LI SER HELWEST Û NÎQAŞÊN ROJÊN DAWÎN ÇEND GOTIN
Bi hezarê caran, nebû, şibandinên xirab, ajan îlankirin, çêr û pêçarî û hemû cure êrîşên bêexlaq li dijî di destpêkê de birêz Ocalan û hema bêje hemû rêveberên Tevgera Azadiyê û hemû sazî û dezgeh û kesayetiyên pê ve girêdayî ne hatin kirin û têne kirin. Lê ji çend kesên pir îstîsna, deng ji van derdorên “biratîxwaz”, “yekîtîxwazan” derneket, dernakeve. Ev ên îstîsna jî, bi tirsa ku dê ew jî “Apocî” bêne îlankirin, dengê wan her care jî pir şermok derket û zêde wate neda helwesta wan a erênî.
Lê, çi dema ku rexneyek bi edeb û usul û bi argumant jî li birêz Mesûd Barzanî an PDKê an rêveberek PDKê bûbe, ev heman derdorên “biratîxwaz û yekîtîxwaz” li gel şermokan jî, bi dengek êlî, bang li xwediyên rexneyan dikin da van rexneyan nekin, lewra xizmeta yekîtî û biratiyê nake û dest pê dikin aqil, pîvan û exlaqên rewşenbîrî, û dilsoziya kurd belav dikin. Weke ku ev hemi jî bi tenê di kesayetiyeka bi tenê û partiyeka bi tenê (birêz Barzanî û PDK) de kom bûbe û yên din hemi li ber golikan bin ango ne kurd û serokên kurd û tevgerên kurd bin. Na ezbenî! Ji bo xêra vî gelî, rastî jî, nerastî jî, ji ku derê û ji kê bê bila bê, dive bê gotin û bê rexnekirin. Bê guman ku di çarçoveya usûl û uslûbeke rast de û ji bo çêkeriyê.
Davutoglu tiştek got û ew gotin derdorek pir berfireh aciz kir. Normal e. Ya ne normal ku ji aliyê din bersiva van îdîayan bi çend gotinên ku li têla dilê me hemiyan dide û xweş dike pê ve, derbarê tişta herî grîng ku bû sedemê nerazîbûneke mezin û berfireh de, tu tiştek nehat gotin û nehat redkirin. Ev yek. Ya duduyan, hema bi pişt vê yekê re, Serokwezîrê Hukûmeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku gelek caran bi helwest û gotinên xwe, dostaniya xwe û dewleta tirk û bi taybet jî ya AKPê îsbat kiriye, dîsa ji Erdogan re şorekiyan kir, ji êrîşên dewleta tirk a faşîst KCKê berpirsyar girt. Ya dawî jî; bi wan bombebaranan, xaka Kurdistanê ku em îdîa dikin azad e hat bombebarandin, pê li vîn û kesayetiya rêveberiya wê axa azad hat kirin beriya her tiştî, lê yek gotineka ku bê wateya şermezariyê, ne ji devê birêz Mesûd Barzanî derket ne jî ji devê Nêçîrvanê dostê stratejîk ê AKPê!
Baş e ev rast in an na? Lewra rastî û nerastiya bûyer û rûdanan, li gel argumantên berçav dive bêne nîqaşkirin. An na bi tenê gotina “ev rast e lê ev şaş e” mirov nagihêje encameka rast û ji xwe rêya nîqaşa rast û zanist jî ev nîne.
Li gel silavan
Mahabad Felat Arda 2015-07-26 [email protected]