Lal Gece” (Şeva Lal) ya ku Îlyas Salman û Dîlan Aksut rola sereke dileyizîn, dest pê kir. Şahiya filman li Kino 3001 a li semta Sternschanze hat lidarxistin, ji ber eqeleya zêde cih teng bû.”
Tu were li vê ecêbê û çelexwarîtiya fikr û zikrên hin kurdan. Navê çalakiyê ”Rojên Fîlmên Kurdan” e, fîlimên bi tirkî têne pêşandan. Çima? Dikare mijar li ser kurdan be an jî, dikare derhêner kurd be. Lê piştî ku ziman bi tirkî ye, çewa dibe ew fîlm, an êdî çi dibe bila bibe, dikare bibe ”ya kurdan”?
Îlyas Salman, bi helwest û daxuyaniyên xwe yên van salên dawîn, pir aşkere diyar dike ku dijminê koka kurdan e. Di Kovara Turk Solu de gotaran dinivîse ku ew kovar raste rast di bin kontrola dewletê de, bi destê faşîstên herî har û barbar ve tê birêvebirin û derxistin. Yên meraq bikin bila li kovarê û naveroka wê binihêrin, her wiha nivîs û daxuyaniyên Îlyas Salman binihêrin, dê bizanin ka ez bahsa çi dikim. Îcar naveroka fîlma Îlyas Salman çi dibe bila bibe, 1- Bi tirkî ye, 2- Îlyas Salman îroj aşkere dijminahiya hebûna kurdan dike, di bin navê Kemalîzmê û parastina ”welatê xwe” de.
Şerm e, şermek giran e ev helwest. Lê derdê giran ew e ku yên vê şermê dikin û didine jiyîn jî, ne di zanebûna vê yekê de ne. Çima? Lewra mêjî ew qasî hatiye çelexwarîkirin ku gelek kurd di nav kar û xebatan de ne, ked didin, xwêdan dirêjin, caran bedêlên giran didin, zarokên xwe bi destê xwe dişînin şoreşê û dema vê dikin jî, bê guman ku ji dilsoziya xwe dikin. Ez dizanim, lewra bi salan min bi xwe jî di nav wan de kar kiriye, lê giyan ew qasî ji xwe û rastiya xwe bi dûr ketiye ku, hîn jî ji xwe û rastiyên xwe û yên civaka xwe pêştir, her tiştî dijîn û di xwe de dihewînin. Ne tenê li Ewropayê, mixabin ku li dilê Kurdistanê jî rewş ne cuda ye. Mînak: Bang li gel dikin da zarokên xwe neşînîn kana asîmîlasyonê dibistanên tirkan, lê konferansa ku vê bangê lê dikin, bi tirkî li dar dixin û di wê konferansê de delegeyên ku ji Başûr hatine û bi tirkî nizanin hene. De îcar ka mirov bêje çi? Ma birêz Beghyanî Shadî Sharîn neheq e ku çêran dike gelo?!
Tu filistîniyekî/ê bikujî, nikarî porteqaleke yafa pê bidî xwarin. Çima? Lewra ya yahûdiyan e. Ev helwesteke rast e an na, mijara nîqaşeke din e. Lê heya em rengê xwe û dijminên xwe ji hev veneqetînin, em ê wiha di nav hev de şolî bimînin û dê dirûvê tu tiştekî nede me. Dema mirov dirûv û teşe negire jî, mirov ne tu tiştek e ku ev jî hêviya herî mezin e ji bo dijminan û li ser vê hêviyê jî polîtîka ava dikin û gavan davêjin, an jî pêdivî bi avêtina hin gavên din ku em dipên, nakin.
Rêya veqetandin û zelalkirina rengê mirovan, di zimanê wan de ye. Heya hûn bi tirkî bijîn hûn dê tirk bin. Heya ku di her aliyên jiyana ferdî û civakî de ev zimanê pîroz, kurdiya şîrîn nebe desthilatdar, em dê her wiha tevlîhev, bêteşe, şolî, çelexwarî û reben bimînin. Û em dê her mahkûmê bêrûmetiyê û tunebûnê bin.
Mahabad Felat Arda 2012-09-22 [email protected]