Li Stenbolê dîmenên piştî derbeyê
Merheba ji we re. Ez dê ji niha û pê ve car caran di malpera Amîda Kurd de, têbiniyên xwe yî gerrê û carinan jî ramanên xwe vebêjim. Wek têbiniyên îro. Hêvîdar im dê ji tiştekî re bibin.
Îro hinekî li nava Stenbolê geriyam. Ji Maltepeyê heta Eminönü û Taksimê. Bawer bikin guherinin berbiçav henin. Di nav mirovan, têkiliya wan, axaftin û diyalogên wan de xuya dibin. Carinan bi mirovan re dipeyîvim bi qasî ku ji wan fêm bikim. Ji yekî ku dibêje “Me xayin hemû derdest kirin” re dibêjim; "gelo kê li wan neferana îşkence kiribûn?” Bi lez dibêje; “Na! Ew ne îşkence ye, ew montaj e, montaj." Xuya ye di mala xwe de jî tenê vê mijarê diaxivin, lewre lawê wî yê 12 salî xwe davêje nav dibêje “ew montaj e, apo! Ew wêne ji qezayek erebeyê girtine, min lêkolîn kir”. Erê lawikê duwanzdeh salî lêkolînê ji min re vedibêje. Mirovekî kurd ê xwediyê marketekê (xuya ye AKP’yî ye) dibêje “DAIŞ, PYD û FETO piştî darbeyê dê têketana Turkî, em ê hemû li ber nigan biçûna”. Fikir û raman tûj bûne, bêhntengî pir bûye.
Bi qasî ku ez dibînim, li Stenbolê jî wekî gelek deverên Kurdistanê û dinyayê, hinek vê bûyerê wekî lîstik û hinek jî wekî derbeyê dibînin, Erdoxan wekî yê herî qezenckirî dibînin.
Kurdên nêzî HDP'ê di fikrên xwe de wekî berê xuya ne û tevgerên xwe, liv û libatên xwe neguherandine; axaftin wekî berê vekirî, raman wekî berê dijber û mihalîf e.
Jixwe li her derê hîn jî ev qal e di nava alîgirên AKP’yî de; ku yek qala bûyerê bike deh heb li dorê kom dibin û qehremaniyên xwe mîna çîrokên nêçîrê vedibêjin. Yê ku qet wê şevê derneketibe jî, derdikeve û qala xwe dike. Xuya dibe ku gelek kes ditirsin ku hinek ji wan re bibêjin "hûn çima nehatin?". Min wisa hîs kir. Ji xwe ji ber wê yekê jî her ku diçe al daliqandin zêde dibin û mezinbûna alê tê guherandin û her diçe yên mezintir derdikevin paceyan.
Êdî li her avahiya fermî alên mezintir bi qasî 30-40 m2 û hîn mezintir, ên dikanan hîn bi çûk in lê pir bûne li gor hefteya pêşî. Li Eminönüyê li ser her Plazayê alek mezin, li ser pira Galatayê çend alên pir mezin, Qûleya Galatayê bi şev bi rengê alê hatiye ronîkirin. Li ser avahiyên din jî al zêde bûne li gor hefteya pêşî. Belkî ji ber vê nobeta ku li qadan tê girtin e jî, mirovên ku hefteya pêşî al daneliqandibûn gelekan niha daliqandine. Bawer im hinek ji tirsan, hinek ji bo xwe şêrîn bikin û îspat bikin wisa dikin.
Mirovên AKP’yî jixwe roja pêşî daliqandin, CHP yî jî ji alê hez dikirin û tevlê bûn, her wiha MHP jî dadiliqînin û yê pir li kuçeyan diruşmeyan berz dikin ew in.
Berê, ku çalakiyek AKP piştgirî didayê rû bida, tenê AKP yîyan al dadiliqandin, bûyerek ku CHP, MHP piştgirî bidayê yên din AKP’yîyan al bilind nedikirin. Lê îro bi taybetî piştî du hefteyan ji van her sê partiyan jî herkes alê li malên xwe dadiliqînin, heta yên Cemaetê jî. Hinekî ku di taxa me de wek “cematçî” dihatin dîtin jî al daliqandine, ango hemû bi hev re. Ji xwe di rojnameyên tirkî yên mezin de her roj bi dehan kes û şîrket îlanan didin û alîgiriya xwe îlan dikin ji hikûmetê re. Bawer im derbe çêbibûya jî dê eyn wisa bûya, lewre ev helwest helwesta wek 12’yê îlonê (Rezber) ye. Yên ku ew dem dîtibin dê ev were bîra wan.
Hîn jî erebeyên bi al heta nîvê şevê li qorneyan dixin û di kuçeyan re li pey hev diçin, hejmara wan jî zêde bûye. Bi taybetî ajokarên erebeyên kevin wek Kartal, Şahin û Broadwey, Kamyon, Kamyonet, Motor. Kêm caran jî erebeyên nû û luks jî li qorneyan dixin. Wekî şahiyên birêkirina leşkeran, li taxan digerin car caran, lê berê her gav û her saet tunebû ev, niha her gav her saet dikare çêbibin û tê dîtin.
Li gelek deveran her qala piştî darbeyê û çîrokên wê, krîza aborî dikeve nav û esnaf hema hema hemû dibêjin “rewş qet ne baş e”. Ji ber ku ev 15 roj in hemû otobos, metro, metrobus belaş in û heta garanên erebeyan jî belaş in li Stenbolê, mirov jî pir digerin û ev hinekî dibe gerra pereyan jî û esnaf jê memnûn in. Lê vê jî dibêjin “piştî ku ev biqede rewşa nebaş dê baş derkeve holê. Lewre turîst pir kêm bûne, piştî Rûsan Ereb jî wekî berê nayên Stenbolê û ev qal û bala derbeyê mirov hinekî ragirtine ji bo kirîna tiştan”.
Û hêdî hêdî nîqaşên “ma kê ev ‘darbeci di dezgeyên dewletê de bi cî kirin” jî derdikevin holê. Bawer im heta ku mirov sawa xwe bigrin û germbûn û peroşiya girseyan dakeve, dê nîqaş biguherin, lê qet wekî berê nabe, bi qasî ku hîs dikim û heta belkî ev nîqaş li tundî û tûşîyê veguhere.