Lêkernav,lêkernav

Lêkernav

A+ A-

Mixabin heta niha di pirtûkên rêzimanê de bi awayekî bi rêk û pêk û rast qala vê mijarê nehatiye kirin. Hinek kesên ku li ser zimên dixebitin jî vê mijarê di nava raweyan de bi cî dikin û jê re dibêjin raweya çêbiwar. Lê dema ku em bala xwe didin vê mijarê em dibînin ku ji lêkeran nav hatine çêkirin û ew nav di nava hevokê de weke navdêr, rengdêr û hoker tên bikaranîn. Ji ber vê yekê ev mijar di nava mijara raweyan da cî nagire. Mijara lêkernavan di zimanê din de jî heye û divê mirov li ser vê mijarê bi taybetî hûr bibe. Belê, di vê nivîsê de ez ê li ser lêkernavan û taybetiyên wan bisekinim.
 
LÊKERNAV

Navdêr, rengdêr û hokerên ku ji lêkeran hatine çêkirin lêkernav in. Lêkernav di nava hevokê de êdî ne di peywira lêkerê de ne. Lêkernavên navdêran bêtir bêje ne, lêkernavên rengdêr û hokeran di nava qalibî de ne. Lêkernav dibin sê beş.

 

Lêker                                     Lêkernav

Ji Amedê hatin.                      Hatina te pir baş bû.(Lêkernava Navdêr)

Mal duh şewitî                       Mala ku şewitiye li ku bû?.(Lêkernava Rengdêr)

We sibê were.                         Beriya ji malê were; tê vê derê.(Lêkernava Hoker)

 

1.    Lêkernava Navdêr: Lêker dema ku bi radera xwe ve bên bikaranîn navê lêkeran çê dibe. Lêker bi vî awayî weke navdêran tên bikaranîn û lêkernava navdêr derdikeve holê.

 Mînak:     

Mirin parçeyeke jiyanê ye.

Ji gotina te tiştek fam nekir.

Ew ji xwendinê hez dikin.

Axaftina wî nekete serê min.

 
Nîşe: Hinek lêkernavên navdêr bi temamî dibin navê tiştekî û wesfê xwe yê lêkerbûnê winda dikin.

Mînak:

Min xwarin xwar.      

Gotin nakeve serê wî.

 

2.    Lêkernava Rengdêr: Lêker dema ku weke rengdêran bên  bikaranîn lêkernava rengdêr çê dibe. Ev cure lêkernav bi du awayan çê dibe.

 

a)      Lêker weke rengdêr tên bikaranîn. Gihaneka “ku”yê jî alîkariyê dike.

 Mînak:

Goştê ku xerab bûye bavêjin.

Kesê ku çûye ne ji me ye.

 Pisîka ku birçî bû çû ku derê?

Hevala ku pirsa min kiribû, hat?
Nîşe: Ev qalib ji hev nayên parçekirin weke hêmanekê tên pejirandin.

b)     Lêker weke rengdêran tên bikaranîn, dema borî têdeyî ya lêkerê qertafa -î’yê distîne.

 

Mînak:

Cilên şûştî li xwe bike.

Kesên kuştî hene li wir.

Halê kesêkî ketî ne baş e.

Ew ji hêkên kelandî hez dike.

 

Nîşe: Dibe ku gihaneka “ku”yê jî bê bikaranîn.

Mînak:

Dendikên ku qelandî bin, xweş in.     

Cilên ku  şûştî bin paqij in.

 

3.    Lêkernava Hoker: Lêker di peywira hokerê de bên bikaranîn lêkernava hoker çê dibe. Ev cure lêkernav dibin qalib û gihanek û bêjeyên    hokerî jî di nava wî qalibî de tên bikaranîn. Lêkernava hoker bersiv dide pirsên “kengî” û “çawa”yê.

Mînak:

Dema ku ji malê dihat, ev li dibistanê bûm.

Wexta wan dengê xwe ji me re bilind kir, ez dîn bûm.

Her ku tu bikenî, tu yê baş bibî.

Di bihara derbas bûyî de em çûbûn Farqînê.

Piştî ku ez jê veqetiyam, winda bû.

Carinan lêker bi neyîniya xwe re dubare dibe û dibe lêkernava hoker.

 
Mînak:

Xwar nexwar pê nexweş ket.

Çû neçû li me geriya.

Kir nekir  nebir serî.

Nîşe: Carinan gihaneka “û”yê jî dikeve navbera wan.

Mînak:

Kir û nekir qebûl nekir.                             


Gotinên miftehî :