1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Awê Balî
  4. Lêkolînek li ser alewiyan
Lêkolînek li ser alewiyan,lêkolînek,li,ser,alewiyan

Lêkolînek li ser alewiyan

A+ A-

OL Û BAWERIYEK GERDÛNÎ: ALEWÎTÎ

Di nav ol û baweriyên cihanê yên pîroz û evra de ciyê „Alewîtiyê“ pir balkêş e. Ji ber vê yekê serokatî û bingeha hêzên şoreşger û sosyal demokrat de jimara Alewiyan gelek zêde ye. Di destpêka sofîzîma Îslamiyetê de, gengeşiyên li ser ola Îslamê di navbeynê Alewî û sofiyên Îslamê yên sunnî de bûyî, ew pir caran bi bûyerên ne baş dawî lê hatiye. Rêvaberiya dewletên Îslam û piraniya siltan û paşan ji ber ku ji mezhebê sunnî bûne, biryarên ne heq wek heya cerm gurotina mirovan cezayên mezin dayîne mirovên Alewî. Alewî xwe ji ola Îslamê û alîgirên Ehl-î Beyt dibînin. Pirtûka pîroz Qur’anê çawa ji xwe re rêber û evra digirin, ewqas jî baweriya xwe ji Zebur, Tevrat û Încîlê re jî tînin. Ji ber ku Alewî dibêjin: “ Çar kitab heq in û peyamberên kitab jê re hatin hemî pîroz in.” Alewî bêtir rêberiya mirovatiyê di rêya zanist de dibînin. Zanist jî bi rêya însan têye destxistin. Ji ber vê sedemê “însan, mirov” gelek hêja û pîroz e! Ji sofîstên Alewiyan Hallaci Mensur (858-922) ji ber ku gotiye “Enel Haq” wî cezayê kuştinê girtiye û têye gotin ku bi çermê wî gurandinê ew hatiye kuştin. Di nav kesên Alewî yên wek Hallaci Mansur, Nesîmî, Pîr Siltan Abdal, Seyîd Rizayê Dêrsimî û bi hezaran kesên dîn, ewna cangorî têne bîranîn.

Her çiqas Alewî ji xwe re çar kitaban pîroz dibînin jî, ji bo wan pirtûken dîn yên pîroz jî hene. Ji wan pirtûkan yek jî bi navê “Emrên Îmam Cafer Sadiq” têye nasîn. Îmam Cafer Sadiq (699-765) ji 12 îmaman, ew îmamê şeşemîn e. Lawê îmamê pêncemîn Îmam Muhammed Bakir e. “Emrên Îmam Cafer Sadiq” di nav gel de bi navê “Buyruk” jî têye nasîn. Baweriyên Alewîtiyê heya roja îro ji du çavkaniyan hatine der. Çavkaniya yekemîn gotinên bi devkî ne. Çavkaniya duwemîn jî pirtûk û tiştên bi nivîskî ne. Di dîrokê de gelê Alewî ji aliyê rêvabirên dewletên sunnî ve pir caran hatine qirkirrin û hebûnên wan yên pîroz hatine şewitandin û wenda kirin. Ji ber van sedeman Alewiyan bi sedan salan baweriya xwe ya olî dizî pêk anîne!.. Ew pirtûka bi navê “Buyruk - Emrên Îmam Cafer Sadiq” belku ji sed salan şunda li paş mirina Îmam Cafer Sadiq hatibe berhev kirin û ji nû ve hatibe nivîsandin...

MEZHEBÊN OLA ÎSLAMÊ JI BO ÇI NE PÊNC IN Û ÇAR TÊN PEJIRANDIN?..

Di nav çar mezhebên Îslamê yên sunnî de (Mezhebê Hanefî, Mezhebê Şafî, Mezhebê Malîkî, Mezhebê Hanbelî) ji bo çi navê mezhebê Îmam Cafer Sadiq damezrandî “Şiî“tî nîn e. Di dîrokê de heya ew salên dawî Şiîtî ji aliyê mezhebên sunnî ve wek mezheb nehatiye pejirandin. Di aliyê din de jî alîgirên mezhebê Şiî, ji ber ku Ehl-î Beyt li Kerbelayê ji aliyê hêzên Yezît ve hatine qirkirin. Ji ber vê yekê Alewî û Şiî jî mezhebên sunnî di nav mezhebên ne heq de dibînin. Ew her du dîtin di dîrokê de neyartiya di nav ola Îslam de heyî ji hole ranekirye û ew bûye sedema şerên dijwar!..

Di destpêka ola Îslam û dema çar xelîfeyan de di nav miselmanan de bûyerên ne heq qewimîne. Her çiqas ew bûyerên ne baş bûyî bin jî, wê demê di nav Îslamiyetê de mezhebîtî hîn çênebûyî bû. Hebûna mezhebên ola Îslamê ji Îmam Cafer Sadiq pê de destpêdike. Di nav mezhebên sunnî de Îmami Azam Ebu Hanîfe li cem Îmam Cafer Sadiq du salan dersên olî girtine. Zanayek mezhebê Şiî bi navê Îbnî Mutahhîrîi Hullî di pirtûkên xwe yên bi nave „Nehcûlhak“ û „Mînhecûlkeram“ de dinivîsîne û dibêje „Îmami Azam û Îmami Malîkî ji Îmam Cafer Sadiq ders wergirtine. Ji zanîn û ji îlmê Îmam Cafer her du yan feyz û zanîna xwe zêde kirine û bûyîne zanayên mezin.“ Îmami Azam ji Îmam Muhammed Bakir jî ders girtine. Îmami Azam îcazeta fetva dayîne ji Îmamên Şiî wergirtiye. Her wuha dahênerên Mezhebê Hanîfî, Mezhebê Şafîtî, Malîkî û Hambelî jî, ji Îmam CaferSadiq dersên olî girtin şunda belav bûne û ola Îslamê li cîhanê dayîne nasandin.

Nasandina her îmamekî pişt re bûye mezhebek. Çar mezhebên Îslametiyê ji çar şagirtên Îmam Cafer Sadiq hatine derketin û hatine belav bûyîn. Çawa bûye ku mezhebên şagirtên Îmam Cafer Sadiq bûyîne mezhebên rast yên Ehl-î sûnnet û mezhebê mamosteyê van îmaman yê Îmam Cafer Sadiq jî bûye mezhebê ne rast yê batil!.. Ew pirsgireka miselmanan ya wê demê destpêkirî, hîn îro jî, ew di nav miselmanan de nehatiye halkirin!..

BAWERÎ Û OLA ALEWÎTIYÊ DI NAV KÎJAN OLAN DE CIYÊ XWE DIGIRE Û EW OLEK ÇAWA YE?

Bawerî û ola Alewîtî di nav olên yek Xwedê û peyamberên bi kitab de ciyê xwe digire. Destpêk û dawiya olên bi kitab, yek ya dîn temam dike. Çar kitab (Zebur, Tevrat, Încîl, Qur’an) û çar peyamber (Hz. Dawud, Hz. Musa, Hz. Îsa, Hz. Muhammed) hev û du dipejêrin. Mînak di pirtûka pîroz Încîlê de Hz. Îsa dibêje :“Peyamberê dawî yê bi navê Ahmed bêye cîhanê. Ew peyamberê herî dawî ye. Ji wî şunda peyamber nayên cîhanê“ Ji ber vê sedemê di nav pir navên Hz. Muhammed de, navekî wî dîn jî „Ahmed“ e...

Alewî çawa çar kitaban heq û pîroz dibînin, bawermendên wan olan jî wek hev û dû dibînin. Li gor baweriya Alewiyan di navbenê Îslam û Musevî û Hiristiyanan de ti ferq nîn e. Ji ber ku hemî ew olên hatin bi nav kirin, ewna baweriya xwe bi yek Xwedeyî tînin... Dema Xwedê yek be, rêyên diçin Xwedê hemî kurt û dirêj wek hev in. Li ser vê bingehê Alewî heftê du nîv (72,5) miletan wek hev dibînin û dinasin...

OLÊN YEK XWEDÊYÎ YÊN BI KITAB KÎJAN IN?..

Xwedê gerdûn afirandiye û gerdûnê bi rê ve dibe û kontrol dike. Olên li ser vê baweriyê dimeşin re olên yek Xwedêyî têye gotin. Putperest jî, putên bi destên xwe çêkirin re perestiyê dikin. Putperest li alîkî bimînin, mirov ji qurne nû vir de baweriya xwe ji yek Xwedêyî re tînin û jê bawer dikin. Di ola Musewîtiyê de Xwedê afirandinêrê gerdûnê yê bi serê xwe tenê ye. Hebûna Xwedêyê tenê û Xwedêyê pîroz bi ola Musewîtiyê destpêkirye! Hiristiyan û Miselman jî, ew baweriya bi yek Xwedêyî destpêkirî lê bûyîne xwedî.

Hiristiyanan di baweriya sêbare de, yanê di hebûna Xwedê de sê keseyetiyan dicivînin. Di ew sê keseyetiya Xwedê de bav, ewlad (law) û rihê pîroz heye. Di ew baweriya Hiristiyanan de Xwedê, di bedena Hz. Îsa de hatiye cîhane. Vê baweriya Hiristiyanan tesîra xwe li ser ola Alewî, Dursî, Êzdatî û olên dîn jî kirye. Ji ber ku di ola Miselmantiyê de afirandinêre gerdûnê, parastvan û rêvaberê hemî jindaran Xwedê ye, ew bi serê xwe tenê ye. Li gor rêşanîdana Qur’anê Xwedê, bi kitabên pîroz yên bi rêya peyamberan, ewên ku şandine dinê, bi wan ew rêya rast ji mirovan re nîşan dide...

PEYAMBERÊN JÊ RE KITABÊN PÎROZ HATIN KÎ NE?

Hazretî Dawud:

Ji Hazretî Dawud re yekem car kitaba pîroz „Zebûr“ hatiye şandin. Pirtûka Musêwiyan ya pîroz bi navê „Tanah“ ew di nav Îslaman de bi navê „Zebur“ jî têye nasîn. Ew ji 150 helbestên Hz. Dawûd nivîsîn pêk hatiye. Ew helbestina hem ji aliyê Musewiyan ve û hem jî, ji aliyê Hiristiyanan ve bi dilxweşî têne xwendin. Di nav netewa Museviyan de û di nav olên yek Xwedêyî de heya roja îro navê Hz. Dawud dijît. Ew hem bi lehengî û bi qraltiya xwe û hem jî bi peyamberiya xwe têye nasîn. Bi dengê xwe yê xweş û bilind heya roja îro navê wî di gotina „Dengê Dawudî“ de jî têye bîranîn. Di navbeynê salên li pêş zayînê 1000-962 an de, wî ji Îsrayîliyan re qraltî kirye. Ew qraltiya pêk anî ji aliyê lawê wî Hz. Sileman ve pir salan hatiye rêva birin. Hz. Silêman bi emrê xwe yê dirêj têye nasîn. Li paş mirina Hz. Silêman, ew qraltiya ji aliyê Hz. Dawud ve hatî damezrandin belav bûye.

Hazretî Musa:

Ji Hazretî Musa re kitaba pîroz Tevrat hatiye şandin. Ji Tevratê re „Tora“ jî têye gotin. Li gor Qur’anê Hz. Musa, peyamberê cara yekemîn Xwedê jê re pirtûka pîroz rê kiriye. Hz. Musa qabîleyên Îbranî hemî civandine ser hev û du. Lawên Îsrayîliyan ji koletiyê azad kirine. Ew peyamberê Yahudiyan yê herî mezin e. Ola wî bi navê „Musewîtî“ hatiye nasîn.

Di kîjan qirnê de jiya ye, ew baş nêye zanîn. Li pêş zayînê di dawiya sedsala 14. An de hatiye dinê û derketina Îsrayîliyan ya ji Misirê, di sedsala 13 an de Hz. Musa ji wan re serokatî jî kirye. Ew bi „asa“ya xwe û leşkerên fîravun yên di behrê de qeniqandin têye nasîn!..

Hazretî Îsa: Ji Hazretî Îsa re kitaba pîroz Încîl hatiye şandin. Li pêş zayînê 6 û li paş zayînê heya sala 30 ew jiya ye. Yahudiyan ji Hz. Îsa re „Mesîh“, Yewnanî jî, jê re „Hristos“ gotine. Paşê nave „Hiristiyaniyê“ ji „Hristos“ hatiye holê. Li gor Încîlê Hz. Îsa bi mucîzeya Xwedê û bi rêya rihê pîroz ji Meryemê hatiyê cîhanê. Heya sîh saliya xwe li gel dartiraşekî kar kirye. Di sîh saliya xwe de Xwedê jê re peyamberî rê kirye. Dema belav kirina olê xwe de, li dijî Hz. Îsa, Romayiyan gelek çetînahî jê re derxistine. Bi çarmixê kuştina Hz. Îsa şunda bi rêya 12 Havariyan ola Hiristiyanî hatiye belav kirin. Li gor Hiristiyaniyê Hz. Îsa heya asûman firiye û çûye. Li gor Miselmantiyê jî, roj yê bê ku Hz. Îsa yê ji asûman dakeve erdê. Ewê civata mirovetiyê dîsa bi terbiyê û bi edebê bide jiyandin. Ewê xirabiyê ji ortê rabike. Qasî çil sal jiya şunda yê biçe ser heqiya xwe.

Di ola Alewîtiyê de li gel ew rola Hz. Îsa, Hz. Mehdî, îmamê duwazdemîn, îmamê axir zeman yê vî karî, ewê ser milên xwe de û civata mirovetiyê baştirîn di nav aşîtiyek xoşewîst de bide jiyandin!.. Di baweriya mezhebên Îslamê yên din de jî ew baweriya li jor hatî xûyakirin heye. Bes li gor ew mezhebên sunnî, Hz. Îsa yê li pişt Hz. Mehdî rawest û nimêj bike. Ew jî tê wê wateyê ku, dawî de Hz. Îsa jî yê bibe miselman! Baweriya Miselman wusa ye... Lê Hiristiyan ne li gel ew baweriya Miselmanan in...

Hazretî Mihammed:

Ji Hazretî Mihammed re kitaba pîroz Qur’an hatiye şandin. Hz. Mihammed di sala 570 yî li Mekke hatiye dinê û di sala 632 an de li bajarê Medînê ji vegera „Heca Weda“ şunda çûye ser heqiya xwe. Bavê wî Abdullah li paş hatina wî ya dinê, ew çûye rehmeta Xwedê. Dayka Wî Emînê dema diçe rehmete, Hz. Mihammed şeş salî bûye. Di xortaniya xwe de bi jinbiyek dewlemend ya bi navê Hz. Hatîcê ve dizevice. Bi vê zewacê qîza wî ya bi navê Fadîme, ku ya paşê bi lawê Ebu Talîb, Hz. Alî re dizewice têye dinê. Di bingeha Alewîtiyê de Hz. Mihamed, qiza wî Fadîme, zavayê Hz. Mihamed, Hz. Alî û lawên Hz. Alî û nêwiyên Hz. Mihammed Hz. Hasan û Hz. Husêyîn û zarokên wan yên bi navê Ehl-î Beyt têne bi nav kirin ciyekî girîng digire.

Di nav civatên Îslametiyê de wêne û peyker çekirin hem guneh û hem jî bi sedsalan hatiyê qedexe (yesex) kirin. Ji ber vê yekê wêneyên Hz. Mihammed di nav civatên ola Îslamê de nîn in. Bes di nav Alewiyan de wêne û peyker çekirin û aletên muzîkê jendin di jiyana rojane de berê vir de serebest in. Çend wêneyên di nav civata Alewiyan de tên nasîn yên Hz. Mihammed û yên Ehl-î Beyt li jêr in. Ez hêvî dikim ku kesên miselman neqahrin û lê biborin!..

OLA ALEWIYAN BINGEHA XWE JI OLÊN KEVN DIGIRE

Ola Alewiyan bingeha xwe ji kevntirîn olên cîhanê, ji Zerdeştiyê wergirtiye. Li cîhanê hemî ol hatine guhartin û ti ol wek xwe berê, wek destpêkê nemayîne. Her dem wek guhartina civatan, olan jî xwe guhartine û di nav pir merheleyan de derbas bûyîne heya roja îro. Li cîhanê olên xwezayî bigir heya olên yek Xwedê, olên ji hev û du cuda hene. Di nav pir olan de jî baweriyên ne wek hev hene.

Alewîtî di nav olên yek Xwedêtî de, ew nêzîkî olê îslamê ye. Pir Alewî xwe Îslamên bingehî dibînin. Ji ber ku her kesî zêdetir Alewî li Ehl-î Beyt xwedî derketine û lê bûyîne xwedî. Di nav olên baweriya xwe bi yek Xwedêtiyê tînin de, ji xeynî olê Îslamtiyê, olê Musêwî û olê Hiristiyanî jî hene. Ji destpêka avabûna cîhanê heya peyamberê dawî Hz. Mihamed 124 hezar peyamber jiyane. Di nav ewqas peyamberan de, Xwedê ji çaran re pirtûkên pîroz nardine.

Pirtûka yekem „Zebur“ ji Hz. Davud re, ya duwem „Tewrat“ ji Hz. Musa re, ya sêyem „Încîl“ ji Hz. Îsa re û pirtûka pîroz ya çaran „Qur’an“ jî, ji Hz. Mihamed re hatiye hinardin. Her çiqas ew her çar pirtûkên pîroz li dijî hev û du nebin jî, lê li gor bawerî û bawerî rêvabirin û rêxistin, ew ji hev tên cuda kirin. Ew pirtûkên pîroz hebûna hev û du înkar nakin û hebûna hev dipejêrin.

Bi kurtahî Zebur û Tewratê re Yahudiyan (Cûyî) baweriya xwe pêanîne. Ji Încîlê re gelek netewan, bi navê „Hiristiyaniyê“ heya roja îro, bi wê re baweriya xwe pê anîne. Ji peyamberê dawî Hz. Mihamed re jî, Xwedê Qur’ana pîroz bi navê olê îslamê jê re şandiye. Kurd, Ereb, Ecem, Tirk û gelek neteweyên din miselman in û ji ola îslamtiyê re baweriya xwe pê tînin. Di nav ola îslamtiyê de jî gelek tarîqet û mezhebên ji hev û du pir cuda hene. Di dîroka cîhanê de şerên olan yên li dijî hev çawa bi sedsalan berdewam kirine, di nav her olî de jî şerên navxweyî bûyîne. Di nav olê Îslamê de, di dema çar xelîfeyan de, aligirên xelifeyan çawa xelife Osman, Omer û Alî kuştine, ew bûyer dubendî û nakokiyên di nav Îslaman de heyî kurtirîn kirine! Kuştina Hz. Alî û qetlîama Ehl-î Beyt ya li deşta Kerbelayê ji aliyê hêzên Yezîd ve bûyî, wê bûyerê bi xwe re ew şerê di nav miselmana de dibe, heya roja îro bi şer û qetlîamên curbecur hebûna xwe parastiye û berdewam kirye.

Bi ew bûyera Kerbelayê yên aliyê Ehl-î Beyt girtin re „Şîî“ yanê alîgirên Alî re „Alewî“ yên li dijî wan re jî „harîcî“ hatiye gotin. Ji wê demê vir de, Îslam bûyîne pir beşan!.. Paşê Alewiyên li Anatolyê dijîn xwe ji „Şîî“yan dûrxistine û bi xwe re bes „Alewî“ gotine. Şerê bi navê Çaldiranê (1514) di navbeyna Osmanî û Eceman de bûyî de, Yavuz Siltan Selîm, hikumdarê Safawiyan Şah Îsmail û hêza wî têk dibe. Dema Yavuz diçe şer, aligirên Şah Îsmail û Alewiyên li navçeya Anatolyê dijîn qir dike û bes li Sêwasê 40 hezar alewî dikuje û ji serê wana piramîtan çêdike. Di dema şer de hêzên Şah Îsmail ji bo ku ji hêzên Yavuz Siltan Selîm bêne cudakirin, wana li serê xwe pûşiyên sor girêdayîne. Bi gotinek Tirkî ew kesên serê xwe sor girêdayî re „Kizilbaş“ hatiye gotin. Ji wan salan şunda li ciyê „alewitiyê“ gotina „kizilbaş, qizilbaş“ jî, ji bo Alewiyên navçeya Anatolyê bi kar hatiye!.. Gotina „Alewiyên Qizilbaş“ bes ji Alewiyên Anatoliyê re têye gotin. Li Suriyê, Libnan, Iraq û li Îranê hin baweriyên wek Alewiyên Qizilbaş re Ehl-î Heq, Kakayî, Şabak, Zeydiyyê, Îsmaîliyê, Îmamiyê, Nusayriyê têye gotin. Ji baweriyên kevn Êzdatî û Dursî jî wek Alewiyan ayînên xwe yên olî ji kesên yad (niyanî) vedişêrin. Ew xwe parastin û veşartin ji aliyê alîgirên mezhebên sunnî ve bi bûyerên ne mirovatî hatiye bi nav kirin. Ew baweriyên şaş li hin ciyan hîn hebûna xwe îro jî diparêzin.

Ew jî dayîn û sitandina di nav Miselmanan de heyî ne baş dike...

Li gor baweriya Alewiyan çar kitab jî rast û heq in. Dema çar kitab (Zebur, Tewrat, Încîl, Qur’an) û çar peyamber (Davud, Musa, Îsa, Mihamed) wek hev du pîroz bin û bêne hezkirin, wê demê di Alewîtiyê de, ji mirov û ji mirovatiyê hezkirinek gerdûnî peyda dibe. Ji ber vê sedemê û li gor baweriya Alewîtiyê li dinê heftê û du nîv milet hene û hemî ji hev re wek bra ne! Ne kêm û ne jî zêde hemî bi baweriya xwe li ser riya Xwedêyê xwe ne! Ew rêna dûr jî bikişînin û kurt jî bikişînin, hemî diçin cem Xwedêyê xwe!..

Baweriya Alewiyan ya li ser Adem û Havva heyî, li gor dîtina olên yek Xwedêyî wek wan tê şopandin. Bes ferqa di navbeynê de heyî ya li se nîv miletî ye. Gelo ma nîv milet bi kê re têye gotin? Alewî difikirin û dibêjin: „Dema erd hêsin û asûman baxir bûye li dinê tiştekî din tûne bûye! Wê demê Xwedê Hazretî Adem hulq kirye. Paşê jî, ji parsûya wî Havva afirandiye. Li gor çar kitab û çar peyamberên mezin Adem û Havva bi hev û du re zewicîne. Destpêkê de navbeyna wan baş bûye. Lê dem diborin şunda Havva qasî berê ji Adem heznake. Li ser vê dilsariyê Xwedê bi navê Naciye jinek din şandîye cem wan. Di cara pêşî de Havva û Naciye hevdu dinasin. Havva naxwaze ku Adem bi Naciyê re bizewice. Adem û Havva dikevin nav pêşbirikek nefis paqijiyê. Her du jî nefsa xwe cuda cuda dikin hundirê du kûpan (kûze). Di roja 39 an de Havva devê kûpê xwe vedike, di hûndirê wê de jindarên piçûk yên eceb hene!

Di roja çilî de devê kûpê Adem peyamber vedikin ku di hundirê kûp de zarokek wek nûra Xwedê heye û dijît. Wê demê Havva bi hersan lingê xwe li kûpê Adem peyamber diêxe û kûp verdigere erdê. Bi xişbûna kûp ew zarokê bi navê Şit (Şet) seqet dimîne. Ji ber ku Şit hem seqet wek nîv mirov û hem jî bes ji Adem tenê çêbûyî bû. Şit paşê bi Naciyê ve dizewice. Li ser vê bûyerê Alêwî ji umeta Şit ya bi navê “Gurufu Naciyê”, an “ji neslê Naciyê” têye, ew têne nasîn û xwe wusa dinasin. Ji çavkaniya ew afirandina neslê mirov, gelek Alewî jê bawer dikin.

Di baweriya Alewîtiyê de, li ser rûyî erde wek li jor hatî diyarkurin 72,5 milet dijîn. Hemî wek hev in, yek ji yê din ne mezintir û ne jî nizmtir e. Hebûn û wekheviya mirov li ser her tiştî re ye. Dema mirov li cîhanê ne bûya, her tişt wê demê bê wate dima. Di nav Alewiyan de gotina „Haq (Xwedê), Mihamed, Alî“ gelek pîroz e. Lê hincaran dema behsa „Alî“ têne bêye kirin, ew ji ser her hebûnê re pîroz têye dîtin. Ji ber vê hin Alewî ji Alî re „Ehl-î Heq, Aliyullilah“ jî dibêjin. Di ola Dursiyan de jî wek Alewiyan, Xwedê di rih û canê hin mirovan de dikane xwe bîne ser rûyî erdê. Mînak di ola Dursiyan de, Dewleta Fatimî ya li Misirê avabûyî (909-934) ciyekî fireh digire. Xelîfeyê Fatimiyan Hakîm Emrullah (El Hakim bi Emrullah el Mansur bin el Aziz billah) di sala 1017 an de, ew xwe wek „Xwedê“ îlan dike. Ji bo vê ye, ku hin Dursî jî, wê salê destpêka salnameya Dursiyan dipejêrin (qebul dikin).

Cihgirê Hakîm Emrullah, wezîrê wî Hamza (Hamza bin Ali bin Ahmed) li ser binyata Xwedêtiya Hakîm, ew xwe îmam dibîne û di vê derbarê de jî du rîsaleyan dinivîsîne. Di van rîsaleyan de hebûna Xwedê, di hatina rihê heft îmaman de, wek mirovan çawa jiyan daye, wê rave dike (îzah kirin) û ji wana Hakîm, îmamê dawî, yê ku hebûna Xwedê di keseyatiya xwe de diparêze dibîne û îdîa dike. Ew îdîaya Hamza bi vê jî namîne. Ew Hakîm wek Xwedê û xwe jî wek peyamberê wî îlan dike. Hamza, ji bo ku ew baweriya olî bête belav kirin, ew kesekî bi navê Anuştegîn ed-Derezî dişîne Sûriyê.

Di sala 1020 an de li Misirê di mizgeftekê de, Hamza baweriya xwe ya olî îlan dike. Li dijî Hamza serhildan û raperîn çêdibin. Destpêkê de Hamza û paşê jî, 23 ê Sibatê sala 1021 an Hakîm bi wendabûnên nevekirî ji ortê radibin. Hevalbendên wan jî, Misirê terk dikin û diçin Sûriyê tevî civatên Anuştegîn el-Derezî dibin. Hêza wan herkî diçe li wir bi qiwet dibe. Dema şerê xaçiyan bûyî, Dursî hêza xwe bi ya Îsmaîliyan ve dikin yek. Ew yeketiya xurt di şerê xaçiyan û Osmaniyan de li gel leşkerên xaçiyan û li dijî Osmaniyan ciyê xwe digirin. Ji şerê xaçiyan şunda Dursiyên li wê navçeyê dijîn, ew di bin navê „Kaysî“ û Yemanî“ de jiyana xwe li wê navçeyê berdewam dikin. Şerên di dema Yavuz Siltan Selîm de li dijî Memlûkan bi navê Mercîdabik û Ridaniyê (1516-1517)) bûyî de Yemanî li gel Yavuz û li dijî siltanê Memlûkan yê bi navê Kansu Gavrî şer dikin.

Bi gelemperî di dîroka Anatolyê û ya rojhilata navîn de de, Alewiyan jî wek Dursiyan li dijî Osmaniyan her dem ji ber sedemên ol û baweriya xwe, wan serê xwe rakirine û her dem berxwedayîne.

Di şerê Çaldiranê de her çiqas Kurdên ji mezhebên sunnî alikariya Yavuz Siltan Selîm kirî bin jî, Kurdên Alewî alîkariya Şah Îsmaîlê Sefavî kirine. Dema şerê bûyî ciyê Ordiya Yavuz lê rawestî li ser kaniya Yavuz daye çêkirin, ji bo Kurdan, di wir de dema behsa Kurdan dike, bes ji bo Kurdên Alewî dixwaze wusa bibêje. Ji ber ku wê demê Îdrîsê Bedlîsî û şeyhûlîslamê bi eslê xwe Kurd bi navê Suud Efendî di xizmeta Yavuz da alîkariya herî mezin kirine! Gotinên Yavur di derheqê Kurdên Alewî de bi zimanê Tirkî gotin wusa ne: „Kürde fırsat verme ya rab, dehre sultan olmasın! Ayağını çarık sıksın, asla iflah olmasın! Vur sopayı al ekmeği, karnı bile doymasın! Ol çeşmeden gavur içsin, Kürde nasip olmasın!.. Gotin bi wergera zimanê Kurdî wusa ye: Ya Rab, firsendê me de Kurdan, Ew ti caran nebin siltanê cîhan! Bila çarix lingan bigifiş, îflah nebin, Bi ço lêxe, nan ji dest bigir, têr nebin! Bila ji vê kaniyê gawir avê vexwin, Lê ti caran ji Kurdan re nebe nesîb!.. ‐Ji gotinên Yavuz Siltan Selîm“ Tebax, 1514

Li gor baweriya Alewîtiyê Hz. Alî tenê dikanî bibûya xelîfeyê Hz. Mihamed. Ji ber nekokiyên di navbeynê Ehl-î Beyt û Muawiyê de heyî û bê agahiya Hz. Alî, Ebubekîr xelîfeyê Îslaman yekemîn hatiye hilbijartin. Duv re Osman û xelîfe Omar hatine hilbijartin. Alewî xelîfetiya wan her sê yan qebul nakin. Bes Hz. Alî tenê xelîfe dipejêrin. Dema Hz. Alî têye kuştin, Alewî her kî diçin ji Emawiyan dûr dikevin. Dijberiya di navbeynê Alewî û sunnîtiyê de heyî heya roja îro hebûna xwe diparêze! Li Tirkiyê bi fermî ciyê „Cemxane“yan ne serbest e! Di aliyê din de zarokên Alewiyan di dibistanan de mecburî ferî mezheba sunnîtiyê dikin. Yên nekevin bin bandora sunnîtiyê rastî çetînahiyan tên. Dema Alewî xwendinê xelas dikin jî, heke bên zanîn di nav dewlet Tirkiyê de karên girîng nadin kesên Alewî...

DI RÊYA HEQ-MIHAMED-ALÎ DE

Gengeşiya sedsalan vir de ya di nav Alewî û sunniyan de heyî, ew îro jî heye. Piraniya Alewiyan xwe miselman û Îslam dipejêrin. Ji ber ku Haq (Xwedê), Mihamed û Alî ji xwe re rêber dibînin. Lê mercên sunnîtiye heyî wek sunniyan qet bi kar nînin. Berpirsiyarên ola Îslam yên bi mezhebê sunnî jî, ew pir caran ji Alewiyan re dibêjin: „Heke hun Îslam in, mercên Îslamtiyê pêk bînin. Werin di camiyan de nimêj bikin û sîh roj jî di meha remezanê de rojiya xwe bigirin!“ Ji bo ku mercên Îslamtiyê yên girîng ew in. Lê Civata Alewiyan ew mercên mezheba sunnî qet yekî jî bi cih nîn in. Alewî li ciyê nimêje ayîna cemê dikin. Di aliyê din de sîh roj, rojiyê nagirin û di meha Muharemê de 12 rojan rojî, an jî matema Ehl-î Beyt dikin.

Bîst û çar saedan carekê nan dixwin. Di rojiya xwe piraniya Alewiyan avê venaxwin, goşt naxwin. Di navbeynê ew 12 rojan de piraniya mirovên pir bi bawer bi nefsa xwe re dikevin nav îmtanekê. Alewîtiyê de ciyê didin însan pir pîroz e. Ji ber vê yekê têye gotin: „Kabeya „Beytullah“ min însan e!“ Ji ber ku li cîhanê însan nebe, her tişt bê wate ye!.. Wusa xuyayê ku di bin baweriya Alewîtiyê de mirov xwe pir azad dibîne. Mirov ne kul (evd) e, mirov aza û serbest e. Mirov di rêya zanist de dikane her tiştî û her baweriyê bifikir û bişopîn!..

Pir sofiyên mezhebên sunnî ji bo Alewiyan dibêjin: „Ew bê bawer û bê ol in! Wexta bixwazin bibin miselman, pêwîst e, ku pêşiyê de bibin hiristiyan û ji hiristiyanîyê jî vegerin bibin miselman! Li dijî ew nirxandina bê însaf, Alewî jî mezhebên sunnî nêzîkî nirxandina wan, dinirxînin. Ew jî navbeynê ew mezhebên Îslamê bêtir xirab dike. Ya rast ew e, ku hemî yek Xwedê dinasin û baweriya xwe ji her çar kitabên pîroz re tînin. Bi kurtahî mezhebên ola Îslamê yek ji ya din nê çêtir e û ne jî xirabtir e! Hemî wek hev in. Ya navbeynê wan xirab dike siyaset, menfat, para û pul e!..

Di nefsa însanê kamil de:

Wek têye dîtin bawerî û ola Alewiyan ewqas jî ne hêsan e! Alewiyên bi baweriyek rasteqîn jiyana xwe berdewam dikin, ew xwe nêzîkî Xwedê dibînin û destên xwe ji her qirêjiyê dikişînin û dixwazin bibin însanê kamil. Baweriya Alewîtî û Bektaşiyê nêzîkî hev in. Hin caran jî, ew bawerî tevî hev û du dibin. Ji çar kitabên pîroz bawerkirin û ji 12 îman re baweriya xwe bi wan anîn, ew bingeha Alewîtiya Qizilbaşên li Anotoliyê pêk tîne. Alewî çiqas ji Hz. Mihamed hez bikin, ewqas jî, ji Hz. Dawîd, Hz. Musa û ji Hz. Îsa jî hez dikin.

Navê wana didin zarokên xwe. Li gor baweriya Alewiyan ti kes ne „gawir, kesê bê ol, bê îman) in. Kesê ji Xwedêyê xwe bawer dike, ew însan e. Wê demê însan jî, ji ber ku ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin, ew jindarên pîroz in. Mirov kuştin di ola Alewîtiyê de nîn e û guneh ye. Pir baweriyên bi navê Alewîtiyê tên nasîn jî wek şiîyan hene, ku ew diçin mizgeftê (cam’Î) û nimêj jî dikin. Lê Alewiyên li Dêrsim, Erzincan, Erzorum, Sêwas, Gurgum (Meraş), Koçgîrî, Meletî û Xapêtê qet naçin mizgeftan û li ciyê sîh rojî, rojiyê 12 rojan bi navê netê yas-i muharrem digirin. Di nav Alewiyên Qizilbaş de bes navê xelîfe Îmam Alî li zarokan dikin û navê xelîfêyên dîn di nav xwe de bi kar nîn in!..

12 ÎMAM

Di ol û baweriya Alewîtiyê de Hz. Mihamed û zavayê wî Hz. Alî, ew di merheleya herî bilind de ne. Di baweriya Alewtiya kevn de, dema hîn dinê çênebûyî bû, Alî û Mihamed hebûne. Hin caran jî di nav Alewiyan de bi devkî têye gotin ku:“Mihamed roj e, Alî jî hîv e!“ Ebutalib, apê Hz. Mihamed û bavê Hz. Alî ye. Mihamed û Alî di tarîqeta xwe de misahîbên hev in. Hz. Alî bi qîza Hz. Mihamed bi Fadîmê re zewicî şunda bi navê Hasan û Husêyîn du lawên xwe jê çêdibin. Di qetlîama Kerbela de ordiya Yezîd, hemî Ehl-î Beyt dikujin û serê Hz. Husêyîn jî, jê dikin û dişînin bajarê Şamê. Di nav cariyeyên girtî de bes lavê Hz. Husêyîn Zeynel Abdîn di heft saliya xwe de, bi pordirêjiya xwe wek qîzekê ji qirkirinê xelas dibe û ew paşê dibe bavê îmamên din.

Duwazdeh îmam ew in: 1. Îmam Alî 2. Îmam Hasan 3. Îmam Husêyîn 4. Îmam Zeynel Abîdîn 5. Îmam Muhammed Bakir 6. Îmam Cafer Sadik 7. Îmam Musa Kazim 8. Îmam Alî Riza 9. Îmam Muhammed Takî 10. Îmam Alî Nakî 11. Îmam Hasan Askerî 12. Îmam Mehdî

ÎMAMÊ DUWAZDEMÎN HZ. MEHDÎ KÎ YE?

Li gor baweriya Ehl-i Beytan navê Resulullah Sallâ’llâhu aleyhi û alih Hz. Mehdi, ji neslê Hz. Ali û Hz. Fatîma ye. Ji newiyên Hz. Husêyîn lawê Hz. Alî Zeynûl Abîdîn, lawê Hz. Muhammed Bakir, lawê Hz. Cafer Sadik, lawê Hz. Musa Kazim, lawê Hz. Alî Riza, lawê Hz. Mihammed Takî, lawê Hz. Alî Nakî û lawê Hz. Hasan Askerî ye. Bi gotinek din yanê ji neslê Hz. Resulullah sallâ’llâhu aleyhi û alîh yê dehemîn, ji neslê Hz. Ali û ji Hz. Fatîmayê û ji neslê Hz. Husêyîn aleyhi’s-selâm newiyê wî yê nehemîn e. Li gor baweriya Alewiyan Mehdî nemirye. Dema Ehlî Beyt bikeve xeterê ewê bêye alîkariya wan û wana ji tehlûkeyê azad bike!..

Bes Alewî tenê ji bo Hz. Mehdî wusa nafikirin. Hem Şiî û hem jî mezhebên Sunnîtiyê hemî wek Alewiyan li ser Hz. Mehdî nêzîkî hev û du difikirin û baweriya xwe bi wê tînin. Li gor oldarên mezhebên îslam têye gotin: „Dahatina Hz. Îsa û xuyabûna Hz. Mehdî di îtîkata ehl-î Sûnnetiyê de ne mimkun e, ku bêyê înkar kirin!“ dibêjin. Peyamber Hz. Mihamed ji miselmanan re dibêje û mîzgîniya Hz. Mehdî wusa dide: „Di wexta dawî de, dinyaya di nav zilim de mayî, Hz. Mehdî yê wê demê derkev meydanê. Ewê aşîtî û xoşevîstiyê dîsa li dinê bi cih bîne!“ dibêje. Peyamber gotina xwe wusa berdewam dike: „Ji emrê dinê bes rojek tenê jî bimîne, Xwedê yê ji Ehl-î Beytê min mirovekî bişîne dinê. Ewê dinyayê wek destpêkê dîsa bi dade ( bi adaletê) dagire û tijî bike.

Ji baweriya ehl-î sûnnet mezhebên Hanefi, Hanbeli, Şafi ve Maliki jî diyar dikin ku Hz. Îsa yê ji asûman dakeve ser erdê. Ewê Hz. Mehdî ji bo pêşberiya civatê îmam tayîn bike!“ dibêjin. Di dîrokê de li ser Alewiyan gelek qirkirin, zilm û teda bûyîne. Heya ew salên dawî ola alewîtî jî baş nadihat naskirin. Ji ber ku Alewiyan ola xwe, bi cem û ayînên xwe yên pîroz di nav xwe de pêk tanîn. Ti kesî begana di nav xwe de nadixwestin ewna ayîna wan ya olî seyr û guhdar bikin. Ji xeynî vê li ciyê cem dibe, kesek li ber derî û kesek jî li ser banîya xanî radiwestin û nobedariyê dikin ku dixwazin xwe ji pêyayên dewletê biparêzin. Ji ber ew sedemên nependî ji aliyê sunniyên miselman ve, li ser Alewiyan gotin û heqeretên qirêj ne di ciyê xwe de hatine kirin. Hin kesên ew gotinên xwe yên qirêj yên di derheqê Alewiyan de dibêjin, wana îro jî dubare dikin. Ya rast ew e, ku Alewî di nav xwe de û di nav ayîna cemê de kesên mirovkuj, diz û kesên jinên zewicî revandin û yên xwedanên karên gemar û pîs in, wana daxîlî cemên xwe nakin. Yên çav berdidin namusa xelkê û yên di nav dek û dolavan de dijîn di ayînên cemê de ew rastî cezayên mezin tên. Heya salên dawî bi sucên piçûk, Alewî nadiçûn pêş dadgehê. Di nav xwe de pirsgirêkên civakî çareser dikirin. Alewî bi îlmê zanîn, marîfet û heqîqatê bawer in. Ji ber ew baweriya xwe ya ol û ramanên zanistî, Alewîtî di nav baweriyek gerdûnî de ciyê xwe digire. Ji ber ew sedemên ol û civakî, di nav civatên Alewî de baweriyên sosyal û pêşverû zû bilav dibin û ciyê xwe digirin. Ji ber ew sedeman, rêberiyên dewletên olperest û kevneperest, ewna ol û baweriya Alewîtiyê ji xwe re tehluke dibînin. Ji Şeyh Bedretîn bigir, Pîr Sultan Abdal, Koçgîrî, Dersim û heya şewata 33 kesan li Sêwasê zilm û zordariya zordestan li ser Alewiyan her berdewam dike. Îro jî ew rewşa xirab li ser Alewiyên li Anatolyê dijîn dîsa her berdewam e. Qedexekirina cemxanan û di dibistanan de dersên Alewîtiyê ji bo zarokên Alewiyan dayîn hîn jî li Tirkiyê berdewam dike...

DI NAV HEZARAN ŞEHÎDÊN ALEWIYAN DE YÊN NEMIR Û YÊN TÊN BÎRANÎN JI WAN ÇENDEK EW IN:

AYÎNA CEMÊ ÇAWA YE Û ÇI WEXT CEM DESTPÊDIKE?

Ayînî cem, kombûn û îbadetek gelerî ye. Jin û mêr, hemî xort û zarok tevî cemê dibin. Di ciyê cemê de hemî mirov wek hev in û wek xwîşk û bra ne. Dema cem dibe, yên qurbanên xwe hebin, qurbanan ji bo xwarinê amade dikin. Yên qurbanên wan tune, ew jî, tevî xwarinê dibin, bi xwe re li gor rewşa loqman tînin û tevî nav kombûyîna sifreyê cemê dibin. Cem qasî du saed domdike. Di dawiyê cemê de loqmeyên xwarinê wek hev tên parvakirin û belav kirin.

Heya dede pirs dike:“Hun hemî ji heqê xwe razîne?“ dipirse. Ji wê şunda xwarina loqman destûr têye dayîn. Cemên Alewiyan, „dede“ an jî û dede û pîr bi hev re û cemên Bektaşiyan jî oldarên (dîndar) bi navê „baba“ wê bi rêva dibin. Dede ji eslên ehl-î beyt tên, eslê xwe wusa dizanin. Her Alewî nikane bibe dede. Di baweriya Bektaşiyê de „baba“ di dergehan de bi xwendin û bi zanîna xwe digîhîjin mertebeya herî bilind „pîr“îtiyê.

HACI BEKTAŞ VELî

Haci Bektaş Velî, di sedsala 13 an de jiya ye. Ew bi mitesavufiya xwe û ramangeriya xwe heya roja îro têye nasîn. Wî serokatiya Tirkmenên hatin navçeya Anatoliyê kirye. Tirkmenên bi baweriya wî ya olî ve hatin girêdayîn re „Bektaşî“ têye gotin. Li ser jiyana wî hindik tişt têne zanîn. Baweriya Pîr Hûnkar Haci Bektaş Velî di sedsala 15 an de ji aliyê Balim Siltan ve ji nû ve hatiye şêwandin û bi navê „Bektaşîtî“ hatiye belav kirin.

Balim Siltan di sazbûyîna Tarîqeta Bektaşiyê de pêşeng têye nasîn. ew di sala 1457 an de li Dîmetokê hatiye dinê û di sala 1517 an de jî çûye ser heqê xwe. Ew nêwiyê qîza Pîr Hûnkar Haci Bektaş Velî ya manewî bi navê Fatma Nuriye Xatun (Kadıncık Ana - Kutlu Melek) û lawê Mûrsel Baba ye.

Bektaşîtî bi rêya Balim Siltan hatiye belavkirin. Heya dema balim Siltan di navbeynê de pir sal derbas bûnê û li ser jiyana Pîr Hûnkar Haci Bektaş Velî gelek efsane hatine belav kirin. Têye gotin ku ew ji Horasanê hatiye Anatolyê li navçeya Kirşehîrê li ciyê Sulucakarahoyûkê cihwar bûye. Îro ew nava bi navê „Hacibektaş“ têye bi nav kirin. Dema li Horasanê bûye, ji Ahmed Yesevî zanîna xwe temam kirye. Têye gotin ku nîzama Dewleta Osmanî ya leşkeri bi navê „yenîçerî“ li ser baweri û xizmeta wî ya manewî hatiye avakirin. Ji ber vê yekê Bektaşîtî bi rêya yenîçeriyan heya Bulgaristan, Yewnanistan, Makedonya, Bosna, Macaristan, Romanya û Albanyê (Arnavut) hatiye belav kirin. Tesîra Bektaşîtiyê di aliyê din de li ser Alewiyên Qizilbaş jî gelek bûye. Ji ber ku ayînên Bektaşîtiyê bi zimanê Tirkî têne amade kirin. Dema ayîn bi zimanê Tirkî dibin, zimanê Alewiyên Qizilbaş her kî diçe paş de maye. Îro piraniya ceman bi zimanê Tirkî têne rêva birin.

Hacı Bektaş Velî mûrşîdê Taptuk Emre, Taptuk Emre jî mûrşîdê Yunus Emre ye. Yunus Emre di sala 1320 an de çûye ser heqiya xwe. Li gor vê mirov dikane bêje ku li pêş mirina Yunus Emre, Pîr Hûnkar Haci Bektaş Velî ber bi heqê xwe meşiye!.. Rê û rêzikên Bektaşîtiyê di berhema wî ya bi navê „ Velâyetnâmeya Haci Bektaş Velî (Firdevsî) 1 û 2. an de hatine komkirin.

Ji bo cemê dema kesên bi bawer bi navê canan kom dibin, oldarê bi navê dede, pîr û an jî baba, bangî civata cemê dike û dibêje: „Ey bawermendino! Hîn dest bi cemê û 12 xizmetan nebûye. Di nav we de, ma kesên ji hev û du xeyîdîn û sûhat hene? Deynê hun bigirin û bistînin, an jî bidin, ma kesên bi dawa û dozên xwe heyî di nav we de hene? Ma herkes ji hev û du razî ne?“ dipirse...

Li pêş cemê kesên ji hev ne razî li hev tên. Aşîtiyek oldarî pêk tê. Heke hemî ji hev razî bin, bi yek dengî "Allah eyvallah" dibêjin. Yên ji hev du xeyîdîn hebin, li ciyê lê danişîn (rûniştî) radibin û diçin pêş dîwanê, li erdê niyaz dibin û radibin ser pêyan. Çi gilî û gazincên xwe hebin dibêjin. Kesên berpirsiyarên gilî û gazincan jî tên pêşiya dîwanê. Hemî can dibin edeb û erkan! Kesên ji hev ne razî tek û tek tên guhdar kirin. Dede bi yên beşberî diwanê ve qise dike û sûcê kê heye, ew diyar bû şunda, li hev hatin çêdibe û hekes ji heqê xwe razî dibe. Zirar û ziyan li xwediyan têye parve kirin. Di her alî de di ayîna cemê de pirsgirekên civakî çareser dibin. Aşîtiyek baş pêk hat şunda dest bi seremoniya olî dibe û dede dibêje: „ Allah Allah, Heq we ji li ciyê hun lê rawestîn û dîdara hûn dibînin mehrum neke û ji fehmkirin û guhdarkirinê nesîb bide we. We ji tirsên hun difikirin dûr biêxe, ji hêvî kirina hun difikirin mirazê we pêk bîne. Xwedê yekîtî û hevkariya we her biparêze û hun her serkevin. Xwedê kêmasiyên we temam bike. Ji rastiyê re hû, Allah Eyvalla!.. Paşê yên hatin pêş dîwanê diçin ciyê xwe.

Dede carek din gazî cimatê dike û dibêje: „Ey bawermendino (eren)! Ma hun hemî ji hev razî ne? Ew erêdaniyê (rizatiyê) dixwaze. Heke ew canên di cemê de bibêjin: „Allah Eyvalla, em razîne!“ Dede vedigere cimatê: „Bila Xwedê jî, ji we hemiyan razî be! Xwedanên xizmetê bila karê xwe yê di cemê de bimeşînin!“ dibêje.

Rêberê cemê tevî çavdarî cemê tên pêş dîwanê Haq. Piştî ku ew nazê xwe dikin, rêber dibêje: „Arîfî arîfan, çavdarî me dixwaze ku bi çavdariyê Haq ji hemî xwîşk û brayên cemê re çavdar be. Li dîwanê mezinan bi destûrê pîran, ew dixwaze ku xwedanê nesîb û par be. Ji çavdariyê Haq, ji xizmetî re destûr, destûr!“ dibêje.

Pîr an jî dede destûrê dide û dibêje: „Bi çavên Haq, dengê dilî pak were zimên!“ Çavdarê cemê bi gulbangê cemê dest bi axaftina xwe dike û dibêje: “Ji bo pejirandina duwazdeh xizmet amadekaran, em hemî bi hevra ji dil û can bêjin, Allah Allah!..“ Rêvaberê cemê dede an jî pîr bi vê gulbangê dest bi cemê dike û dibêje: „Bîsmî Şah, Allah Allah! Ji bo kesên sêyem, pêncem, heftem û ji bo xurmeta çilan, 12 Îmam, 14 masumpak, 17 kemerbest û ji bo hurmet û bîranîna cangoriyên Kerbelayê! Ji bo kesên bawermend, ji bo ewliyan, ji bo evîndaran û sadiqan, hurmet ji bo wan hemiyan! Heq daxwazên me û mirazên di dilê me de heyî bi cih bîne! Bila ew kêmasiyên me temam bike û bila li dîwana Hazretî Pîr qeyît bike!

Nur û Nebî Keremî Alî, Pîrê me Hecî Bektajî Welî! Ziman ji me, nefes bila ji Şahî şêhîdî Kerbela be! Ji rastiyê re hû!..

Li ser ve gulbengê yên xizmet bikin li meydanê xwar dibin, niyaz dikin û derbasî ciyên xwe dibin...

Xwedanê xizmetê yekemîn temsîlî bi navê „Seyyîd Farraş“ (gêzikvan) têye meydanê. Dibêje: „Allah, Mihamed ya Alî“ û li darê radiweste! Gêzikê (sizik) dide bin milê xwe yê çepê û bi „hû“ dest bi ev duaya xwe dike: „Hamdûlîllah, Pîrê me Hz. Bektaş e. Rêberê me jî, ji eslê Alî-Mihamed, Seyyîdî Farraş e. Bercemalî Mihammed Kemalî Îmam Hasan Şah Husêyînê Bûlend re salavat! Allahûmme sallî ala seyyîdîne Mihamemmedîn û ala Alî Mihammed “ dibêjin.

Di dîwana Heq de li gor dor û karê cemê tarîqatçî, dawetçî, sakî, zakîr, îbrîktar, çiraxvan,sifrevan, meydanvan, pervane û dergevan xizmetên xwe bi gulbeng û bi duayên xwe karên xwe rê ve dibin.

DI CEMÊ DE 12 XIZMET Ji BO KÊ BEYAN DIBIN

1. Mûrşîd (Dede) bi xizmetê xwe Hz. Mihammed, Hz. Alî û Haci Bektaş-i Velî temsîl dike. Ew serokatiyê erkanê cemê dike. Îkrar digire, nesîb dide. Karên xwe yên din mûsahîbî, nîkah, sûnnet û navên zarokan lê dike. 2- Rêhber bi wezîfeya xwe Hz.Alî û Îmam Husêyî temsîl dike. Ew yên nû dikevin rêya tarîqetê amade dike û rê nîşanî wan dide. Alîkarê mûrşîd yê herî nêzîk e. 3- Dîdevan bi wezîfeya xwe Ebuzer Gaffarî (1*) temsîl dike, alîkarê rêhber e. Bê dengî û rêk û pêk çûyîna cemê dimeşîne. Ew nobedarê cemê ye. 4- Çiraxvan (yê delîlê vêdiêxe) bi wezîfeya xwe Cabîrû’l Ensarî (2*) temsîl dike. Çira û şemdanên cemê amade dike, vêdiêxe û ciyê cemê ronî dike. 5- Zakîr (dengbêj) bi wezîfeya xwe Bîlalê Habeşî (3*) temsîl dike. Ew di cemê de tewhîd, duwazdeh îmam, mersiyê, semah û newroziyê bi awaza xwe ya xweş dibêje. 6- Gêzikvan (Ferraş) bi wezîfeya xwe Selman-i Pîrî Pak (4*) temsîl dike. Destpêkê cemê heya dawiya cemê bi paqijiya wê re mijûl dibe. 7- Meydanvan bi wezîfeya xwe Hûzeymetû’l Ensarî (5*) temsîl dike. Ew di cemê de koma semayê amade dike û postên li erdê hatin rêxistin tanzîm dike. 8- Niyazdar bi wezîfeya xwe Mahmut’ûl Ensarî (6*) temsîl dike. Ew qurbanan bi tekbîrê serjêdike û ji bo xwarinê dide çêkirin, loqman amade dike û dide belav kirin. 9- Îbrîktar bi wezîfeya xwe Gulam Kamber Hazretan (7*) temsîl dike. Di cemê de dest şuştina Mûrşîd û yên cemê bi rê ve dibin re dibe alîkar. 10- Fergevan bi wezîfeya xwe Gûlam Keysanî (8*) temsîl dike. Ew canên hatin cemê, malên wan û deriyê ciyê cemê dipê û diparêze. 11- Peyîkvan bi wezîfeya xwe Amr-i Ayyar (9*) temsîl dike. Ew roj û dema cemê guhdarî hemî canan dike. 12- Sakavan ew bi wezîfeya xwe Îmam-ûl Husêyîn Şahê Şehîdan (10*) temsîl dike. Di xaniyê cem lê dibe de şerbetê, şîr û vexwarinê dide belavkirin û kesên belav dike re dibe alîkar. Duwazdeh xizmet cara yekemîn di civîna „Kombûna Çilan“ (11*) de hatîye çêkirin. Di wê cemê de, di duwezdeh xizmetên bûyîn de sahabeyên mezin cihê xwe girtine.

DI ALEWÎTIYÊ DE SEMA TÊ YE ÇI WATEYÊ?..

Di rêya Alewî û Bektaşiyê de sema, baweriya semayê ji komcivîna çilan vir de destpêkirye. Dema cem pêk bê, sema ji 12 xizmetan yek e. Ew bi alîkariya saz û soz ji komek semazenên ji jin û mêran çêbûyî pêk tê. Ji ber vê sedemê bawermendên mezhebên ola Îslam, sema wek îbadetek li dijî ol û ew „guneh“ pejirandine. Di baweriya Alewî û Bektaşiyê de muzîka olî û sema, ew ji xwe bingeha doktrîn, bawerî û îbadetê ye. Sema di ayîna Cemê de evînek îlahî ye.

Li hin ciyan navê semayan, Semaya Çilan, Semaya Turneyan, Semaya Dilan, Semaya Kirat, Semaya Xubyar têne bi nav kirin. Di aliyê dîn de li hin ciyan Semaya Muhammed‐Alî, Semaya Abdalan, Semaya Alî‐Yar, Semaya Hacî Bektaş jî têye gerandin. Kesên rabûyîn semayê wek gerstêrk (rojger, gezegen) di navbeyna çemberêkê de pey hev û du çerx dibin.

Wexta dawî li semayê tê, yê cemê bi rêva dibe „dede“ an jî „pîr“ wusa duwaya xwe dide: „Bîsmîşah, sema saf bibe, guneh ef bibe, Haq (Xwedê) mirazê we bîne cih, ji hebûna me re, ji yekîtî û yekbûna me re merhaba! Hemî yên rabûyîn semayê bi hev re bersiv didin û dibêjin: ‐Merhaba. Dede an jî pîr duwaya xwe berdewam dike û dibêje: „ Bîsmîşah, sema saf, guneh efû bibin. Bila semaya we bibe semaya çilan (qirkleran). Canên xizmet dibînin, xizmetê wan qebul, mirazê wan hasil bibe! Bila ziman ji me, nefes jî, ji Hz. Hûnkar be û ji dema rastiyê re hû!..

DI ALEWÎTIYÊ DE WATEYA MUSAHÎBÎ JI KU TÊ YE?.

MUSAHÎBÎ (bratiya axîretê) bratiya rêya Alewîtiyê ye. Di baweriya Alewîtiyê de mêr û jinên cewicî ji xwe red îsa ji malbetek mêr û jin, ji xwe re bratiyek olî digirin. Ew bratiya tê wateya bratiya axîretê. Ew bratiya ji bratiya ji dê û bavek hatin hîn jî zêdetir û girantir e. Bingeha musahîbîtiyê hebûna xwe ji piştgirî, levpariyê (parvakirin) digire. Musahîbî baweriya Alewîtiyê ya heri girîng e. Bingeh û destpêkirina musahîbiyê ji Hz. Muhammed têye. Di sala hîcretê yekemîn de, ji bo jimara miselmanan zêde bibe wî ew rêya damezrandiye. Ew buyer Qur’anê de, di „sureya enfal, ayeta 72-73“ an de hatiye nivîsîn. Di baweriya Alewîtiyê de Hz. Alî xoceyê tarîqatê ye. Hz. Alî, ew hem musahîbê Hz. Muhammed e û hem jî îqrara wî ye. Hz. Alî ewliyayê hatemîl yê Xwedeyê mîhrîban e!.. Di nav Alewiyan de ji xeynî pîroziya musahîbiyê „kirîvtî“ jî maqamek hêja û pîroz e. Dema zarok hatin sunetkirin, kirîv sunetê dide kirin. Ji sunetê pêda kirîv di nav kulfetên malê de têye pejirandin û ciyê wî ji aliyê mala zarok ve gelek hêja ye. Di nav her du aliyên bûyîn kirîvî hev û du de zewac, qîz dayîn û standin nabe. Di nav Alewiyan de suneta qîzan ya di nav mezhebên sunnî de têye goftûgo kirin, ew hem guneh ye û hem jî qedexe ye. Di nav Alewiyan de pirjinîtî (poligemî) nîn e. Ciyên jinan di nav civatê de qasî wekheviya mêran e. Qedr û qîmeta jinan hin caran ji ya mêran zêdetir e. Dema hin doz û dawayên mêr di nav xwe de halnekin, heke jin ketin navbeynê ew dawiya çareser dibe. Qîz dergistî bûn pê de, ti kesî beyanî re hevaltî nakin. Dema mêrek, jinek zewicî birevîne, hêdî ciyê wan di nav civat û cemê de nabe. Ji aliyê namûsê ve, çavberdayîna namusa xelkê hem qedexe ye û hem jî mirovên wusa di nav civatê de bê qedr û qîmet in!.. Hin civatên mezhebên sunnî di derheqê Alewiyan de gelek gotinên erzan û ne di ciyê xwe de dikin! Ewna bi ew gotinên xwe yên ne qenc, civata Alewiyan ji xwe sar dikin... Di nav her civatan de mînakên ne baß hene. Ya rast ew e, ku civatên xwe nêzîkî Xwedê dibînin, ewna bêtir di nav edeb û terbiyê de xwe perwerde dikin. Di nav civatekê de çiqas hindik xirabî bibe, ew civata ewqas baßtirîn di nav xwe de aßitiyê pêk tîne û bextewar dijît!..

BINYATA ALEWÎTIYÊ ÇAR DERÎ Û ÇIL MAQAM E !..

Di ol û baweriya Alewîtiyê de „çar derî-çil maqam“ bûye bingeha hêmana (rêgez) yekemîn. Gotina rêya „însanê kamîl“ yanê mirovê kamil, ew bingeha ji aliyê Hûnkar Haci Bektaşi Velî (1209-1271) ve hatiye danîn. Rêya „însanê kamil“ di yek carê de ne mimkun e. Ew bi merhalê, merhale pêk tê. Hûnkar Haci Bektaşi Velî rêya gîhîştina „însanê kamil“ bi kurtahî wusa damezrandiye:“Li gorî Xwedê mirov „evdê Xwedê“ di çil maqamî de digîhîje Xwedê û bi Xwedê re dibe dost! Ew maqamna mirov di nav şerîatê de, di nav tarîqat û marîfetê de heya haqîqatê dibe... Mirovê/mirova asayî (normal) di van çar derî û pêva girêdayîya wan di çil maqamî re derbas dibe , rih û keseyatiya xwe ya gîhîştî û paqij amade dike. Ew wê demê dibe „însanê kamîl“. Ew jî, digîhîje sirra îlahî!.. Maqamên şerîatê di baweriya Alewîtiyê de ew in: Îmana xwe pêanîn. 2. Zanîn „îlm“ hînbûyîn. 3. Îbadet kirin. 4. Xwe ji haramiyê dûrxistin. 5. Ji malbeta xwe re kêrdar (feydemend) bûn. 6. Dorbera xwe re zerar nedayîn. 7. Emrên peyamber pêkanîn. 8. Bi şefqet (rehmdar) bûn. 9. Paqij (temiz) bûn. 10. Xwe ji karên bêkêr (bê feyde) dûrxistin. Maqamên tarîqatê di baweriya Alewîtiyê de ew in: 1. Töwbe kirin. 2. Pendên (nesîhet) rêber (mûrşîd) pêk anîn. 3. Serçavên xwe paqij girtin û libasên paqij li xwe kirin. 4. Di rêya qenciyê de têkoşîn kirin. 5. Ji xizmetkirinê hezkirin. 6. Ji bêheqiyê tirsîn. 7. Nekeve nav bêhêviyê. 8. Fêre (îbret) girtin. 9. Nîmet belav kirin. 10. Xwe feqîr dîtin. Maqamên marîfetê di baweriya Alewîtiyê de ew in: 1. Bi edeb bûn. 2. Ji xweperestiyê, ji rik û xerezê xwe dûrxistin. 3. Perhîzkarî. 4. Sebir û qinyat. 5. Şermkirin (fedîkirin). 6. Comerdî. 7. Zanist (îlîm). 8. Xeşbînî. 9. Deruniya xwe zanîn. 10. Xwe nasîn (têgiştînî). Di meqamên marîfetê de, di hest û zanist de gîhiştina merheleya herî bilind û gîhiştina sirrên xwedayî esas e! Maqamên heqîqetê( rastiyê) di baweriya Alewîtiyê de ew in:1. Nefsbiçûk bûn (mutewazî bûn). 2. Eybên kesî nedîtin. 3. Çi qencî ji dest mirov derkeve, ew pêk anîn. 4. Xwedê her çi afirandiye jê hezkirin. 5. Hemî mirov wekû hev û du dîtin. 6. Ber bi yekîtiyê çûyîn û çûyîna yekîtiyê destek kirin. 7. Rastî neveşartin. 8. Wate zanîn. 9. Sirra xwedayî hînbûyîn. 10. Gîhiştina hebûna Xwedê. Ew jî tê wê wateyê ku, Haq dîtin, di hundirê dem û mekan de hebûna hêza xwedayî de helîn e!..

Çavkanî: 1. Ansîklopediya Britannica, Chicago, 1960 2. Buyruk, Îmam Cafer Sadik, Stenbol, 1982 3. Ansîklopediya Tarîkatan, Stenbol, 1991 4. Xuyakirina Hundirê Bektaşîtiyê, Stenbol, 1945 5. 12 Îmam û Alewîtî, Stenbol, 1991 6. Uyur Îdîk Uyardilar, Prof. Iréne Mèlîkoff, Stenbol, 2006

Têbînî: 1. Ebuzer Gaffarî alikariya Ehlî Beyt kirye. Ew di nav miselmanên pêşî de ciyê xwe digire. Te gotin ku bi serokatiya leşkerên peyamber heya Semsûrê hatiye û li Semsûrê şehîd bûye. Îro li Semsûrê (Adiyaman) bi navê „ Ebuzer Gaffarî“ serdanek jî heye. 2. Cabîrû’l Ensarî, ew di nav hevalê Hz. Mihemed yên pêşî de ye. Di wê demê de, di nav zanayên miselmanan yên mezin de ciyê xwe digire û tevî çema çilan bûye. Cabîrû’l Ensarî di cemê de berpirsiyariya çirexaniyê daye sel şanê xwe. 3. Bîlalê Habeşî, hevalê Hz. Mihemed yê ceng e. Wek ji navê wî û rengê wî têye fehmkirin, ew ji Habeşistanê ye. Bangbêjê (mûezzîn) yekemîn e. Li pêş bibe miselman dîl bûye û gelek têda û şikence kişandine! 4. Selmani Pîrî Pak, ew bi navê Selmani Farîsî jî têye nasîn. Di nav sahabeyên mezin de ciyê 5. Hûzeymetû’l Ensarî, di nav sahabeyên pêşî de ciyê xwe digire û di cema çilan de sema bi rê ve birye. Di cemê de postên li erdê hatin rêxistin tanzîm kirye. 6. Mahmut’ûl Ensarî di nav sahabeyên pêşî de ye. Wî di nav leşkerên Hz. Mihemed de ciyê keser. Gelen Lokmaları alır ve dağılımını sağlar. ... 7. Gulam Kamber di nav çil sehabeyên Hz. Alî perwerde kirî de ciyê xwe digire. 8. Gûlam Keysanî, ew di nav miselmanên pêşî de ciyê xwe digire û di „cema çilan“ karê parêzeriyê daye sel milên xwe. 9. Amri Ayyar di dema Hz. Mihemed de jiya ye. Di nav miselmanên pêşiyê de bi bawermendiya xwe têye nasîn. 10.Sakavan, Îmamûl Husêyîn Şahê Şehîdan (10) temsîl dike. Îmam Husêyîn (625-680) lawê Hz. Alî û nêwiyê Hz. Mihamed e. Ew li Kerbelayê hatiye şehîd kirin. Di xaniyê cem lê dibe de şerbetê, şîr û vexwarinê dide belavkirin û kesên belav dike re dibe alîkar. 11. Di „Kombûna Çilan“ de cema „Qirxleran“ bi gotinek dîn „Cema Çil Sahabeyan“ pêk hatiye. Kî di wê cemê de beşdar bûye baş naye zanîn. Yên di cemê de ciyê xwe girtin wek Hz. Mihemed û Hz. Alî û hevalên wan yên herî nêzîk hemî bi hev re çil kes... Bezma çilan, an jî cema çilan de li gor baweriya Alewiyan Hz. Alî ji cemê re serokatî kirye. Di maqamê çilan de ewliyatî (welîbûn, welîtî), ew erheleya herî mezin û ya nêzîkî Xwedê bûyînê ye!..


Gotinên miftehî :