Li ser komelbûnê
Destpêk:
Li tevahiya cîhanê komele xwedî cihekî taybet in. Ji ber ku hemû kesên dixwazin ji bilî saziyên fermî yên heyî xebatekê bikin û vê xebatê jî bi serê xwe, bi hêza xwe û bi rêxistinbûna xwe ya komikî bimeşînin, komeleyekê ava dikin. Ev sedemeke gelekî girîng e û bingeha komeleyan e.
Komeleyek dikare ji şîrketek, wezaretek û heta hukûmetekê bêhtir bandorê li ser gel bike û pêşeroja gelekî biafirîne. Lê ev ji bo her komeleyê derbas nabe.
Pîvana vê yekê ji bijarebûna rêveberan jî wêdetir, bi armanc û bingeha komeleyê ve girêdayî ye. Heke armanc rast be, dimîne xalek. Ew jî destûrname (tr. tüzük) û rêziknameyeke (tr. yönetmelik) têrtijî ye ku dê bibe bingeha hemû xebatên komeleyê.
Ji ber ku bingeh destûrname û rêziknameya komeleyan e, emê jî di vê nivîsa xwe de li ser wê rawestin, bê li Tirkiyeyê komeleyek dikare sînorên destûrname û rêziknameyekê çiqasî dehf bide û xebatên kurdewarî çiqasî pêkan in.
Destûrname:
Ji bo komeleyek bi ser bikeve, destûrname û rêziknameyeke çawa pêwist e, divê em pêşî bidin nîşan.
Destûrname bingeha komeleyê ye. Di destûrnameyekê de berî her tiştî xalên bingehîn hene. Ev xal di destûrnameyekê de dikarin bibin 10 beşên cuda. Komele li gor armancên xwe dikarin dû re bi qasî ku zagon destûrê didin, hin tiştan lê zêde bikin.
Beşa Yekem:
Navê Komeleyê: Pêşî navê komeleyê tê nivîsîn û kinnivîsa navê wê tê belîkirin. Ne girîng e ku kinnivîsa navê komeleyê ji tîpên navê komeleyê pêk bê. Mînak dikare navê Komeleyê (Komeleya Zimanê Kurdî) be û kinnivîsa wê jî (Pênûs) be. Maseya Komeleyan li Tirkiyeyê bi armanca ku navên kurdî ji bo komeleyan neyên bikaranîn daxwaz dikin ku rêveberî navekî “watedar” bidin komeleya xwe. Ji ber ku mirov nikare dirêjahiya navê komeleyê bi kurdî binivîse, kinivîseke watedar jî bixweber dibe gotineke tirkî an jî li gor kurdî bêwate.
Lê li gor mafên ku rêziknameya komeleyan her komele dikare kinivîsa navê xwe li gor xwe dayne.
Navend: Di destûrnameyê de wekî xala duyemîn divê navenda komeleyê bête belîkirin. Avakarên komeleyê divê di serîlêdana avakirina komeleyê de bi pelgeyekê îspat bikin ku cihê ew wekî navend nîşan didin an hatiye demankirin an jî hatiye kirîn. Navend nikare li du cihan be. Lê dû re dikare tayên xwe li deverên din jî veke.
Armanc: Piştî van xalan, mirov hêj nû tê ser xala girîng. Ew jî armancên komeleyê ne. Di rêziknameya komeleyan a kevin de destûr tunebû ku komek rabe li ser zimanekî ji bilî tirkî xebatê bike. Ew wekî “bi armanca ku netewe, hindikahî û komikan ava bikin kes nikare xebatê li ser lêkolîn, pêşxistin û çalakiyên bi vî rengî li ser çand û zimanekî cuda bike” hatibû nîşandan. Bi armanca lihevkirina zagonên Yekîtiya Ewropayê (YE) ev jî hatiye rakirin. Êdî komeleyek dikare aşkere bi armanca ku “Lêkolîn û pêşxistinê li ser çand û zimanê kurdî bike” bête avakirin.
Di vî warî de jî Karger (Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Çand û Ziman) ku par hate avakirin mînak e. Wê di armanca xwe de nîşan daye ku ew dikare li ser lêkolîn û pêşxistina çand û zimanên ku winda bûne, an jî xetereya windabûnê dijîn bike. Her wiha armanc dike ku wan zimanan ji tunebûnê rizgar bike û bi pêş bixe, ji bo wan amûrên jiyanê biafirîne.
Mijarên Xebatê: Di vê beşê de divê avakarên komeleyê belî bikin ku mijara xebata komeleyê çi ye.
Komeleyek dikare di vê beşê de gelek xalan dayne. Divê em bînin bîra hev ku heke di vê beşê de xebatek ku we nîşan nedabe û ji aliyê komeleyê ve bête kirin, dê bibe sedema ku komele bête tawanbarkirin û cezakirin.
Mînak mirov dikare ji bo Komeleya Zimanê Kurdî mijarên xebatê wiha belî bike:
1- Birêvebirin û destekirina xebatên li ser zimanê kurdî û di wateya berfirehî de lêkolîn û pêşxistin.
2- Hemû çalakiyên ku rêziknameya komeleyan destûrê didin û li armancên komeleyê dikin.
Bi vî rengî sînor berfireh tên girtin û destûra şîroveyê ji rêveberên komeleyê re tê hiştin. Heke na, mirov nikare bi sedan çalakî û xebatan di vir de rêz bike.
Awayên Xebatê: Ev beş ji bo komeleyekê çiqasî berfireh be, ewqasî baş e. Lewre hemû kesên ku dibin endam, hemû endamên ku li gor armancê komeleyê tenê perwerdekirin û kadroyên ku tên gihaştin dê vê beşê bingeh bigirin. Perspektîfa vê beşê çiqasî fireh be, ew jî ewqasî baş e.
Wekî mînak:
1- Der barê ziman de fîlmên perwerdehî, çandî û hunerî dikişîne û bingeha xebatên bi vî rengî amade dike.
2- Der barê ziman de her cure şev û civînên sohbetê, semîner, panel, konferans, sempozyum, pêşengeh, konser, şano, sînema û festîvalan li dar dixe.
Di vê beşê de, li bin her xalekê mirov dikare bêhtir mijaran binivîse û xalên têrtijî ava bike. Xebatkarekî komeleyê jî dema ev beş xwend divê fikir û ramanên cuda ji bo xebatê bên hiş û konsantre bibe. Çalakiyê: Di vê beşê de tê armanckirin ku herêmek ji bo xebatên komeleyê bête belîkirn. Ji ber vê yekê ev xal çiqasî naveroka xwe tijî bike ewqasî baş e.
Ev beş wiha be, dê gelekî baş be:
Komele, li gor armancên ku di vê destûrnameyê de hatine nîşan, dikare li her cihê ku derfet hebin çalakiyên xwe li dar bixe.
Pîvanên Xebatê: Di vê beşê de mirov pîvanên xwe datîne holê. Sosyalîstek pîvanên komeleya xwe li gor xwe, humanîstek li gor xwe, kurdwerperek jî li gor xwe zagonên xwe belî dike. Di van zagonan de tu belî dikî ku tu dikarî bi kê re bixebitî û nikarî bi kê re bixebitî. Tu endamên çawa dipejirînî û pîvanên çawa ji bo wan datînî.
Mînak:
1- Ziman ji bo gelan bingeh e. Ew yekîtiya gelen ava dike û riya diyalogê nîşanî mirovan dide. Ziman nabe sedemê parçebûna gelan û komeleya me dîtinên bi vî rengî ji bo yekîtiya gelan û civakan tiştekî xetere dibîne.
2- Li ser her mirovekî peywir heye ku pêşî zimanê xwe bizane û bi pêş ve bixe.
3- Mirov divê ji zimanên cuda re rêzdar bin û pêşxistina wan erênî bibînin.
Beşa Duyem:
Mafê Endamiyê: Di vê beşê de komele diyar dike ku kî dikarin bibin endam. Heke bingeha komeleyê li ser warekî pisporî û zanistî nehatibe avakirin, pîvana vê xalê gelekî giran dibe. Rêziknameya Komeleyan di vî warî de pîvan e. Li gor rêziknameya komeleyan her kesê ku temenê xwe dagirtibe û pîvanên rêziknameyê pê re hebin dikarin bibin endam. Heta kesên ne hemwelatiyên Tirkiyeyê bin jî bi şertê ku li Tirkiyeyê bijîn dikarin bibin endam.
Dû re li pey hev ev beşên jêrîn tên. Ne pêwist e mirov li ser van xalan raweste. Ji sernivîsa xwe naveroka wan belî ye.
Mehaneya Endamiyê:.
Pejirandina Endaman:
Ji Endamiyê Derketin:
Ji Endamiyê Avêtin:
Lidijderketina Avêtina Ji Endamiyê: