Li Ser Meseleya Bişaftinê
Kurdî, zimanê hemî Kurdan e û Kurd hemî jê û ji rewşa wê berpirsîyar in. Lê sazî, dezgeh û kesên xwedî-erk ji her kesî bêtir berpirsîyar in. Wextê ku em dibêjin ziman, gerek bi tenê perwerdehî û dibistan neyên bîra me. Gerek hemî qadên jîyanê bên bîra me, mal, malbat, şaredarî, nexweşxane, aşxane, sûk, partî, spor, sazî, dibistan, kuçe, kongre, mîtîng, civîn, rojname, nîqaş, sîyaset… Ji ber ku ziman jîyan e û berê jîyanê jî fireh e, divê têkoşîna li hemberî bişaftinê jî pirralî be û her Kurd bikare xwe daxilî wê bike. Lê ji bo têkoşîna li hemberî bişaftinê bi ser bikeve divê, armanc, pîlan, bername û polîtîkaya vî karî he be û pêkhateyek bikare van xebatan bi rê ve bibe. Eger em, salê carek du caran têkevin nava hewldanan, bê polîtîka û bername tê bikoşin dê keda me berhewa bibe. Wextê ku em li rewşa xwe ya zimên dinêrin, ev rastî hinekî din jî berbiçav dibe.
KCD’ê, çend hefte berê bi boneya 21’ê Sibatê daxuyanîyek belav kir. Li gorî daxuyanîyê, dê li bakurê Kurdistanê sala 2015’an bibe sala zimên û dê jîyaneke duzimanî dest pê bike. Etîket, menu, tabela û ya girîng dê hemî belgeyên şaredarîyan ji vir şûn de bi du zimanan bên amadekirin. Ev daxuyanî girîng e, lê hinek hêlên wê yên qesl he ne. Yek jê feraseta daxuyanîyê bi terma kampanyayê hatîye sînorkirin. Em ji tecrûbeyên xwe jî dizanin, kampanya heta wextekî ne û ji birîna zimên re nabin derman. Kar û xebatên li ser zimên gerek hertim bên kirin. Piştî sala 2015’an em ê çi bikin? Gerek pirs û guman di serê mirov de çênebin. Dîsa em ji kirinên xwe dizanin, biryarên li ser zimên ên ku ji alîyê sazîyên me ve tên dayîn gellek caran nakevin merîyetê, yan tên jibîrkirin yan jî kes xwedîtîyê li wan nake. Gerek ev sazîya me ya sîwanî, bikare li dû biryaran bisekine û wan têxe merîyetê û bişopîne. Ev guhertinên şiklî helbet girîng in, lê ya herî girîng kakilê meseleyê ye, axaftin û hişmendîya zimên çênebe, guhertinên şiklî bi tena serê xwe têrê nakin. Wek mînak, salek berê tabelaya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê hat guhertin, lê kar û xebat û danûstendinên şaredarîyê bi pirranî bi Tirkî ne.
Di meseleya zimên de, eger em bikarin li şaşî û kêmasîyên xwe vegerin, xetayên xwe qebûl bikin û li ser wan biramin ev yek dê rêya me ronî bike. Berê jî û niha jî hinek kes ji bo meseleya zimên feraseta “piştî şoreş”ê qebûl dikin. Yanî ew kesên ku Kurd in, lê li ser zemîna Tirkî ne û dibêjin em ê piştî şoreşê dest bi xebata zimên bikin. Li gorî salên ewil ên têkoşînê, dibe ku ev fikr û nêrîn rast bin. Lê bi dû re ew zimanê bişêvker, li tevahîya qadên têkoşînê belav bû û îro roj gellek sazî û dezgehên me, gellek sîyasetmedar û rêveberên me, zimanê serdestan bi kar tînin. Ji ber domandina feraseta “piştî şoreş”ê, hişmendîya zimên di nava sazî û dezgeh û civaka me de baş bi cî nebû. Îro, em êdî fam dikin ku ziman nikare li benda şoreşê bisekine, ziman dikare şoreşê gavek zûtir pêk bîne. Li hemberî serdestan çeka me ya herî biderb ziman e, çeka me ya ku herî kêm hatîye bikaranîn jî dîsa ziman e. Eger heta niha xebata zimên û hişmendîya wê, bi awayekî xurt bihata kirin îro em li cîyekî din bûn, lê niha em ji mecbûrî vedigerin serî. Îro wextê ku em bixwazin li ser hişmendîya zimên xebatan bikin, materyalên me çi ne? Em ê çawa sazî, dezgeh û gelê xwe di vî warî de perwerde bikin? Ji ber ku bala me neketîye ser bişaftinê, mixabin materyalên li ber destên me jî kêm in. Ku xebata hişmendîyê nebe, xebata hînkirina zimên, guhertina tabelayan dê zêde tesîrê çêneke. Movika xebata zimên hişmendî ye.
Warê me yê sîyasî, ji alîyê zimên de warê herî qels û derbxwarî ye, ji ber ku têkîlîya bi sîyasetê re hertim di ser dewletê re û bi zimanê dewletê hatîye kirin, ev war, ji Kurdî bêrî bûye û bûye çêregeha Tirkî. Em herî pirr di vî warî de ditengijin û têkilîya gel û sîyasetmedaran di ser zimanê me re nayê sazkirin. Ji bo rastkirina vê qadê, divê em bikarin rastîyê bibêjin û berê rexneyan bidin xwe. Em feraseta yekzimanîyê red dikin, lê belê kongre û konferansên sîyasî û civakî yên ku li bajarên me pêk tên, li gorî feraseta yekzimanîyê tên lidarxistin. Hema bi tenê, em bala xwe bidin Amedê bes e. Îsal li Amedê nêzîkî deh kongre an jî konferans hatin lidarxistin. Pirranîya van kongre û konferasan bi Tirkî bûn. Di van kongre û konfersansan de çend gotinên Kurdî tên kirin, çend afîşên bi Kurdî tên daliqandin û piştre hemî axaftin bi Tirkî tên kirin. Gerek em vê şaşîyê bibînin û ji bo guhertina qada sîyasetê têkevin nav hewldanan û kongre û konferasên xwe bi zimanê xwe çêbikin û hesabê pirrzimanîyê bikin. Wextê ku namzetên sîyasetê bên hilbijartin gerek em xala zimên di ser guhên xwe re navêjin û ji bo namzetên Kurd, wek krîtereke esasî derxin pêş.
Di doza qirrkirina sîyasî ya KCK’ê de, girtîyan mafê xwe yê herî însanî bi kar anî û xwe bi zimanê xwe parast. Ji ber vê yekê gellek alozî derketin, doz hatin taloqkirin, dozger û dadgeran gellek tahde li girtîyan kirin. Dewlet, li hemberî vî mafê însanî neçar ma û bi rêya tercumanan girtîyên sîyasî, xwe bi zimanê xwe parast. Bi vê biryarê, feraseta dewletê ya yekzimanîyê derbek xwar. Lê bi dû re çi bû û me çi kir? Em çima li dû vê biryara xwe nesekinîn û çima di hemî dozên sîyasî û yên din de ev biryar neket merîyetê? Eger, em bersiv nedin van pirsan û gavên xwe wiha biavêjin, dê çoya me ya sist li enîya me bikeve.
Sazî û dezgehên me yên ku li bakurê Kurdistanê ne, pirranîya civîn, perwerdehî û xebatên xwe bi Tirkî çêdikin. Dema ku hûn sedema vêya dipirsin, rayedarên me dibêjin hinek kes ji Kurdî fam nakin, lewma em bi Tirkî çêdikin. Ew “hinek” kes carinan dibe “kesek.” Yanî di civînekê de kesek bi tenê jî bi Kurdî nezane, civîn bi Tirkî tê çêkirin. Ji ber ku kesek an hinek kes bi Kurdî nizanin em çima dev ji mafê xwe yê zimên berdidin? Em dikarin hesabên wan kesan bikin, lê divê ev ne binpêkirina mafê me yê zimên be. Ev nakokîya ku di nava me de şax daye û bûye sedema herî girîng a bişaftinê, divê bi awayekî demildest ji holê bê rakirin. Ev rêbaza şaş, bişaftinê li ser me ferz dike û nahêle ku berê însanan bikeve Kurdî. Tu alîyekî parastinê yê vê rêbazê tune ye.
Li bakurê Kurdistanê, sazîya ku pirranîya karê zimên bi rê ve dibe û karên xwe bi Kurdî dike bêguman Kurdî-Der e. Lê wextê ku em li xebatên Kurdî-Deran dinêrin, em dibînin ku ew xebat jî bi feraseta hînkirina zimên hatine sînorkirin. Xebata hişmendîyê pirr zêde derneketîye pêş û hişmendî wek ders neketîye nava mufredata Kurdî-Der’an. Ji sala 2006’an û vir ve li Kurdî-Der’an bêtir, xebata hînkirina zimên hatîye kirin û sazî bi feraseta komeleyê hatîye avakirin û birêvebirin. Qadên din ên jîyanê hatine jibîrkirin û ziman ketîye nava çar dîwaran. Ji ber ku bi awayekî giştî feraseta me ya zimên qels e, sazîyên me yên ku li ser zimên dixebitin bi taybetî Kurdî-Der bêderfet û qels maye.
Bahoz Baran
Nîşe: Ev nivîs di Azadîya Welat de hat weşandin.
Fîşên xwe derxin!
Ehmed fîşên te li kû ne?
Mamoste min benîştê we cût.
Di jîyanê de, rêberê herî heqîqî zanist e.
Bajar.
Di jîyanê de, rêberê herî heqîqî Amed e.
Zarokno! Em ê îro kompozîsyonekê çêbikin.
Tu çi dayînî, tu yê wê hilînî.
Heke tu finiraient dayînî, tu yê firingiyan hilînî, heke tu bacikan dayînî, tu yê bacikan hilînî.
Ehmed ev çi ye?
Mamoste wisa ye, ku mirov firingiyan dayîne dê firingiyan hilîne...