LÊGERÎNA AZADİYÊ
Sîdar Jîr
Ligel berxwedana azadiyê ya Amerîkaya Latîn, di heman demê de berxwedana çandî jî dest pê dike. Bi vê berxwedanê toz û qirêja ku ewropiyan li ser giyanê amerîkiyan danîbû xwe wekî efendî, amerîkî wekî kole û bindestên xwe didîtin êdî hêdî hêdî dişikê. Nûserên Amerîkaya Latîn êdî ne wekî nevîçirkên spaniyan û portekîziyan, wekî amerîkiyên Latînî dinivîsin.
Hişmendiya nivîsandina xwe û xwebûnê bêhtir derdikeve pêş. Piştî vê yekê êdî di berhemên xwe de cihekî zêde didin rewşa civaka xwe. Bêguman ev yek jî ji ber têkiliya serdest û bindestan wekî ku li hemû dinyayê çawa çêbû, wisa dijwar bû. Dîsa, di wêjeya Amerîkaya Latîn de jî wekî ya hemû xelkên bindest, li welatên Amerîkaya Latîn jî di dema şer de, wêjeya şoreşê bêhtir derdikeve pêş. Yek ji wan berheman a Josê Joaquîn de Olmedo (1780-11847) ê ekwatorî ye ku destana lehengiyê ya bi navê La victoria de Junin: Canto a Bolivar (1825) e ku dema hêzên bi serkêşiya Simon Bolîvar li hemberî spaniyan bi ser ketine hatiye nivîsandin. Heta sedsala 19’an bi helbestê li ser piyan dimîne wêjeya Amerîkaya Latîn.
Ev xisûsiyet di gelek wêjeyên miletên din de jî wisa ye. Di wêjeya Amerîkaya Latîn de romanûsê ku mirov bikaribe bibêje bi rastî jî romanûs e Josê Joaquîn Fernandez de Lizardi (1776-1827) yê Meksîkî ye. Di romana wî ya bi navê El periquillo sarniento(1816) de civaka meksîkî bi awayekî serkeftî vedibêje. Her wekî ku di helbesta sedsala 18’an a Amerîkaya Latîn de, Lîzardî jî rewşa civakî ya miletê xwe bi awayekî zindî û serkeftî derxistiye pêş. Di vê romanê de Lîzardî rewşa civakî ya Meksîkayê derdixe pêş û kevneşopî û toreyên civaka xwe jî rexne dike. Amerîkaya Latîn ku qada mêtingeriya ewropiyan bû, paşê jî bû qada şer û dîktatoriyan. Nivîskarên serdemê jî parek mezin a êş û sirgûniyan wergirt ji şer û dîktatoriyan. Herî zêde û bi bandoreke xedar dîktatoriya Juan Manoel de Rosas ê dîktatorê Arjantînê bû ev yek anî serê nivîskaran.
Di dîktatoriya xwe ya xwînî de gelek nivîskar ji koka wan kiriye û şandiye sirgûniyê. Lê wekî hemû rewşenbîr û nivîskaran, ew nivîskarên ku ji aliyê Rosas ve hatibûn sirgûnkirin, li welatên derdorê bi pênûsa xwe, bi hiş û hişmendiya xwe li hemberî Rosas şer kirine. Ev yek di dîroka wêjeya latînî de xwedî ciyekî gelekî girîng e. Romana bi navê Amalia(1851) ya nivîskarê navdar ê Arjantînî Josê Pedro Crisologo Marmol (1817-1871) wekî romana pêşîn a Arjantînê tê qebûlkirin. Marmol di wê romanê de hovîtî û dîktatoriya Rosas vedibêje. Her wisa Domingo Faustino Sarmiento (1811-1888) jî di ceribîna xwe ya berfireh a bi navê Facundo (1845) de dibêje jiyana civakên ku serobinî hev bûne rê li ber dîktatoriyan vekiriye.
Di nava nivîskarên wêjeya Amerîkaya Latîn de yek ji wan kesan jî Marmol e ku di bandora Pêla Romantîk a li Ewropayê de maye. Nivîskarên ku di bandora romantîzma Ewropayê de maye, wekî leheng, kesên ji rêzê yên welatê xwe, mijarên xwe jî ji dîroka welatên xwe hilbijartine. Yek ji wan mînakan jî Manuel de Jesûs Galvan (1834-1911) ê ji Komara Domînîkê ye ku di romana xwe ya bi navê Enriquillo (1882) de ku romaneke dîrokî ye, zordestiya spaniyan a li ser niştecihên Amerîkaya Latîn vegotiye. Bi hemû hewldan û herikîna hubra xwe, wêjeya Amerîkaya Latîn lêgerîna azadiyê ye. Azadiya Welat