Li Ser Çemekî Diherikîm
Em piraniya roja xwe li ber komputerê derbas dikin. Hiken mêrdînî li ser derbas bikin jî...
Lê em di nivîsên xwe de behsa înternet û komputerê nakin.
Ne em tenê, hemû edebînûsên cîhanê wisa ne. Wekî ku înternet tune be dinivîsin. Ewqas xwe lê hay nakin, ku nivîsa xwe di komputerê de binivîsin û bi înternetê ji edîtoran re bişînin jî...
Înternetê wekî muxalîfê xwe dibînin.
Tenê bi qasî ku dikarin jê sûdê wergirin nêzîk dibin, heke xwe tê de winda nekin û têk neçin.
We çend nivîskar dîtine ku di nivîsên xwe de behsa înternetê dikin, bilî nivîskarên ku karê wan înternet û teknîk e?!
Lê em roja xwe hinekî di Facebook û Twitterê de derbas dikin. Ez bixwe niha tenê dikevim Facebookê.
Carinan hin heval bi tirkî tiştin balkêş diweşînin. Ez dixwazim şîrove bikim an jî parve bikim. Lê bi sedan hevalên min ên li vir bi tirkî nizanin û fam nakin çima min parve kiriye. Ez dinihêrim her ku ez bersiva tiştekî tirkî didim cudahî dikeve navbera min û wan. Wekî çemekî ye jiyan û ez li ser avek herikbar im.
Li ser ava herikbar jî hewl didim ji birayên xwe dûr nekevim. Ji ber ku bi erebî, farisî û zimanên din re ew jî li ser avek herikbar in, jixwe ew jî gelek caran ji min dûr dikevin.
Ev çem... Aaaax ev çem û av me ji hev dûr dixe û rawestgehek ji me kurdan re xuya nake ku em lê lawestin û bes biherikin.
Dîsa jî ez dilê xwe pê xweş dikim ku hevalên min ji berê pirtir bi kurdî dinivîsin, lê ne ji %50.
Platformek me jî hebûya ku tenê bi kurdî bûya. Mirov hemû derfetên Facebookê tê de bidîtina. Ji bilî lîstikan.
Erê ji bilî lîstikan.
Piştî ev lîstik derketin gelek hevalên sohbetxweş tê de winda bûn û nema deng kirin.
Platformek xwerî kurdî ku her tiştê Facebookê tê de hebin... Ma gelo çi taybetiyên Facebookê hene... Mirov fikrên xwe parve dike, mirov lînkan parve dike. Wêne û vîdeo. Heke em behsa sohbeta wê jî bikin tiştek nema.
Di Amîda nû de jixwe hemû endam dikarin lînkan parve bikin. Hem jî nûçeyek balkêş, flaş an jî nû di derekê de dîtibin dikarin di demildest de bixin manşeta Amîda. Facebook evqasî derfetan nade. Heta di Amîda nû de, heke dilê endamekî bixwaze, dikare nûçeyek berfireh bixwe binivîse. Dema mirov nûçeyê vedike jî mirov dizane ku kê nivîsiye, li ku rûdine û heta mirov îkona bin wêneyê wî/wê bitikîne mirov dikar jê re peyamekê jî bişîne.
Endamên Amîda nû, dema nûçeyek bi cih kirin, dikarin Galeriya Wêneyan a Nûçeyê jî tijî bikin. Heke çend wêneyan bavêjin galeriya nûçeyê, galerî jixweber li bin nûçeyê bi cih dibe.
Belkî endan naxwazin nûçeyan binivîsin.
Belkî tenê dixwazin nivîsên xwe parve bikin. Ji bo vê yekê di Amîda de ev taybetî jî hate serbestkirin. Her endam dikare ji xwe re qundikekê çêke. Ji çend rojan carekê rojane dike jî kêfa endam zane. Kurmancî, soranî, dimilî (zazakî).
Di Amîda nû de hemû endam dikarin ji hev re peyaman bişînin û peyamên hev bixwînin. Her wekî Facebookê.
Dikarin sohbet jî bikin.
Nexwe çi cudahiya me heye ji Facebookê.
Ya raaast, di warê nivîsbariyê de em jî dikarin tiştekî wekî Facebookê çêkin. Êdî fîrmayên zîrek ên kurdan çêbûn di vî warî de.
Lê ewqas wêne, ewqas vîdeo, ewqas nivîs dê di ku de hilên?
Kîjan server dikare rake evqas tişt?
Aha ferqa me û Facebookê ev e hevalno! Ew dikarin pereyekî pir bidin serverê, lê em...
Ew ji reklaman qezencê dikin. Lê em kurd in, sektora me ya reklamê tune. Heke hebûya, em jî dikaribûn têketina pêşbaziyekê.
Lê dîsa jî Amîda êdî NÛ ye û heta ev nûbûn nema têra we bikin, em ê ranewestin. Em ê her dem bi tiştên nûtir Amîdayê pêşve bibin.
Tenê hûn pêşniyaz û rexneyên xwe ji me kêm nekin.