Li ser komelbûnê -2
Bi giranî komele ji 4 lijneyan pêk tên. Ev dibin beşên komeleyê. Lijneya Giştî (kongre), lijneya rêveberî, lijneya kargerî û lijneya saxtîkirinê. Ev lijne çiqas pir bin, divê mirov di kongreya yekemîn de jî ewqas endam amade bike.
Ji nav van lijneyan a herî bilind, wekî tê zanîn Lijneya Giştî ye. Ew dikare hemû biryaran bide û bistîne. Di ser wê re lijne nîn in. (Lê siyaset heye, ku carinan haya lijneya giştî jê tune be jî biryaran digire û lijneya giştî jî bi tenê erê dike. Jixwe hingê tu wateya komelebûn, endambûn, rêveberî û kargeriyê jî namîne.)
Saziyên Komeleyê: Komeleyek dikare gelek saziyan veke. Yek ji van jî Weqf e. Weqf jî dû re dikare rê li ber vekirina Zanîngehê veke. Dûre Zanîngeh dikare rê li ber sazkirina Enstîtuya Zimanê Kurdî veke.
Lê em ji ku dest pê dikin? Em ji vekirina enstûtuyê dest bi kar dikin û pê ve diçin. Yanî bê çawa em ji jor ve birayara Lijneya Giştî belî dikin, her wiha em dixwazin ji jor ve jî biryara avakirina saziyên bilind bidin. Lê dewlet ne wekî Lijneyên me yên giştî ne. Ew wisa napejirîne. Heta çenek pirsgirêk mabe jî qebûl nake.
Di destûrnameya komeleya we de xaleke wiha tune be, hûn nikarin Weqfê vekin:
"Komele, li gor armanca xwe, li gor ku bi pêwistiya mewzûatan jî bi cih bîne dikare Weqfekê veke."
Ev xal jî divê di beşa xala Saziyên Komeleyê de bête bicihkirin.
Dûre ji bo riya xwe vekirî bihêle, divê xaleke wiha jî hebe:
Saziyên Komeleya Zimanê Kurdî bi zagonên perwerdehiyê yên dewletê, senedên weqfên komeleyê û bi peyman û mewzûatên têkildar ên din re girêdayî ye.
Ev jî huqûqa komeleyê belî dike, bi zanebûn ji rewşa huqûqî ya dewletê sûdê werdigire. Ev xal jî divê di beşa xala Rewşa Huqûqî de be.
Rêziknameyên Taybet: Ev xaleke gelek girîng e. Jixwe komeleyên me kêm in û yên heyî jî ji rêziknameyan ne haydar in. Lê di komeleyên mezin de rêzikname tiştekî gelekî girîng e. Mirov dikare çend rêziknameyên wiha wekî mînak nîşan bide:
-Rêziknameya Birêvebirinê
-Rêziknameya Karên Weşanê
-Rêziknameya Karên Sînemayê
-Rêziknameya Karên Perwerdehiyê
Ev li gor divêtiyên komeleyê kêm an jî pirtir dibin. Her endamên ku di beşekê de cih digirin divê van rêziknameyan ezbere bizanin û roj bi roj bi cih bînin.
Hatinên Komeleyê:
Komeleyek dikare gelek saziyên aborî jî ava bike. Armanca komeleyê ne qezenc e, lê pêdiviya wê bi hatina aborî heye ku armancên xwe yên civakî bi cih bîne. Li gor vê yekê zagonên komeleyan destûrê dide ku ew xaniyan bikirin û deman bikin, market, dikan, sînema, şano û hin wekî din vekin û van bixebitînin û lokalan vekin û wan bidin xebitandin.
Wekî din jî hatinên komeleyekê ev in:
-Mehaneya endaman.
-Payên weqfê.
-Şevên xwarinê, ger, kêf, konser, spor, pêşbazî, konferans û hwd.
-Alîkarî (Heke bi meqbûz û li gor mewzûata zagonên komeleyan hatibe kirin)
-Çalakiyên bazirganî ku komeleyê ji bo armancên xwe bi cih bîne kiriye.
-Hwd.
Alîkarî:
Komele saziyeke fermî ye. Bi armancên civakî tên avakirin. Ew ne saziyeke siyasî ye. Ji ber vê yekê şaredarî, saziyên din ên fermî dikarin aşkere alîkariya aborî bidin wan, ji bo wan tiştan bikirin û wekî alîkarî bidin wan.
Wekî me got, destûrnameyek baş bi kêmanî ji deh beşan pêk tê. Lê armanca min ew bû ku ez hinek xalên girîng bînim ziman û konsantreyek li ser çêbibe.