1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Mîr Celadet Bedirxan bersiva Bahoz Baranî dide
Mîr Celadet Bedirxan bersiva Bahoz Baranî dide,Mîr,Celadet,Bedirxan,bersiva,Bahoz,Baranî,dide

Mîr Celadet Bedirxan bersiva Bahoz Baranî dide

A+ A-

Lê bi bîr û baweriya min kêmasiya bingehîn a Bahoz Baranî, nebûna paþxaneke xurt a kurdî û nezanîna zimanekî sêyemîn e. Loma ku hemû xebatan li gorî paþxana tirkî û rêzimana tirkî dinirxîne, li gorî wê jî digihêje hinek encaman.

Bo nimûne heke ne wisa bûya dê bizaniya ku hinek tiþt ne tenê ji hêla min ve di serî de Celadet Bedirxan ji hêla gelek zimanzanên kurd ve wisa hatine navlêkirin û ji bo nirxandineke têr û tesel zanîna rêzimana tirkî têrê nake.

Her wekî tê zanîn berî çend salan jî Bahoz Baranî der barê hin xalên di pirtûka min de du gotar nivîsandibûn û min jî bersiva wan dabû. Îcar jî li ser hinek mijarên din rawestiyaye, lê ez ê îcar bihêlim ku Celadet Bedirxan bersiva wî bide:

Pronavên girêkî

Pronava girêkî dikeve paþiya navdêr an pronaveke din û wan bi komeka ko di pey wan re têt girêdide. Di zimanê kurdmancî de ji bo her du mêjer û zayendan bi tenê yek pronava girêkî heye ew jî “ko” ye.

Pronava “ko” di komekê de li gora navdêra ko dinimîne carina kirar û carina jî bireser e.

Kirar:  Mirovê to tu dîtî birayê min e.

 yê ko tu dîtî birayê min e.

Bireser: Mirovê ko te dît birayê min e.

 Yê ko te dît birayê min e.

( Elfabêya Kurdî û Bingehên gramera kurdmancî, r.83)

Pronavên xwemalîn

Pronavên xwemalîn ew pronav in ko li navdêrên ko dikevin þûna wan iþaret û fikireke xwemaliyê bi van dikin. Bi gotinên din ev pronav xwediyên tiþtên ko di qisetê de qala wan hate kirin þanî didin. Ev pronavên ha ji du pronavên têvel têne pê; ji pronaveke îþarkî û ji pronaveke din, bi gelemperî pronaveke kesîn.

Yekejmar

Yekejmara vê pronavê li gora zayendê tiþtê ko mirov xwediyê wî ye bi pronavên qersene “yê” û “ya” tête pê û pronavên din didin pey.

Ên nêr                    Ên mê
yê min, xwe            ya min, xwe
yê te, xwe               ya te, xwe
yê vî, vê, wî, wê     ya vî, vê, wî, wê
yê me, xwe             ya  me, xwe
yê we, xwe             ya we, xwe
yê van, wan           ya van, wan


Gelejmar

Gelejmar vê pronavê bi pronava qersene “yên” dest pê dike û pronavên din didin pey.

Gelejmara her du zayendan

yên min, xwe           yên me, xwe
yên te, xwe             yên we, xwe
yên vî, vê, wî, wê    yên van, wan

Her wekî tête dîtin ev pronavên hevedidanî bi her birekî xwe, di qisetê de wezîfeyine têvel dibînin. Birên pêþîn yanî pronavên iþarkî ên qersene, þanî wan tiþtan dikin ko me qala wan kirine, em xwediyê wan in. Heç3i birên paþîn, pronavên ko dane pey wan þanî kes yanî xwediyan didin. Ji ber vê yekê pronavên pêþîn ji mêjer û zayendê tiþtan û pronavên paþîn ji mêjer û zayendê xwediyan têne bijartin.

destmala min       ya min      destmalên min      yên min
gopalê min          yê min      gopalên min        yên min

Di kesên seyim de pronavên ko xwediyan þanî didin ji zayend û mêjerê pêve dûr û nîzingbûna kesan jî didin zanîn, “vî, vê, van” nîzing, “wî, wê, wan” dûr.

Di zmanê kurdmancî de ji ên jorîn pêve, hin pronavên din ên xwemalîn hene û têne çêkirin jî. Her wekî: yê kê, ya tukesî, yên kîjanê, ya hinekan, yê fîlanan h.d

(Elfabêya Kurdî û Bingehên gramera kurdmancî, r.87-88)

Rengdêr

Rengdêr ew bêje ye ko bi navdêrê ve dibe û wesfekî wê dide zanîn; an wê navdêrê di mana wê de tayîn dike û texsîs dike.

Herwekî gava em “hespê reþ, hespê beza, hespê xurt” dibêjin, “reþ, beza, xurt” rengdêr in; ji ber ko ew yek bi yek wesfekî navdêra hêsp didin zanîn. Dîsan di gotinên “ev hesp, çar hesp, kîjan hesp, hespê min” de bêjeyên “ev, çar, kîjan, hin, min” rendêr in; çûnkî ev navdêra hêsp di mana wê dixesisînin û dieyinên.

Ji raveka jorîn dixuye ko rengdêr du cisin in: yên navdêran diwesfînin û yên ko mana wan tayîn û texsîs dikin. Ji ên pêþîn re rengdêrên wesfîn dibêjin û ew xwerû rengdêr in.  Ên mayîn di esilên xwe de bêjiyene din in û gava di komekê de bi navdêrê ve dibin, wezîfa rengdêrê dibînin û navdêrên xwe li gora tewangên xwe didin tewandin û gava navdêr ji komekê dikevin û ew bi serên xwe dimînin hingê vedigerin esilên xwe.

Di nav navdêran de bi tenê ên wesfîn yên ko xwerû rengdêr û ji bêjeyên neguhêrbar in; gava bi tena xwe jî dimînin nayene tewandin û veqetandekê jî nabin. Lê herwekî di cih û devera wê de dê bête ravekirin vê qeydê jî awarteyin hene.

(Elfabêya Kurdî û Bingehên gramera kurdmancî, r.90)

Tiþtekî din jî heye ku di pirtûka Bahoz Baran û Mikaîl Bulbulî cih girtiye, ew jî înkarkirina tewangê ye.  Di nivîsê de jî birêz Baran cînavkên tewandî (min, te, wî/ wê, me, we, wan) wekî cînavkên diyarkirî. Îcar ez nizanim li ser çi bingehê vî navî lê dikin. Lê ez dizanim çima tewangê înkar dikin, lewre wateya wê teng dikin, li gorî wan heke di koka bêjeyê de guherîn çênebe, tewang nabe, lê pênaseya giþtî ya tewangê bi awayekî din e. Bala xwe bidinê Mîr Celadet ji bo tewangê çi gotiye:

Tewang

Zimanê kurdmancî zmanekî tewangbar e. Yanî bêjeyên wî di qisetê de weke xwe namînin û li gora cihê ko di qisetê de dikevin ê, û wezîfa ko li ser xwe digirin têne tewandin û hin parkît bi wan ve dibin an hin tîpên wan bi tîpen din diguhêrin.

(Elfabêya Kurdî û Bingehên gramera kurdmancî, r.90)

Ji bilî wê jî em bala xwe bidin pênaseya navneteweyî ya tewangê, ji bo vê yekê em ê bala xwe bidin:

isim, gramer

     Gramer görevleri ve yapý bakýmýndan, kelime köklerinin baþýnda, içinde veya sonunda türlü deðiþikliklerin olmasý, insiraf.
Gr: Ýsimlerin kaide ve kurallara göre çekilebilmesi.

(Ji aliyê peywirên xwe yên rêzimanî  û binesazî ve,  her cure guherînên ku di serî û dawî û nava rayeka peyvê de pêk tê. Kiþandina navdêran li gorî rêz û rêçikan.)

(Kelimeler Tur-->Tur v4.1 (derleyen; rasim birlik)

Tewandin to decline (nouns in grammar)      
    
declension
■  noun
     Grammar the variation of the form of a noun, pronoun, or adjective, by which its grammatical case, number, and gender are identified. (Concise Oxford English Dictionary)
(Guherîna dirûvê navdêr, cînavk û rengdêran ji ber taybetiyên rêzimanî yên mîna rewþ, mêjer, zayendê).
Her wekî ji pênaseya wan jî diyar e, tewang bi xwe kiþandina navdêr û cînavkan e.  Dema bêjeyek ji ber cihê xwe yê di nava hevokê de (kirde/ bireser) bi tûþî hinek guherînan bibe, hinek qertafên zayend, mêjerê bigire, ew tiþt tewang e.)

Wekî encam ez bawer im dikarim bibêjim, pêdiviya kurdî zêde bi nîqaþên wiha nîn e.  Li þûna wê em dest bavêjin hinek xebatên qadî dê baþtir bibe. Heke em noqî nava van nîqaþan bibin, em ê pê bihesin ku piþtî demekê em “zayenda meçêtirkan” nîqaþ dikin. Li þûna wê em xwe berdin kûrahiya mijarên zimanzaniyê û zimanê xwe bi xebatên qadê têkûztir bikin, dê baþtir bibe. Tiþtekî din jî heye ku divê em ji bîr nekin, Mîr Celadet Bedirxan “Peymana Giþtî” ya rêzimana kurdî daniye, heke em wê peymanê daynin aliyekî, her yek ji me dikare, ji xwe re zimanekî nû çêbike. Bo nimûne, birêz Bahoz Baran ev qas li ser kurdî serê xwe diêþîne, lê hê jî nikare mijara tewangê rast bi kar bîne. Sibe roj yek dikare rabe bibêje, “Ez rêzika ergatîviyê nas nakim, ji bo min gotina “min te dît” ji “min tu dîtî” xweþtir û hêsantir e.  Di vê dema ku tirk jî deriyê zimanê xwe ji kurdî re vedikin de divê mirov li hemberî lîstikên wiha jî hiþyar be.

Samî Berbang