Li ser gotinên mamoste Beşîkçî çend gotin
Mamoste Beşîkçî hevkariya navbera YPG, pêşmerge û HPGê mîna encama konjuktureke demî ku mercan ew neçar kirine dinirxîne û dibêje; ”Wateya tu yekîtiyeke ku Kurdistaneke serbixwe ji xwe re nekiribe armanc, tune. Her wiha wateya Kongreyekê jî tune eger Kurdistaneke serbixwe ji xwe re nekiribe armanc. Yek xaleka vê Kongreyê heye: Li Rojhilata Navîn nifûsa kurdan ji 50 milyonî zêdetir e lê bê statu ne, çima?” Ji ber qala me dike û bahsa serxwebûnê û mafên bingehîn dike, xîtabê hestên me jî dike bê guman. Lê rastî, ji hestên ku ji van rastiyan bi dûr in, wirdetir e.
1- Di roja teng de du bira bi destê hev girtine û di heman eniyê de têdikoşin. Di vê têkoşînê de şehîd têne dayîn û bi sedhezaran kurd ji nav devê guran têne rizgarkirin. Bêwatedîtina vê rastiyê bi xwe bêwate û nêrîn û nêzikahiyeke teng e û apolîtîk e. Mantiqeka sererû ye, ne kûr e!..
2- Kongre eger heya niha hatibûna damezirandin, ew komkujiya kambax jî nedibû. Ji bo berjewendiya neteweyî, mirov ne mîna hev bifikire jî, pir xalên ku mirov bikaribe li ser li hev bike û yekîtiyek ava bike jî pêkan e û pêdiviyeke jiyanî ye. Şengal mînak e ji bo vê rastiyê. Her wiha, tenê bi xalekê civandina kongreyekê, ne li gor rastiya civaka me û rastiya Rojhilata Navîn e. Her wiha ne li gor rastiya konjuktura cîhanî ye jî!.. Li gel van jî gotina "eger armanc ne ev be, kongre bê wate ye" dîsa teng, apolîtîk û sererû ye!..
3- Tevgera PDKê, ne bi gotin û siyaseteka raste rast a ji bo Kurdistaneke serbixwe têkoşiya û bi ser ket. Gotina Komara Demokratîk" pêşî wan bikar anî. "Ji bo kesên 18 salên xwe dagirtine bikaribin di Îraqeke demokrat de dengên xwe bikar bînin" têdikoşiyan. Piştre ev bû "Îraqeke demokrat û Kurdistaneke Otonom". Li gel Şerê 50 salî û ew çendî daxistina daxwazan jî, eger ne mudaxeleya hêzên navneteweyî bûna, ne ji qedexekirina paralela 36an ji hêsên Sedddam re bûna û ji daxistina Seddam ji aliyê heman hêzan ve bûna, gelo îroj dê rewş û destkeftî ev bûna? Bê guman ku na. Mamoste Beşîkçî, bila xebatên xwe yên civakî bike. Eger dixwaze siyasetê bike, siyaset ne ev e. Lewra siyaset ne gotin û kiryarên demê û demî ne. Siyaset encam û destkeftî ne. Loma jî hemû rê û rêbaz têne ceribandin û loma jî tê gotin ku siyaset durû ye, an jî qirêj e. Îcar bila mamosteyê hêja xwe di vê durûtiyê û qirêjiyê nede bi ya min çêtir e. Lewra dema mirov ne li gor rastiya vê durûtiyê, lê bi safîtî vî karî bike, mirov dikare bêtir xwe biêşîne. Aha ji ber van hemuyan jî, ev nêrîn û nêzîkahiya sererû û dûrî rastiyên li jor hatine ravekirin, bi kêrî têkoşîna gelê kurd û Kurdistanê nayê. Bêtir dikare aliyan li hev sor bike ku ev divê nekarê mamoste Beşîkçî be.
Xaleka ji van grîngtir heye di axaftina mamoste Beşîkçî de: Bi zimanekî wisa dibêje ku mîna kurdên li ber "têkçûna" pêşmergeyan rabûne govendê, ew kurd in ku serxwebûnê naxwazin, ango PKKyî ne. Ji bilî çend xêrnexwazên li ser facebookê pêve û helwesta çapemeniya her du aliyan pêve (ew jî bêtir di rojên pêşî de), peyamên ku ji berpirs û fermandarên her du aliyan ve jî hatine dayîn, cihê rêz, spasî, serbilindî û dilxweşiyê ne û ya grîng jî ew peyam in, ne gotinên çend sûtalên xwenezan!.
Pêşderazîbûnek li dijî PKKê û hemû hêzên pê ve girêdayî, di gotinên mamoste Beşîkçî de pir zelal xuya dibe ku ev, bi wî nakeve. Em kurd in; her çendî hinekên me xwe ji vê yekê rizgar kiribin jî, em hestyar in û dikarin zû bixapin. Ev rastiya me ya giştî ye...
Gotinên mamoste Beşîkçî ne çêker in mixabin, bi taybet di vê demê de!.. Lewra ji bo xêra vî gelî, divê her kes pir bêtir bihîstyar be û bêtir çêker tevbigere. Dem vê dixwaze, ne tiştekî din.
Mahabad Felat Arda 2014-08-17 [email protected]